logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Hukmên îdeolojîk û Zembîlfiroş

  • Dîrok: 04/08/2022
  • Beş:

Luqman Guldivê

Li ser tesîra nivîsê li gotinê û tesîra gotinê li nivîsê, gelek tişt bên gotin jî hişyarî ji van tiştan hemûyan maqûltir e.

Lewma bi her halî, nihêrîna em pê dinyayê dibînin yanî li wê serwext dibin, elaqedarî semyanê mejiyê me ye. Ew jî bi rêya tecrûbe, tercîh û derfetên me li aliyekî û bi rêya tesîrên aktorên derveyî me li aliyê din pêk tê. Herçî hizra me li ser besîtbûn û mucerrednebûna gotina devkî ye, ez serê pêşî hizra xwe bibêjim: Ew encama hukmên îdeolojîk e. Wexta ez behsa hukmê îdeolojîk dikim, ez behsa wî bingehê îdeolojîk dikim ku civaka me ya heyî, û hizra wê ya mucerred dispêre nivîsê û nivîskîbûnê.

Ev hizir îdîa dike ku tenê bi rêya nivîsê, yanî qeydiya fikr û hizran li ser navgînên hişk û neguher, yanî rûpel, keval, kîtabe, kompûter, wêne, dîmen û wekî din, civakên însanan karîn xwe ji besîtbûna devkîbûnê û hizra wê ya besît û nemucered xilas bikin.

Gava mirov berê xwe dide vê îdîayê, mirov dibîne ku ew hukmê îdeolojîk a ku vê îdîayê dike, civakê diguhere. Çi çê û çi xirab, ne nivîs, ne nivîskîbûn lê hukmê devkîbûnê piçûk dibîne, civakê diguhere. Jixwe gava mirov berê xwe dide civakên ku li gorî hukmê îro yê belav ê modernîteya kapîtalîst li paş mane, besît in û qaşo li nûkeriyê girtî ne, em dibînin ku berevajî îdîayê bi xwe, ev civak ji mêj nivîskî ne. Heta tesîra nivîsê di asta pîroziyê de li cem hinan ji wan xwedî dîrokeke pir kevintir e. Hin jê roja îro ne bi yek alfabeyê, lê bi gelek alfabeyan, ne bi yek zimanî lê bi gelek zimanan nivîskî ne. 

Naxwe, em dikarin ji bo hukmê berevajî jî bibêjin, kopiyeke vî hukmî ye. Ez ta bi derziyê ve bikim. Wekî nimûne, em berê xwe bidin hîkayeta Zembîlfiroş. Her çend Mele Ehmedê Bateyî di sedsala 16´an - li gorî Qanatê Kurdo sedsala 15´an - de Hikayeta Zembîlfiroş nivîsanadibe jî, em ê têkiliya tesîra di navbera nivîs û gotina devkî de bi temamî nikaribin ji hev derxin. Hîç guman jê nîn e ku vê reşnivîsa Meleyê Bateyî tesîr li gelek varyantên vê destanê kirine.

Lê bi heman rengî muhtemel e yekê yan jî gelekan ji varyantên devkî di çaxê nivîsandina Meleyê Bateyî de tesîr li wî kiribin. 

Piştî temambûna nivîsê, û belavbûna wê bi rêya medrese û gotinên qesîdeyên derwêşan jî vê tesîrlihevkirina dualî her dewam kiriye. Lê gava em serdestiyeke devkîbûnê beramberî nivîsê bi cih bikin, em bi zarê wî hukmî dikin ku devkîbûnê wekî besîtbûn dibîne; tenê em kirde û bireser, yanî aktor û tiştan bi hev diguherin.

Ji ber wê ye, ji bo serwextbûneke maqûltir li çanda nivîskî û devkî ya çê ew e ku mirov hay ji vê rewşê hebe û îdealîzekirina yekê beramberê ya din neke. 

Xulase, helbet ev her du destpêkên li jêr di nava têkiliyeke dualî ya sereqet de bûne û hukmên elaqedarî nivîskîbûn û devkîbûna wan, bi piranî hukmên îdeolojîk in:

Ey dil werin dîsa bi coş

Carek ji caran mey binoş

Bi hesreta Zembîlfiroş    

Da seh bikin hîkayetê*     

       Hey dil were, hey dil were

      Hey dil were, hey dil were

      Car bi cara şerbet binoş

      Dil qinyatê Zembîlfiroş**


* Ji dîwana Mele Ehmedê Bateyî. 

** Ji Folklora Kurmanca a Heciyê Cindî û Emînê Evdal a 1936´an çapbûyî.

Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Tîtirwask’ê Yaşar Kemal bi kurdî derket

ad

Encama Civîna Koma Hewldanê ya Jinên Kurd hate aşkerakirin

ad

Philip Morris jî dê êdî cixareyan çêneke/nefiroşe

ad

DEM Partî: Divê hikûmeta Şamê êrîşên li dijî kurd û suryaniyan bi dawî bike

ad

20'ê mehê cihên Newroz lê hate pîrozkirin

ad

HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname