logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

  • Dîrok: 01/01/2023
  • Beş:

Arif Qurbanî

Ev demek e di medyayê de pir behsa wê yekê tê kirin ku Amerîka û hevpeymanan gelek fişar anîne ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her du partiyên desthilatdar ên Kurdistanê (PDK û YNK) ji bo di yekkirina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bilezînin. Tê gotin, zext û guvaşên wan gihane asta gefa rawestandina alîkarî û hevkariyên ku pêşkêşî Pêşmergeyan dikin û dev ji piştevanîkirina wan berdin heger di siberojeke nêzîk de nebin yek.

Bê guman xwesteke piraniya gelê Kurdistanê jî ew e ku Herêma Kurdistanê xwediya hêzeke çekdar a tenê be ku ne hêza partiyên siyasî, lê hêza gelê Kurdistanê be. Lewma jî ev gef û guvaşên Amerîka û welatên Ewropayê bi dilê gelê Kurdistanê ne.

Lê heger em dûrî hest û sozdariyên kurdî û bi çavekê rastbîn tevgera kurdî ya çekdar li Başûrê Kurdistanê binirxînin, em ê bigihin rastiyeke tal ku ev her du hêzên ku niha hene bi tu hawî ne pêkan e bibin hêzeke tenê, ji ber ku di koka xwe de wek hêzên hizbî dirust bûne û perwerde û eqîdeya wan a leşkerî eqîdeyeke hizbî ye. Lewra bi tenê di rewşekê de pêkan e ku ev her du hêz bibin hêzek ku yan PDK û YNKê bibin partiyek yan jî yek ji van her du partiyan bi tevayî li holê nemîne.

Pêkan e tevaya hêzan bi Wezareta Pêşmergeyan ve bên girêdan. Her wisa pêkan e ku di çend lîwayên hevbeş de jî bên tevîhevkirin. Lê ev ne hevgirtina Pêşmergeyan, belê tevîhevkirina wan e. Berê jî çend hewldanên bi vî rengî hebûn û tew çend lîwayên hevbeş ên Pêşmergeyan hatin dirustkirin jî, lê dema şert û merc û rewşek dirust bû û derza navbera PDK û YNKê mezin kir, ew lîwayên hevbeş jî ku bi dirêjahiya salan hatibûn dirustkirin, di çend demjimêran de hilweşiyan. Du mînakên şênber hene: Sala 1994 û sala 2017.

Piştî dirustkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1992 de, hewldaneke zêde ji bo dirustkirina artêşa Kurdistanê hat kirin. Piştî du salan gava bingeha şerê navxwe dirust bû, di hûrdemekê de tevna rêsayî vegeriya hirî û ew hemû serkirdatî û yekîneyên hevbeş ku li nav Pêşmergeyan hatibûn dirustkirin hilweşiyan û daberizîn canê hev.

Piştî salên gelek û li jêr guvaşeke zêde ya navxweyî û dostên biyanî jî, careke din piştî yekgirtina îdareyên Hewlêr û Silêmaniyê di çarçoveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dest bi dirustkirina lîwayên hevbeş û wergirtina tedbîrên yekkirina van her du hêzan hat kirin, demeke zêde û îmkanên zêde li ser hatin xerckirin, lê di bûyerên 16ê cotmehê de hemû têk çû.

Sedem jî pir zelal û eşkere ye: Ji ber ku ev hêza ku heye hêza Pêşmergeyên PDK û YNK’ê ye. Tu partiyek ji van her du partiyan jî dê dev ji hêza xwe bernede. Lewma heta ev her du partî bimînin, dê ev her du hêzên çekdar jî bimînin. Li jêr her navekê û bi her şêwazekê bên tevîhevkirin, bi tenê yekirineke zahirî ye. Ji dil û hundir ve ew ne yek in û nabin yek jî. Lewma her hewldanek ji bo yekirina wan bê kirin, bê encam dimîne. Hêza yekgirtî tê dirustkirin, lê ji du hêzên cuda nayê dirustkirin.

Amerîka û hevpeymanên wê ji ketwara vê hêzê fêm nekirine. Lewra bi berdewamî wê daxwazê ji PDK û YNK’ê dikin ku nabe du hêzên we yên Pêşmerge hebin û divê bibe hêzeke tenê. Her hewl û alîkariyeke ku ji bo vê armancê kirin bi rêyeke çewt kirin û ne tenê nebû bingeha hêzeke Kurdistanî ya hevgirtî, lêbelê bû alîkar ji bo xurtkirin û mezinkirina hêzên partîzanî.

