‘Ji bo Alan Kurdî, yê ku koçî welatê masiyan kirî’
Li kîjan cihî û erdî ku civatek lê dijî hebe îlam hilberîn jî heye, û li wir her mirov an firoşkar e yan jî xirîdar e!
Asayî ye, di danûstendina heyberan de wekî berdêl her mirovê xirîdar buhayekî-nirxekî dide yê firoşkar.
Bi vê riyê, bi vê danûstendinê li bazara ji pêkanîna pêdiviyan hatî pê, ‘mirov’ hin firoşkar in hin kiryar…
Yê difroşe jî dizane çi difroşe û dizane buhayê tişta difroşe çiqa ye û yê xirîdar jî dizane pêdiviya xwe bi çi heye, dizane dê li çi bibe kirîdar û nirxê wî/wê tiştî/ê çiqa ye.
Bi vê yekê, mirov bi kerî û kulfet nanekê dixwin, debara xwe dikin.
Nexwe, mirovekî/ê ne firoşkar û xirîdar jî nîn e û tiştekî bê berdêl û bê nirx jî nîn e!?
Li wê bazara ku bi hezaran salan vir ve hatiye danîn, li wê bazara ku li ser dezgehên wê genim, petêx, nok û nîsk, hevrîşim û pirtî dihatin firotin û kirîn, mirov û niştecihên dinyayî pêdiviyên xwe (bi bazarek heft û heştê) bi dayîna bihayekî-nirxekî pêk dianîn.
Berê berê jî wisa bû niha jî wisa ye! mixabin, li her bazara ku li qada bajarekî kevnare hatî danîn, bêyî pêdiviyên însanî yên wekî nok û nîsk, li quncik û di bin dezgehan de bazirganên keysperest jî dezgehên xwe danîne û tiştên ne pêdivî, kirine pêdiviyên jêveneger û firotine-difroşin;
Li pişt wan hêzek, desthilatek û dewletek… li kêleka dezgehên genim, hevrîşim û derpiyan, wan jî dezgehên xwe vekirine, li pêşberî wan jar û belengaz; bi buhayekî pir erzan şeran difroşin, çekan difroşin, îdeolojiyan difroşin, siyasetê difroşin, destê xwe datînin ser darbesta leşkerên mirî ol û cinetan difroşin, hêvî û xeyalan difroşin, azadiyan difroşin, pêşerojê difroşin, jinan difroşin, zarokên berşîr difroşin, mirovan dikin xulam û difroşin, hez û evînê difroşin, dostanî û hevaltiyê difroşin, sewal û wekî sewalan pêre pêre mirovahiyê difroşin û… û li ser ava bê binî û pêldar di kelek û keştiyên xirabe de, bi sedan, bi hezaran, qefle bi qefle Alan Kurdî-yên ku qet zerya nedî, qet masî nedî û qet ajnê nizanin li qeraxan dixin, berê pirran didin sînoran û difroşin…
Wekî pêşiyan gotî ‘dikare te tî bibe ser avê, tî vegerîne’
Belê ew jî wekî min û we ne! ew jî bi dirûv dişibin mirovên din, lê ferqek wan heye; di nav her civakê de (nav me de jî) di pişt her dezgehî de rûniştî ne; kone ne, keysperest in, kesayetiyên bazirgan in; dikarin derewan bikin, dikarin bixapînin, dikarin bidizin.
Karê wan bes ew e, firotin e…
Bêyî ku haya te û derdorê pê bixin, ku çi û kî bi dest wan bikeve dikarin wekî mirîşkekê bi du qurişên xirabe bifroşin, difroşin…
Hin jê mezin in hin jî biçûk in. Ku keys bi dest ket, hin jiyan û keda gelek kesan bi dawî tînin, dixwin hin belkî ya kesekî/ê! Ku we jê bawer kir, nexwe we pê girtiye!!!
Ji lew, ji xwe haydar bin! hebûn û pêşeroja xwe, anor, vîn û azadiya xwe nedin dest ew ên keysperest, xêvik û kesayetiyên bazirgan, da ku bi can û mal, ‘we’ bi şûn ve nefiroşin we, yan nefroşin hin bazirganên din..!


