logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Hunermed Asala Nasrî û strana ‘Ez kevok im’

  • Dîrok: 28/07/2022
  • Beş:

Rizoyê Xerzî

Piştî ku hunermenda sûrî Asala Nesrî straneke kurdî got û ji ber ku çavkaniya gotin û awazê stranê yê orjînal destnîşan nekiribû di nava raya giştî de û li ser mediya dijîtal bûbû cihê nîqaşên mezin.  Aliyek kêfxweşiya xwe tîne ziman ku hunermendeke ereb a navdar straneke kurdî dibêje, aliyek jî nerazîbûna xwe tîne ziman ji ber ku çavkanî û xwediyê gotin û awazê stranê nehatine destnîşankirin.

Gelekî xweş e ku hunermendek ji neteweyeke din stranê kurdî bêje lê bi şertê ku çavkaniya stranê destnîşan bike û bi zelalî bêje xwediyê vê stranê kî ye û awazê wê ji alî kê ve hatiye çêkirin.

Çima ez niha behsa vê mijarê dikim ji ber ku beriya çend rojan hunermendeke sûrî ya bi nav û deng strana ‘Ez kevok  im’ gotiye. Hunermenda Navdar Asala Nesrî strana Ez Kevok im û straneke din a ji çanda merdelî ya erebiya devoka Qamişlo gotiye.

Navê xwediyê stran û awazê ne gotiye

Ammo di axaftina xwe ya ku li ser hesabê xwe yê dijîtal parvekiriye û wiha dibêje: “A rast Asala Nesrî herdu stran jî pir xweş gotine û ji alî bilêvkirina gotinan ve jî tu şaştî nekiriye. Gotin wekî orjînala xwe hatine bikaranîn.”

Bêguman ev yek li ser mediya dijîtal bû cihê nîqaşên mezin, hinekan kêfxweşiya xwe aniye ziman ku hunermendeke navdar wekî Asala Nesrî stran bi kurdî gotiye û hinekan jî bi taybetî hunermendên kurd nerazîbûna xwe anîne ziman ji ber navê xwediyê van gotin û awazan nehatiye nivisandin.

Li gorî min meseleya ku navê xwediyê gotin û awazan nehatiye gotin zêde ne gunehê hunermend Asala Nesrî ye, lê bêtir gunehê kesê ku ew ji Asala re amade kiriye. Sazvanekî bizqê bi navê Arîcan Serhan heye, kurdekî Şamê ye. Wî ew stran ji Asala Nesrî re amade kiriye û navê xwe wekî amadekar li bin wan stranan nivisandiye bêyî ku navê xwediyê stran û awazê yê orjînal binvîse. Yek ji nirxandinên herî xweş û rast helwesta hunermendê kurd Salah Ammo bû.  Di vê der barê de Salah Ammo wiha dibêje: “Gelekî xweş e ku hunermendeke sûrî û stranbêjeke gewre straneke kurdî bistirê û li vir divê mirov heqê wê nexwe, bilêvkirina gotinan gelekî baş û bê şaştî aniye ziman.”

Mafê her kesî heye ku bistirê lê…

Ammo anî ziman mafê her kesî ye ku stranekê ji nû ve şîrove bike lê tiştekî gelekî şerm û bi ziyane ku çavkanî û xwediyê resen yê stran û awazê  neyê gotin, neyê nivisandin û wiha pêde çû: “Ev herdu stranên ku Asala Nesrî gotine yek strana ‘Ez kevok im’ ji folklora kurdî ye û herî pêşî Hesen Cezrawî gotiye ya din jî (Bihêlin em îro bistirên) gotinên Izzet Hedîd  û awaz ê hunermend Ibrahîm Kêvo ye. Lewre jî diviyabû ev çavkanî bihatina gotin. Gotina stranê bêyî destnîşankirina van çavkaniyan ne tiştekî exlaqî û etîk e, ew tê wateya desteserkirin û binbêkirina mafê kesan. Heta ku ew stran ne ya Cezrawî be jî diviyabû bi kêmanî wekî straneke folklor hatibûya destnîşankirin.”

Ez kevok im sirûda kurdan a rihî ye

Salah Ammo der barê taybetmendiya strana ‘Ez kevok im’ de jî wiha dibêje: “Destûrê bidin ku ez der barê nasnameya muzîka kurdî de çend gotinên ku min di nameya xwe ya masterê de nivisandibû bi we re parve bikim. Her neteweyek sirûda wî ya netewî heye, piranî ew ji alî dewletê yan jî desthilatdaran ve tên amadekirin û paşê dibe semboleke dengî ya nasnameya dewlet,netew an jî gel tîne ziman. Li aliyekî din straneke wiha heye ku tu nasnameyeke wê ya siyasî, netewî yan jî niştimanî tune ye, lê bi demê re ew dibe strana rewanî (rihî) ya gel.”

Ez kevok im deng û awaza dilê kurda ye

Ammo di dawiya nirxandina xwe de wiha dibêje: “Dibe ku kurd û nûnerên wan ên siyasî li ser sirûdeke netewî yan jî aleke neteweyî li hev nekin lê ez dikarim bêjim ku strana ‘Ez kevok im’ sirûda giyanî û rihî ya gelê kurd e. Dibe aliyên siyasî yên kurd li ser sirûd û aleke hevbeş ne xwedî heman nêrînê bin û li hev nekin lê ez bawerim ku her kes li ser vê sirûda rihî li hev dikin û nabe cihê nakokiyê di navbera tu kesî de. Ez kevok im dibe dengvedana kêfxweşiyê di dilên wan de û yekitiyekê di dengê dilê wan û awazê dilê wan de diafirîne”.

Çawa ku axa kurdan hatiye talankirin her wiha çand, huner, çîrok, stran û destanên kurdan jî bi hezaran hatine dizî, talankirin û hêjî tên talankirin. Lê êdî kurd jî haya wan baş ji vê meseleyê heye û qebûl nakin ku kesek stranên wan bidize û bike milkê neteweya xwe.

Ji Xwebûnê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çend gotin li ser 'Zemanekî Li Sê Welatan'

ad

Lîstikên bi kurdî li Enqereyê derdikevin ser dikê

ad

Ji nivîskarên me nivîsên nû yên vê hefteyê

ad

Partiyek din beşdarî siyasetê bû: Yenî Partî

ad

DAIŞ'ê Kûpaya Cîhanê tehdîd kir

ad

Bilêtên kombîne yên Amed Sporê têne firotin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname