Diyarname
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ligel kesên pêre li başûrê Kurdistanê hevdîtin pêkdianîn divê îro vegeriya lê bêyî di bernameyê de hebe carek din bi Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî re hat gel hev.
Heyeta HDP'ê roja 21'ê mehê çûbû başûrê Kurdistanê. Di van hevdîtinan de ligel Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî, bi rêberê YNK'ê Celal Talabanî, rêveberên YNK'ê, rêveberên Goran, Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed û bi partiyên siyasî yên din re hevdîtin pêk anî. Demîrtaş û heyeta pere gere îro bihata Tirkiyeyê lê bêyî di bernameyê de hebe îro careke din ligel Barzanî hat ba hev.
...Dema ev nûçe hat weşandin hevdîtin dom kir...Emê agahiyên nû biweşînin...


