logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • Dîrok: 19/07/2026
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2026


___Yaqob Tilermenî___

Wekî tê zanîn tîmên Arjantîn û Îngilîstanê di pêşbaziya li Amerîkayê de hatin hemberî hev û di nîv-fînalê de tîma Arjantînê bi encama 2-1’ê tîma Îngilistanê têk bir. Pîrozbahiyên li derveyî qada futbolê agir bi fitîleke nû xist û bû sedema nîqaşên siyasî. 
Piştî maçê futbolîstên Arjantînê pankartek ji trîbunan wergirtin ku li ser “Las Malvinas son Argentinas” hatibû nivîsandin. Nivîs dihat wateya “Giravên Malvinasê/Falklandê Aîdî Arjantînê ne”. Ji ber wê ev pankart li Îngilistanê bû sedema bertekên mezin. Li dû pankartê kampanyayek hat destpêkirin û li Îngilîstanê hat xwestin ku destûra xebatên futbolîstên di Premier Lîgê de dilîzin ên bi navên Cristian Romero (Tottenham), Lisandro Martínez (Manchester United), Enzo Fernendez (Chelsea), Alexis Mac Allister (Liverpool) û Valentín Barco (Chelsea) werin betalkirin. Bi sedema ku futbolîstan peyama siyasî dane, hin kesan piştevaniya kampanyayê dikirin, û yên li dijî van helwestan jî ev wekî azadiya ramanê dipejirandin.

FIFA WÊ CEZAYÊ BIDE ARJANTÎNÊ?
Ger raportorên FIFA’yê pankartê wekî peyama siyasî qebûl bikin, Arjantîn dê ji teref Federasyona Futbolê ve bi pêvajoya dîsîplînê were şopandin. Di mijareke mîna vê de sala 2014’an FIFA ji ber pankarteke naveroksiyasî cezayê pereyan dabû Arjantînê.
Mijara Giravên Falklandê wiha ye. Ew ji teref Arjantînê ve wekî “Malvinas” tê binavkirin û rêveberiya Buenos Airesê îdîa dikin ku girav ên wan e. Îngilîstan jî bi angaşta ku ‘gelên li giravên dijîn xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne’ hikumraniya xwe berdewam dike. Di sala 1982’yan de her du dewletan şer kiribûn, bi navê “Şerê Falklandê” 907 kesan canê xwe ji dest dabûn û girav di bin hikumranîya Îngilîstanê de mabû. 
Bi vî awayî tûrnûvaya futbolê anî bîra me ku lîstika navbera du tîman ji teref piştgir û parastvanên wan bi awayekî dîtir jî tê pêşwazîkirin. Em ê jî nirxandinên xwe li ser vî esasî berdewam bikin.

NIKARE BI KERÊ, DIBEZE KURTANÊ
Ji sed salî zêdetir e em wekî mirovên kurd di nava niqreya agirê Rojhilata Navîn de têne kelandin û ji teref hin serdestan ve tê xwestin ku me pijiyayî bixwin. Em jî wekî mirovên kurd ava sar dikişînin wê niqreyê ku em nekelin û nepijin. Gotina “erdnîgarî, çarenûs e!” li ser serê me wekî şûrê dudevî tê hejandin û kelegerma niqreyên erdnîgariyê canê me jî dialêse. Şerek diqede, yek dest pê dike û hemû şer jî, bi awayekî erdnîgariya me dikurêse. 
Herî dawî şerê navbera DYA-Îsrael û Îranê li navenda Kurdistanê teqiya û bandor li hemû aliyên Kurdistanê kir. Her ku balafirên DYA’yê li Îranê dixe, Îran pêşîn li welatên Delava Hurmuzê û dû re li partiyên kurd ên li başûrê Kurdistanê dixe. Di kurdî de gotinek heye, tê gotin, “Nikare bi kerê, dibeze kurtên” Wekî tê zanîn peyva “kurtan” tê wateya “cila ker”. Ker ajaleke xwedî kedê ye, dema nayê hesabê wê, inyadê dike. Xwediyê kerê jî ji hêrsan bi çoyê qalind li kurtanê kerê dixe.

