logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Mîrname û erotîzmeke nepen

Di malpera “netkurdê” de bala min kişand, tavilê min xwend, li ser romana Jan Dost, li ser “Mîrname”yê bû “nivîs”, ji de

  • Dîrok: 24/08/2008
  • Beş: Serbest

Şener Ozmen

Di malpera “netkurdê” de bala min kişand, tavilê min xwend, li ser romana Jan Dost, li ser “Mîrname”yê bû “nivîs”, ji destê birêz Alî Fîkrî Işik derketibû, nivîseke balkêş bû, belê wilo bû, belam ev balkêşî, çi ecêb e ku ji nêzîktêdayîna nivîskêr a der heqê romanê nedihat, yekser ji şêweya nivîsê dihat, ji ber ku nivîs (yan ev cure xwendin), li şûna ku bala kurdîhezan bikişîne  -bide- ser Mîrnameyê (helbet bi vê mebestê hatibû nivîsandin), jê bi dûr dixist (bêyî ku hay jê hebe) û dikir ku Mîrname, nola romaneke “ji rêzê” bihête dîtin. Ne mînakdayîna ji “structuralism”ê (bi gotina nivîskêr; avakarî, yapisalcilik) û ne jî hewldayînên felsefî ku li xaçerêkên nivîsê bi pûtepêdan hatibûn reşandin, ne çespandina hejmara rûpelên romanê û ne jî gotinên mîna “hezar car şikir…”, nedibû derman ji birîna nivîsê re; dihat ku ez bibêjim “heke romanek mîna Mîrnameyê bi sê caran hatibe xwendin, divê hûn –kêm û zêde- temet wê romanê xwendineke rexneyî binivîsînin da ku xwendevanên Jan Dost têbigihin bê Jan Dost çi kiriye”, her di wan rojan de bû, ez û hêja Dilawer Zeraq li ser “3gavek û 3darek”ê dipeyivîn, min gotê, “Te dît bê bikaranîna kîte kîteyên biçûk, reng û hêzeke çawa didin romanê, ji bo nimûne; ew kevirê biçûçik ê pekiyabû nav şimika Şêx ya çepê, ketibû navbera du tiliyên lingê wî û ew diêşand, xeyalên wî jî qut dikirin…”

 

Jan Dost ev e, ev herk (yan hêz) ji dîtbariyê tê, mirovandina sembolekê nola Şêx Seîdê Pîran ku bi demekê –demekê dirêj- hinên ji me bizav û serhildana wî bi paşverûtiyê bilêv dikirin, belê karekî dijwar e (dijwar bû), her wiha, wêrekî divêt (wêrekî diviya), Mehmed Uzun vê yekê di “Bîra Qederê” de ji ser “Celadet Beg” avakiribû, helbet bi vegotineke destanî, epîk, carinan dîdaktîk, lê di wir de Celadet Beg, wekî me bû, belê wekî me, hezkiryên wî hebûn, ew jî xwedî dilek bû, bi tayê evînê diket, digiriya, bêrî dikir, bi qewlê rehmetî “ziravbihistiyar” bû Celadet Beg, me canebê wî di hevşabûnekê de didît; “Celadet bi her du destên xwe memikan nêzîkê hev dike û lêvên xwe li ser herdu sermemikên qahweyî û mezin bi hev re digerîne…”,  (Bîra Qederê, M. Uzun), mêjûya şexsî ya rewşenbîrekî kurd, bi hemû keft û lefta jiyana wî li ber çavan bû, me êdî dikariya ji ber hin helwest, liv û tevger û gotin û nêrînên wî, wî rexnebikira, pê re êciz bûba, pê re şad bûba, mesele ev bû, Mehmed Uzun, me ji pêzanînên ansîklopedîk, her wiha ji yên polîtîk bi dûr xistibû û Celadetê xwe afirandibû…

 