Niha jî rêyên tevlîbûna nav refên hêzên Pêşmerge di liq û şaxên PDK û YNK’ê de derbas dibin. Kesekê ne girêdayî van her du partiyan be, ne berê karîbû bibe Pêşmerge û ne jî niha dikare. Heta ev şêwaz jî berdewam be axiftina li ser dirustkirina hêzeke nehizbî, rengek ji xeyalê ye. Gelek sal in Amerîka û hevpeyman di aliyê leşkerî de hevkarî û alîkariya Kurdistanê dikin, tew beşekê ji mûçeya hêzên Pêşmerge jî peyda dikin.

Her ew hevkarî û alîkarîya wan bes bû heger bi rêyeke rast li dirustkirina hêzeke fermî bihata hizirîn, ku dûrî destê partiyan be, lê Amerîka û welatên Ewropayê jî nedan ser rêya rast û av xistin aşê xurtbûna hêzên PDK û YNKê.

Wan dikarîbû mercê wan alîkarî û hevkariyan bi dirustkirina hêzekê ve girê bidin ku rêya damezrandina wê di deriyê komîte û navçeyan re derbas nebe, lê ev yek nekirin. Lewra çaverêkirî ye jî ku guvaş û daxwazên wan ji bo dirustkirina hêzeke niştimanî ya yekgirtî, tu encamekê wan a dilxweşker nebe.

Tew hindek kes wan hevkarî û alîkariyên Amerîka û hevpeymanan ji bo hêzên Pêşmerge, ne tenê wekî çavkaniya xurtbûna hêzeke niştimanî nabînin, lê bi nêrîna wan rêyek ji bo mezintirbûna metirsiyan e. Çunke berê ev her du hêz çend caran rûbirûyî hev bûne û şerê xwe bi xwe kirine. Hertim metirsiya jinûve pevketina wan jî egereke çaverêkirî ye. Lewra çiqasî bêhtir bên biçekirin û şiyana wan a leşkerî zêdetir bibe, metirsî jî zêdetir dibin.

Pir tê gotin ku (ev berpirsiyariyeke neteweyî û niştimanî ye û divê serkirdeyên van her du partiyan berjewendiyên gelê Kurdistanê deynin pêş berjewendiyên partiyên xwe, divê dev ji wê xwesteka hizbî berdin û hêzan ji giyanê hizbîtî paqij bikin û bikin hêzeke niştimanî ya Kurdistanî ku girêdana wan bi tenê ji bo Kurdistanê be). Ev bi tenê gotinên baş in, lê ne realîst in. Çunke di bîr û baweriya wan de realîteyeke hizbî li ser wan serdestir e bêhtir ji bîr û baweriya niştimanî.

Hevkêşe pir zelal e. Heger tu bixwazî ku hêzek hebe yan bê dirustkirin ku girêdana wê ya partîzanî nebe, divê ji hin kesan pêk were ku girêdana wan a hizbî nebe. Lê hêza ku vêga heye li ser bingeha endamtî û girêdana bi PDK û YNK’ê ve ava bûye.

Karekê ne pêkan e tu kesekê wekî Pêşmerge werbigirî bi mercê ku divê endam û alîgirê PDK yan YNK’ê be û tu bendewariya wê yekê jî jê bikî ku girêdana wî bi partiya wî ve nebe. Tu kesê bêalî nikare bibe Pêşmerge. Endamê tu partiyeke din nikare bibe Pêşmerge, ji bilî ku divê endamê PDK yan YNK’ê be. Gelo ne xeyal e tu li benda wê yekê bimînî ku ew hêz bibe hêzeke nehizbî.

Lewma heke xemek ji bo dirustkirina hêzeke çekdar li Kurdistanê heye ku li derveyî vîna hizbî be, yan heke Amerîka û hevpeyman dixwazin hêzeke nehizbî li Kurdistanê hebe, divê dev ji wê yekê bê berdan ku ev her du hêzên hene bêne yekirin. Eva niha wekî du destên mirovekê ne ku bi tu neştergeriyekê nabin destek.

Lewma berevajî vê yekê, rêya rast ew e ku ev hêz hino hino werin hilweşandin û malnişînkirin. Divê realîteya dirustkirina hêzê veguhere şêwazeke leşkerî ya bi zorê yan jî bi dilxwazî, bi şertê ku bi wekhevî derfet li pêşber ciwanan bê vekirin da tev li nav refên vê hêzê bibin dûrî girêdanên hizbî. Dûrî vê rêyê karekê ne pêkan û ne mumkin e tu li benda wê yekê bimînî ku Kurdistan bibe xwedî hêzeke çekdar a hevgirtî û nehizbî.

Rûdaw

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Yekîtiya metnê û wêne: GOG

ad

Roboskî, Afyonkarahîsar, Gezî û 133 mîlyon lîra

ad

Ji Hevşaredarên Nisêbînê bang: Deng bidin Nisêbînê

ad

Nivîskarê kurd Xelîl Kalo wefat kir

ad

LEWergera sisêyan derket

ad

Operasyona Valkyrie dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname