logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Kurd û perwerdehî

  • Dîrok: 10/11/2022
  • Beş:

Rênas Jiyan


- Mamosteyê kurdan kî ye?

- Dewlet!

Ma heke mamostê kurdan dewlet be îcar wê çawa mala kurdan xera nebe, hişê kurdan talan nebe? Mixabin, lê rastî ev e, em ji koledarê xwe (dewleta serdest) dixwazin azadiyê fêrî me bike. Em ew qasî ji rastiyê dûr û bê -hiş in.

Dewlet di dibistanên xwe de -ku îdeolojîk û nijadperest in ev dibistan -ziman û dîrok û çanda xwe fêrî me dike, me dike tirk. Em roj bi roj ji xwe dûr dikevin û çand û ruhê xwe ji bîr dikin. Lê em guh nadin vêya. Çima? Ji ber ku em bi giştî guh nadin perwerdehiyê ji ber wê. Em pir guh didin siyasetê. Me daye dû wê siyaseta req û rût. Me hê destnîşan nekiriye ku di gihaştina azadiyê de perwerdehî xaleke girîng e. Em hê pê nehisiyane bê ji ber em bê perwerdehî ne gelek kes ji me dikarin ziman û çanda xwe bifiroşin bi piskiwîtekê (ya jî dikarin li ser medya civakî bifiroşin bi “like”ekê). Mirovê perwerdekirî xwenas e, xurt e, bi bawerî ye, kûr e.

***

Berî Kemalîzmê û dewleta Tirkiyeyê perwerdehiyeke kurdan hebû. Kurdan di medreseyan de perwerdeyek didît. Heke ev perwerde perwerdeyeke olî û teolojîk bûya jî, dîsa jî baş bû, zimanê wê  kurmancî bû û ne perwerdehiyeke qirker û çandkuj bû. Ev perwerdehî dişibiya perwerdehiya skolastîk a Ewropayê; ne pir zanistî bû, ne pozîtîf bû, lê belê taliya talî perwerdehiyek bû û gelê kurd bi xêra wê bê perwerdehî nedima.

Em ji deqên medreseyan ên wekî Mele Xelîlê Sêrtî û Feqe Reşîdê Koçer fêr dibin ku di naveroka perwerdehiya medreseyan de şaxên wekî olnasî, sincnasî, feleknasî, xwezanasî, wêje û hwd. hebûn. Van medresana, “a Sor”, û ên din, nivîskarên mezin rakirine, gihandine; ev medrese lîteratureke wan hebûye, ziman û çanda kurdan parastine. Lê niha em bê perwerdehî ne, dijmin me perwerde dike û me dike dijminê rihê me.

***

Perwerdehiya dewletê -ku perwerdehiyeke Kemalîst û faşîst e -me fêrî metodên xwekuştinê dike, prensîpên qirkirinê nîşanî me dide bê em ê çawa xwe tune bikin; navê xwekuştinê bûye perwerdehî. Hişmendiya ku kurd înkar kirine, kurdî qedexe kiriye, radibe me perwerde dike!

Divê kurdî li dibistanên dewletê bibe zimanê perwerdehiyê û fermî, lê belê her wiha gerek di dersên wekî zanînên sosyal û coxrafyayê de ne civak û erdnîgariya tirkan, civaka kurdan û welatê kurdan Kurdistan were fêrkirin; di dersa dîrokê de divê ne dîroka tirkan, dîroka kurdan bê fêrkirin; di dersa muzîkê de divê stranên kurdan, di dersa olê de li gel îslamiyetê zerdeştî, di dersa wêjeyê de wêjeya kurdî (hem a klasîk û hem jî a nûjen) werin fêrkirin. Ger wiha be wê wateya perwerdehiya bi kurdî hebe, dijberî wê, ger mufredat tirkperest be perwerdehî bi kurdî be ne bi kurdî be wê tiştek ferq neke.

***

Gerek em pir guh bidin perwerdehiyê û xwe perwerde bikin; ji ber ku ne bi tenê bindestmayîna me, her wiha xizaniya me ya aborî jî ji ber bêperwerdehiyê diqewime. Perwerdehî hişmendî ye, hişmendî xweşî û azadî ye. Heke em azadiyê dixwazin, wê çaxê em pir guh bidin perwerdehiyê… heke em di civakê de etîk û aramiyê dixwazin, wê çaxê em pir guh bidin perwerdehiyê…

Bê perwerdehî esl û nasname û kesayeta mirov xera dibe: Îro ji ber ku perwerde nebûne ya jî xwe perwerde nekirine gelek kurd gava bi kurdî nizanin ji dêvla fedî bikin xwe qure dikin: Binêrin, ez ew şêr im ku tew bi kurdî jî nizanim!.. Hin kes ji ber ku zanîna wan a kurdî wan dike kurd naxwazin bi kurdî bizanibin. Kurd bi perwerdehiyê dikarin bibin kurd. Ne perwerdehî be nasname û kesayeteke kurdan çênabe. Psîkolojiya kurdan a bindestiyê ancax bi perwerdehiyê dikare rehet bide.

Miletekî neperwerdekirî bindest dimîne, kesayet û hişê wî pêş nakeve, azadiya xwe winda dike, tu carî yekîtiya xwe ava nake.

***

Miletekî neperwerdekirî nikare bextewar be, her tim şerê navxweyî dike, tundî jê safî nabe.

Miletekî neperwerdekirî tu carî dewlemend nabe, her tim birçî û muhtacî xelkê ye.

Miletekî neperwerdekirî tu carî di zanistî û teknîkê de pêş nakeve.

Miletekî neperwerdekirî bê sinc dimîne, civaka xwe dike kerî û welatê xwe dike axur.

Ji Xwebûnê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Leyla Xalîd ji bo Kişanak peyama piştevaniyê

ad

Bi 7 helbestan HELEBÇE

ad

Xebateke zanistî 'Kurdica' derket

ad

TGC'ê û TGS'ê girtina Azadiya Welat şermezar kir

ad

Li Amede xîma rêyeke nû hate avêtin

ad

2019'an de deynên Şaredariya Dêrsimê çiqas bûn, niha çiqas in?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname