logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

  • Dîrok: 08/06/2015
Mirov dikare behsa serkeftina HDP’ê di sê astan de bike:
- Li ser asta Turkiyê: Serkeftina HDP’ê rê li ber sîstema desthilatdariya yekpartîtiyê girt. Wisa jî rê neda rêveberiya AKP’ê ku rê li ber guhertinên destûrî yên ku berê desthilatdariyeke dîktator û yekalî vedike. Ev qezenceke ji hemû miletan re ye, yên ku li Tirkiyeyê dijîn. Bi gotineke din serkeftina HDP’ê rê li ber demokratîbûna hemû Tirkiyeyê vedike.  Di heman demê de, mirov nikare hêviyên mezin di vê astê de li ser vê serkeftinê girê bide, ji ber ku HDP ne xwedî wê hêzê ye ku karibe roleke bingehîn di guhertinê de bilîze, lê ew tenê dikare pilanên dij-demokratîk têk bibe û nehêle biserbikevin.
- Li ser asta bakurê Kurdistanê: Ev piştgiriya xurt ya ku miletê kurd dide HDP’ê tê wê wateyê ku hem kurd, heta radeyeke mezin, êdî li wê hêza ku nûneriya berjewendiyên wan dike xwedî derdikevin û hêdî hêdî ji bermayiyên siyaseta dagirkeriyê ya demdirêj xwe xelas dike. Roj bi roj cih li partiyên tirk teng dike. MHP û CHP hema hema bi temamî li Kurdistanê bê bandor kir û niha jî dora AKP’ê ye ku Kurdistanê ji wê jî bê paqijkirin. Di van hilbijartinan de jî kurdan gava yekê ber bi vî alî ve avêt. Ev serkeftin tê wê wateyê ku hêza kurdan ya çekdar mîna dînemoyê civaka kurd e, dilê wê civakê ye û ne rêxistineke wiha bê bingeh û bê zemîn e. Ev serkeftina siyasî ya kurdan hêzê dide baskê çekdar jî ku di hemû gavên ku dewleta tirk diavêje de, hesab ji wan bê kirin. Bi gotineke din, ev serkeftin wî dîmenê ku miletê kurd di vî welatî de wekî hêzeke xwedî rol dide nîşandan, ku êdî bê çareserkirina doza wî, wê aramî ticarî pêk neyê. Her wisa wê dengê kurdan di pêvajoya bidestxistina mafên wan yên rewa de, her û her bilind be.
- Li ser asta rojavayê Kurdistanê: Rola Tirkiyeyê di bûyer û guhertinên ku li Sûriyê çêdibin de roleke bingehîn û bi bandor e. Bi her awayî ji bo têkbirina tevgera kurdên Rojava û jiholêrakirina destkeftiyên wan di tevgerê de ye. Her wiha rasterast rê li ber bihêzkirina hêzên tarî yên mîna DAIŞ û Nusra û rêxistinên îslamî yên radîkal vedike. Wan bi çek dike û ji bo kuştina kurdan û rêlibergirtina avabûna statuyeke kurdî berê wan dide rojavayê Kurdistanê. Serkeftina HDP û xurtbûna rola wê di siyaseta Tirkiyeyê de dikare, di vê çarçovê de, bandoreke mezin li sivikkirina dijminayiya Tirkiyeyê ya bi rojavayê Kurdistanê re, bike. Ji bilî ku bihêzbûna her rêxistineke kurd li bakurê Kurdistanê bihêzkirina her hêzeke kurdî ye li her sê perçeyên Kurdistanê yên din û bi taybetî li Rojava.
Di vê çarçovê de serkeftina HDP rasterast dikeve xizmeta rojavayê Kurdistanê jî.

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, wekî berdewamiya qirkirina çandî

  • 23 Rezber 2018

Bi dehê salan e ku li vî welatî ne tenê "Genozid"eke çandî an jî  Genozideke sipî heye. Ez behsa dîrokê nakim ku ji 1923'yan ve heta niha çandek...

Çima kes guh nade nivîskarên kurd - (2)

  • 19 Pûşper 2009

Zimanê kurdî li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê:Bi hatina sala 1946'an re, sala serxwebûna Sûriyê, dawî li "Hawar" û "Ronahî" û...

Romana “Bend"

  • 19 Sibat 2012

Her çendî dîroka hatina kurdan ya Ewropayê kevin be, lê dîsa jî şûn û şopa vê hatinê di wêjeya kurdî de, nû rûdide. Bi sedan kurd, di...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Vaye encamnameya Şêwra Yekîtiya Netewî

ad

Pişke hamî antişî: Komê Kûpaya Cîhanî eşkera bî

ad

Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê di play-offê de çi kirin?

ad

Newsweekê gaveke nû avêt

ad

‘Di qezayê de sûcê kî hebe bila hesabê bide’

ad

Ji bo Pinar Selek kampanyaya îmzeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname