Dîtin ku li wir qet bûyerên întîxarê çênebûne, sermestiya ji alkolê, yan jî tilyakê jî nîn e; rêjeya sûcê jî di asta herî jêr de ye. Ji aliyê civakî ve alî hev jî dikin.
Sê fotografên cihê li ber destê min in û ez nazanim ji diya xwe re bibêjim, ha Ehmedê Xanî ev e? Ez nizanim ezê kîjanê di nûçeya xwe de bikar...
Helbet ez dizanim ev sernavekî dirêj e. Lê dema mijar dirêj e, tişteke normal e sernav jî dirêj be.Mesele ev e: Erd erdê kurdan e. Mayîn ê dewletê ne. Yê ku...
Werin bi îstatîstîkan em li Rojava binêrin, lê berî wê çend gotin… Li Rojavaya kurdan dengê zimanê kurdî bi xurtî bilind dibe. Li vê dere ku niha sedî 90’ê kurdan jê hez dike, dil dide, hêvî pê ve girê...
Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.
Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.
Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.
Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.
Pirtûkên wî
- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)
- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)
- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)
- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)
- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)
Belgefîlmên wî
- Rewşen (2011)
- Mazgal (2013)