Ji roja ku mirov di şikeftê de derket û xwe bera beriyê da, li ber çem û newalan, li ser kanî û delavan xwest dest bi jîneke nû bike û li pey neçîra xezalan berê xwe da axê, ku bi çandiniyê nanek bi dest xwe xist, êdî hîn bû, ku li şûna xwe, li pey xwe şopekê bihêle…
Wekî bayê ku bê per di vir de wê de xwe li valahiyan diqelibîne û nizane bê bo çi difire, mirov jî ku gihêştin hejmara piraniyê-girseyê, geh li ser vê kaniyê geh li ber çemê din, haha li cihekî din ê xweştir û ax-bereketir, bêguman, li ya aramtir geriyan û koçek danîn yek rakirin… Li şûna yên çûyê hinên din hatin, rastî şop û ariya yên berî xwe hatin û vêga, wan ew der ji xwe re kirin jîngeh…
Bi vî hawî, ku koça mirovan a bo dîtina cihekî xweş, bi bereket, aramtir û bi bidestxistina mistek ax be jî, lê di her terka cihekî de wan li pey xwe ariyek, şikeftek, amûreke nû ya hilberînê, ango şûnpêyek hiştin. Li cihê ku berê xwe danê, koç danîn kon vegirtin, dîtin ku yên barî wan kevirek danîne ser kevirekî û pê re pê re, her nijadî kevirek li kevirê dîwêr ê şaristaniyên berî xwe zêde kirin. Li pey wan ên nû hatin cihê wan, wan jî ku hin rûxandibin, kavil kiribin jî, lê hin jê çêkirin saxlem kirin, hin lê zêdekirin…
Îro ji wan bermayiyên ji destpêka mirovahiyê, ku her yek jê tercûbeya bi dehan, sedan salan ên mirovahiyê bûn, jê hin din bin axê de man qet nehatin dîtin, jê hin bi demê re ruxiyan û şopek jê nema, jê hin ji aliyê hinan ve hatin rûxadin û kavilkirin, hin bûn para dizên xezîneyan û hatin talankirin, hin jê bi xêra dîrokhezan-arkologan ji windabûnê hatin rizgarkirin û wan ew derxistin ser rûyê erdê…
Lêêê, û hezar mixabin, ku hin jî ji aliyên ên neyarên dîroka mirovahiyê û bermayiyên wê (ku ne ya bapîrê wan be tehmûla wan jê re tune, ku bapîrê wan wêrankar û talankar û li ser kereke pişt kurmî, ku ji Asyayê berê xwe dan vir, her tim diz bûn) di bin avê de hatin hiştin, şewitandin, li ser rûyê erdê kevir li ser kevir nehiştin…
Ya kê ji wan re bû rakirin birin û ya kê jê re nebû lewitandin, herimandin, tune kirin… Ên bi xwedî hê li ser piyan in, lê mixabin, ên bê xwedî bûn para diz û keftaran…
Me gotibû ‘dîroka li ser axê’ lê ne ya di binê axê de..!
Ji şopa wan bermayiyên dîrokî yên şaristaniyên ku pê li axa ku îro wek axa Kurdistanê tê hesêb û zanîn, ji yên binavbûyî, ji yên kavil, talan û wênarbûyî, tevî yên ku ji bapîrên me de mane.. lê yên din! Ku mohra kîjan şaristaniyê li ser be jî, ku li ser navê kê werin hesibandin jî, ma ku îro ev ax bi navê welatê Kurdistanê ya kurdan be, gelo ew bermayiyên bêhampe yên ku xwediyên wan demekê hatin Kurdistanê û li kêleka kurdan rûniştin û jiyan, ma ne mîrateyên ji me re mane û em ne mîratdarên wan in!?
‘Bermayiyên her şaristaniyê mîrateyên mirovahiyê ne. Heke ew li ser axa me bin, ew mîrateyên ji axa me ji me re mane ne… li wan xwedî derketin xwedîderkatina li mîrateyên mirovahiyê ye…’
Bêyî ku em bêjin ew ên bapîrên me ne yên din ne yên bapîrên me ne, ma ji me re çi! Lê, eger ku îro ew li ser axa me ne, ma nevê em wan yên ji axa me ji me re mane bihesibînin û lê xwedî derkevin? Û em bîra nekin, çi ya me çi ne ya me, îro li ser vê axê dîrokek heye, ku ax a me be ew dîrok jî ya me ye, û dîroka li ser axê bîra me ye!
Ku pêşiyan gotibin ‘a çû nede dû’ jî, ma em ê Zeûgma, Samosata, Heskîf û sibaroj belkî cihekî din...!
Ew hê li ser piyan in; qesra Îshaq Paşa, Mêrdîn û Mîdyada xwedan avahiyên şiyan, gola masiyan a Xelîl Rahman û derdora wê, çiyayê Nemrûdê û şûnwarên Kommageneyê yên ji xeniqandina bendavê filitî! girikê li Rihayê hatî kifşkirin, bircên Amedê, keleha ku ji navê serdarekî Îskenderê mezin nav wergirtî keleha Bîlîsê, û ji vî seriyê rojavayê Kurdistanê- ji Sam’al (Îslahiyê) heta seriyê din-rojhilat Sînê-Kirmanşah a ku bi cîwarên mirovahiyê û ji şûnpêyên gelek şaristaniyan tije ye, ma em ê bîra bikin û nedin dû!?
Yan em ê wan ji rêzefîlmên qeşmeran re bihêlin, ku di wan mekanan de bi senyaroyên çirto virto serdest-dagirkerane civaka bindest-koloniya xwe, qaşo paşvemayîn û biçûkxistina netewa kurd radixin ber çavên girseyên ji me yên ji hiş û mêjûyî par wernegirtî, ku ji heqeretkirina dagirkerê xwe ya ji wan re kêf û zewqê werdigirin!!!
Bêyî kompleks û bi xwe baweriya neteweke mezin, îro haya me ji çîrok û serboriya wan gelekan çêbûye. Ma nedivê, tevî çîroka kurdan a bi xwe, çîroka wan bermayiyan û şaristaniyan jî ji helbestekê re, ji çîrokekê re, ji romanekê re, ji fîlmekî re, ji dokumanterekî re, bo şano yan jî ji kevalekê re bibin mijar, senaryo û werin vegotin, da nifşên dahutiyê bi çîroka wan, bi dîroka li ser vê xakê jiyayî û bi bîr’a vê xakê bihesin, pê bizanibin, nas bikin…
Qey dibêm, jê hay bûna dîroka li ser vê xakê jiyayî, dê bibe xwe nasîn û nasîna bîra xaka ku bihost bihost ji axa xwe ya bi bereket û bi avzêmên xwe yên zelal û hênik jiyan bexşî me kiriye û dê bibe hesta ji wê ji xwe hezkirinê jî!
Em parçeyeke mirovahiyê ne û bermayiyên mirovahiyê yên bi hezaran salan ên li ser xaka me, mîrate ne û em mîratdarên wan in…
Belkî derfetên dezgeha ku jê re dewlet tê gotin di destê kurdan de nîn be, lê derfetên huner û wêjeyê yên vê yekê hene, ku huner û wêje bi karê restorasyona wan ve rabe û bi berhemên hêjayî şiyana wan, tevî çîroka xwediyên wan ve, wan bermayiyan bi riya huner û wêjeyê raberî nifşên pêşerojê bike…
Qey dibêm, ev yek dê rengên nû, delîveyên zengîntir bexşî huner û wêjeya me bike…