Me got ku Jan Dost, ew jî hem di “3gavek û 3darek”ê de û hem jî di “Mîrname”yê de beşeke girîng ji evîn û pirsgirêkên evîn û evîniyê re vediqetîne, ji Şêx re “Perîxan”, ji Xanî re “Şengê” û her di vê îstgehê de em dişên bibêjin ku Jan Dost, hîmên van her du romanên xwe li ser “evînê” avakiriye, ji ber ku bi tenê evîn dikare mêjûya têkçûnekê siyasî (Şêx)/rewşenbîrî (Xanî) bi vî terhê xwe yî mirovandinê ji mejiyên me yên dorpêçkirî rizgar bike û Jan Dost, vê yekê bi hostayî -bi alî dirûvandina dîmenên balkêş (bo nimûne: Di Mîrnameyê de pêrgîhatina bav û kurî ya di şikeftê de, meyla kurî, homoseksualîte, dexesî û Amed, di 3gav û 3darekê de peyva Şêx, “Ehmeq in, ehmeq!”) dirûvandina şexsiyetan, hûnandina kîte kîteyên ku bêhna romanê vedikin- lê ne “bi rehetî”, çareser dike, lê ku em fena birêz Alî Fîkrî Işik bibêjin ku; “Nivîskarê Mîrnamê Jan Dost ji binê barekî gelek giran, bi rihetî derketîye.” dê ev tesbît, heye ku wekî tesbîteke bilez û bez û mişt kelecan bê dîtin, ne hewce ye. Û hin gotin û tesbîtên din yên wekî; “…Mîrname bi her tiştê xwe ve roman e. Mîrname romanekê wilo ye ku ne hewceyî navê Ahmedê Xanê ye. Jixwe ya rastî jî ev e.”, lêzedekirineke bê sûd, aya peyva “bi her tiştê xwe ve” tê wateya çi? Çi ne ev tişt? Ziman, mijar, serpêhatî, çîrok, Ehmedê Xanî, awa, dirûv, estetîk, pêvajo? Yan jî; “Xwendewanekî çavvekirî kare di beşa pêşî de, bi rihetî xwe bigihîne vê hejmarê…”, em bi devika başûriyan bibêjin, aya peyva “çavvekirî” lê re çi dike? Gelo ev gotin, wan xwendevanên ku ne çavekirî ne û em bibêjin ku tev kor in, dê êciz neke? Ji ber çi di nivîsekê ku bi mebesta veçirandina romanekê rabûye de, daxwaza xwendevanekî/ê taybet tê kirin? Yan jî; “Ji vir û pê ve roman ji edebiyateke xas hatiye avakirin. Bira xelet neyê fêmkirin, roman heya wan hevokan jî bi edebiyateke bilind hatiye honandin.”, heman şêwe, heman serfiyat, heye ku Mîrname, ji ber vê peyva “Bira xelet neyê fêmkirin…” xelet bê fêmkirin. Û peyva “edebiyateke bilind”, ango, wêjeya ku, xwe ji ya populer cuda kiriye, gelo ma wêjeyeke popular a kurdan heye? Ma ne em daxwaza populerbûyîna wêjeya kurdî dikin? Yan jî; “Bi xwendinekê nirxê vê romanê naye kifşkirin. Ku xwendevan aciz nebe, ez ê li xwe mikur verim; min sê caran ev roman xwend. Piştî xwendina dawî min biryarek hilgirt. Bi nirxandin û şirovekirin rumeta vê romanê nayê eşkerekirin. Vê romanê analizek divê.”, Û va ye birêz Alî Fîkrî Işik Mîrname analîz kiriye. Yan jî –wekî dawî-; “Kitêba Jan Dost, Mîrname, bi hezar tevnî, ku bê xwendin jî, ji rûmeta xwe tiştekî hunda nake.”, çima gelo? Çawan bi hezar tevnî? Çend awayên xwendinê hene? Çima hûn qala xwendina pirlayen nakin? Li şûna wê, hûn berê me ji nû ve didin “structuralism”ê ku êdî pûte pê nayê kirin û gotina “ji rûmeta xwe…”, ma gelo xwendevan ji bo ku rûmeta romanê, helbestê, çîrokê, kurteçîrokê hilweşînin, dixwînin?

 

Lê ku min pirtûk (Mîrname) bê qeda û bela qedand, ez, -çawan bilêvkim-, şaşomaşo bûm, mijar dîsan hatibû li ser zimên û bikaranîna wê, ji ber ku Jan Dost, xwepêşendaneke bi seyr dikir bi dirêjahiya romanê, bêdeng û jixwerazî bû, her wiha ji zimanê xwe piştrast bû, romaneke biyan bû romana Jan Dost, “giran” bû, “tîr” bû welhasil, belam ew giranî û tîrbûn ji sermijara romanê nedihat, welew ku sermijara romanê jî xwe wilo zû bi zû nedida dest, lê dîsan jî ez li ser ya xwe bûm; her ku min rûpel diqulipandin, pirsek ku ji destpêka “Sibehek bi baran bû”  we re bi dû min ketibû, serê xwe radikir: “Çima evînên bêmirad, çima evçend reşbînî, ango nîhîlîstî?”, Jan, hê di têketa romanê de bersiv dida: Hibr e, bi hêsran û xwînê têkel dibe, bi jehrê jî dibe mirin, dibe jiyan.”  

 

Wekî peyva dawî: Jan Dost, ne ku reşbîn e, di bin wê reşbîniyê re, wî serbenên erotîzmeke nepen jî radestî me dike, lê ku em rastê werin û baş bixwînin.

  

23 gelawêj 2008 / Amed  

 

sener.ozmen@gmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hozan Diyar li Qamişlo stranên xwe pêşkêşî bi hezaran kesî kir

ad

Pirtûkeke nû ya helbestan: 'Pûnga Li Bajêr'

ad

Bilêtek 305 YTL, heqdestê mehane 500 YTL ye!

ad

Rêveberiya Xweser ala Sûriyeyê ya nû didaliqîne

ad

Xwezîbû ku vegerim gund

ad

Îro, sê nûçeyên li ser Rojava

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname