Wê sibehê ez hinek zûtir şiyar bûm. Derbasî odeya kêlekê bûm. Tabloya wêne ku doh heta derengiya şevê di bin tirînca zerîn ya ampûlê de li ser xebitîbûm, niha li ber ronahiya rojê bi awayeke din xuya dikir.
Portre hê negihîştibû wê asteya ku min têr bike. Lê fikirîm ku xem nake, îşev ezê bi giranî li ser siya derdora sitûyê wê û li ser qermiçokên wê kar bikim. Xetên ku ji herdu aliyên poz xwe berdidin jêr û yên li derdora çavan nuqteyên herî nazik in ku dikarin îfadeya kesayetiyê biguherînin.
Dema ku hîmê portreyekê davêjim, ji çavan dest pê dikim. Heta awîrên ku dixwazim derbixim holê, şekil negirin, dest bi aliyê din ê wêne nakim. Xebata xwe piranî bi şev li ber tirînca ampûlê dikim, lê pîvana estetîk ya berheman herî baş li ber şahidiya ronahiya rojê dikare derkeve holê.
Heta niha portreyên ku min çêkirine tev, an yên kesên nas in, an jî yên mirovên bi nav û deng in. Lê berhema ku doh tevahiya şeva min girtibû û diyare wê hê gelek şevên din bigire, ceribandineke nû ye. Hewl didim kesayetiyeke xeyalî biafirînim. Vê gavê qismekî girîng yê rûyê wî derketiye holê, lê beden hê nîvco ye. Di dema xebata xwe ya hunerî de ji bêdengiyê hez dikim. Doh bi şev ji bilî dengê dansa firçeya min ya li ser tuwalê û perên sîperika ku li dora ampûlê bûbû perwane, tu deng tune bû.
Firçe her carî serê xwe di boyaxê de dikir û tûwal miz dida mîna ku pêre bikeve nava evîneke bi şewat. Sîperika perwane jê pexilî dikir. Çend caran hat di ser me re kir vizînî û derbasî cem ampûlê bû û ew jî bi ronahiyê re ket nava evînê. Min jî ji herduyan hesûdî dikir. Têkoşîna me ya çavnebariyê heta ku serpişt li ser nivînê xwe bikevim, berdewam kir.
Şeva berê her çend ez dereng raketim jî, wê sibehê bala min sivik bû. Ez derbasî lavaboyê bûm, aveke hênik min avêt ser çavên xwe. Her cara ku rûyê xwe dişom gotina bavê min dikeve bîra min, digot: “Sibehan rûye xwe bi ava sar bişon, ji bo roja we zînde derbas be.’ Lê dîsa jî kefa min ji ava şirgerm re dihat.
Min pariya nanê di çixinê de derxist, perçeyekî penîr û sê pariyên zirav yên xiyarê jî xist navê, li laylonê pêça, di çenteyê xwe de bi cîh kir. Ez ji sandiwîçên bi xiyar hez dikim. Bêhna wê di her carî de min dibe cem yezdana min ya ku ev çar sal in jê dûr im. Min cizdanê xwe vekir, bi qasî ku di nava rojê de têra min bike, pere hebû. Çavek avêt çenteyê xwe, pirtûk û alavên ku li dibistanê ji min re pêwîst bûn tev di şûna xwe de bûn. Kêmasiyên min nemabûn, diviya bû xwe bigînim trênê.
Dîsa wekî her carî, stasyon tije mirov in: yên diçin kar, ciwanên rêwiyên dibistanê, jinên xemilandî yên bi parfumên cuda... Wekî moriyan hildikişin ber bi peronan ve...
Di rêwîtiya nîv saetî de ez naxwazim li piyan bimînim, lewma ji xwe re ciyek dibînim, ku karibim rûniştî qet nebe dersên xwe di ber çav re derbas bikim yan pirtûka xwe ya nîvco biqedînim.
Trên di saeta xwe de bi rê ket. Çar gav li hemberî min, ciwamêrek bi fotêr, paltoyek gewr lê, di destekî de sîwaneke pêçayî, di destê din de pirtûkek, rûniştiye rik li min dinêre.
Berdewamiya wê di beşa 2’yan de…