LI SER AMEDSPORÊ, DAMARA KURDBÛNÊ
Di nava vê qerqeşûna Rojhilata Navîn û Kurdistanê de tîma futbolê ya neteweyî Amedspor heye û ji bo zehfên kurdan bûye wekî direwşeke xwelêgirtinê. Amedspor derket lîga herî bilind a Tirkiye-Kurdistanê û di 14'ê gelawêjê de dest bi pêşbaziya mezin dike. Ew jî ji bo lîga mezin wekî tîmên dîtir amadekariyên xwe dike û peymanan bi futbolîstên xurt û navdar re girê dide. Ev peyman hewce ne û divê bi asteke bilind werin pêkanîn. Lê divê neyê jibîrkirin ku yê ev tîm anîne vê radeyê rêveberîya berê ya bi koma Aziz Elaldi, futbolîstên kurd û piştevanîya alîgirên kurd bûn. Dema transfer hatin kirin gerek ev damara kurdbûyînê neyê jibîrkirin û li dû xeyalên popularîteya pergala kapîtalîstî neyê meşandin. Çawa ku lîstikvanê kurd Çekdar Orhan bi lîstik û navê xwe yê kurdî di dilên kurdan de cih girt, divê ev nav û yên mîna wî di tîma Amedsporê de werin bicihkirin. Ger li gora asta lîga mezin nikaribin cehdê bidin jî, divê di nava koma lîstikvanan de werin bicihkirin heta ku alternatîfên wan werin peydekirin. 
Helbet em ê li ser vê mijarê û kurdîbûna Amedsporê bi berdewamî helwest, daxwaz û bertekên xwe bînin zimên û bibin berdevkên futbolhezên kurd, lê divê hevalên me van nivîs û pêşniyazên me yên bi zimanê kurdî ragihînin rêveberiya Amedsporê û her tim bînin bîra wan ku ew nûneriya neteweyeke mezin dikin. Futbol bi tenê ne futbol e û Amedspor jî bi tenê ne tîmeke futbolê ye. Bi helwest û hestên siyasetê tîmeke futbolê nikare li ser lingan bimîne. Divê rêyeke sêyemîn ji bo vê qadê jî di meriyetê de be.

MESELEYA ÇEKDAR ORHAN
Em çima meseleya Çekdar Orhan bi bîr dixin? Ji lewre Serokê Amedsporê Nihat Eren sedema veqetîna wî bi vî awayî rave kiriye: “Li ser rapora heyeta teknîkî û pêdiviyên fîzîkî yên Super Lîgê rêwîtiya bi Orhan re bi dawî hat.” Wî di berdewama axaftina xwe de wiha destnîşan kiriye; “Amedspor di dîroka xwe de cara pêşîn dê di Super Lîgê de têkoşînê bide, û kapasîte û hêza fîzîkî ya lîgê di mistewayeke bilind de ye, biryara veqetîna Çekdar Orhanê 10 nimreyî bi vê sedemê hatiye wergirtin. Çekdar ewladê me ye. Me bi wî re bi salan mil bi mil xebat meşand û ew ê ji bo kûlubê her dem li cihekî herî taybet bimîne.”
Di rastîyê de ger kesek ewladê hinekan be û ji bo bilindbûna wan xebat kiribe, wî ewladî ji çav dernaxin û yekî din naxin şûna wî, dikarin yekî wekî wî bînin kêleka wî; lê xuya ye ev gotin ji bo qanihkirina raya giştî hatine zimên. Divê neyê jibîrkirin ku leja navbera aliyê kurd û dewleta Tirkiyeyê di warê çekdarî de hatibe rawestandin jî, şerê hişmendî û bidestxistina mafan hê jî berdewam e û futbol û nûnerê kurdan Amedspor di vî warî de fena kaxeza turnûsolê dê rista xwe berdewam bike.

SÊYEMÎNIYA ÎNGILISTANÊ
Di nivîsa xwe ya yekem de min diyar kiribû ku tîma Îngilîstanê di pêşbaziyê de yek ji favoriyê sereke ye û li gora maça şeva 18’ê tîrmehê li hemberî tîma Fransayê ew bû sêyemînê Kûpaya Cîhanê ya 2026’an. Digel ku Fransa tîmeke organîze û xurt e, ji ber hilbijartina futbolîstan a di wextê xwe de gelek caran bi zorê bi ser ket û herî dawî jî têk çû. Mirov dikare bibêje, Mbappe, Dembele û Digne fena dînamoyên tîmê, têkoşîna li nava qadê heta dawiyê hildigrin û ji ber futbolîstên mîna Olisê yên dixwazin ew bibin golavêj nagihîjin armanca xwe. Heman rewş ji bo tîma Îngilîstanê jî derbas dibe. Futbolîstên wekî Rashford, Rice, Saka û Konsa divê di destpêka maçê de hebin û futbolîstê wekî Bellingham ku ji bo golavêjiya xwe dixebite, divê piştî deqeya 60’emîn têkevin maçê. 

ŞAŞIYA HER DU TEKNÎK DÎREKTORAN
Maça tîmên Îngilîstan-Fransa nîşanî me da ku rahênerên her du tîman jî ji ber pest û stresa pêşbaziya mezin di diyarkirina tîma sereke de hin şaşî kirine. Îngilistan di dewreya pêşîn de bi çar golan organîzebûn û xurtiya xwe nîşanî futbolhezan da û di dewreya duyemîn de jî, bi cehda Mbappê, bi gol û asîstên wî tîma Fransayê çar golên hêja şandin tora kelehvanê îngilistanî. Lê rihetî û teknîka îngilîzan destûr neda wan ku bi ser kevin. Digel ku Îngilistan bû sêyemînê tûrnûvayê, Mbappe bi 10 golên di tûrnûvayê de Messi derbas kir û berendamê goga zêrîn e. Maçeke gelekî xweş bû û teqrîben her ji neh deqeyan carekê golek hat avêtin. 
Wekî ji maça duh bi şev ji dîyar bû, di futbolê de hêza futbolîstên xwedî şiyan girîng e, lê ji gişî girîngtir biryar û hilbijartina rahênerên tîman e. Ger Amedspor dixwaze di Super Lîga Tirkiyê-Kurdistanê de mayînde bimîne, divê bi rahênerekî hetiriyê kurdan re bixebitin û mîna tîmên li Tirkiyeyê nede dû popularîteya futbolîstên navdar. Zarokên kurdan ên futbolîst li Kurdistanê zehf in û bi piştevanî û helwestên neteweyî dikare bi dehan futbolîstên kurd bi rêya Amedsporê li cîhanê navdar bibin. 

19.07.2026 / Swîsre 

 

Di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de nivîsên Yaqob Tilermenî yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

 - Messi, tu çi şexs î ?

- Şerma Gijonê

- Gelo di futbolê de edalet heye?

- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê

- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din

- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn

- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de

- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan

 

 

 

 

***

Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026

***

Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

***

 


DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:

- Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

- Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

 - Norwecê bi bêran li devê brezîliyan da!

- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!

- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!

- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî

- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
 Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin

- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin

**

 

 

 

 

 

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com


   

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news
Kûpaya Cîhanê 2026 - Nivîsên Dawî
news
  • 23 07 2026

FIFA'yê 11'ên Herî Serketî yên 2026'an eşkere kirin

news
  • 20 07 2026

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

news
  • 19 07 2026

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

news
  • 19 07 2026

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

news
  • 19 07 2026

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

news
  • 19 07 2026

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

‘Ez tenê canê xwe difiroşim lê hûn...’

ad

Kovara hiqûqê 'Dadistan' jî hat

ad

Li Wanê karesateke mezin: Erzaqên erdhejzadeyan şewitîn

ad

Li Helebceyê pêşangeheke pirtûkan a cuda: Li vir pere nayê bikaranîn

ad

Agahiyên dawî li ser hilbijartina Başûr

ad

Serîlêdana kurtefîlman dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname