Cemil Oguz
Çîroknûs Selahattin Bulut vê carê bi çîrokeke xwe ya dirêj dest avêtiye mijareke dijwartir. Ew dibêje: “Min xwest derdeke nehatiye vegotin bînim ziman”
Selahattin Bulut ku bi pirtûkfiroşiya xwe bi salan e xizmeta kurdan, çanda kurdan dike ew êdî bi çîrokên xwe jî ketiye ser vê rêyê. Pêşî pirtûka xwe ya çîrokan “Bihuşta Lal” derxist. Çîrokên ji nav jiyana kurdan pêşkêş kir. Derdên ji nav kurdan bi çimanekî çîrokî pêşkêş kir. Û bi vê pirtûkê wî bi rehetî pênasa ‘çîroknivîsi’yê bi dest xist. Bulut vê carê bi pirtûkek ku ji çîrokek dirêj pêk tê, bi “Xadim”ê derket pêşberî xwendevanên kurdî. Pirtûkak ku ji Weşanên Avestayê derketiye çîroka Jêhatê hatiye xadimkirin, bi gotina Bulut “Çîroka xadimkirina kurdan bi xwe ye.”
Ji ‘Bihuşta Lal’ heta ‘Xadim’ pêvajoya çîrokan
Bulut, di sala 1954'yan de li Dêrika Mêrdînê hatiye dinê. Li Mêrdînê Enstîtuya Perwerdehiyê qedandiye û li Dêrikê û Qersê du salan mamostetî kiriye. Wî, berî derbeya 1980’yî re dest bi nivîsa kurdî kiriye. Bi derbeya 12’ê Rezberê re ew jî wekî gelek kurdan xwestiye derkeve derveyê sînorê lê di sala 1981’ê de li ser vê rêyê hatiye girtin û heta 1989’ê di girtîgehê de maye. Li girtîgehê, piştî ku rewş hinekî asan bûye li ser tiştên ku xwestiye binivîse not girtiye, carinan ew not bi awayekî neyê fêmkirin bi nameyan şandiye derve. Û piştî ku ji girtîgehê derketiye hêdî hêdî tiştên di bîra wî de ne, tiştên şandibin derve berhev kiriye. Ew niha çîrokan dinivîse. Pêşî çîrokên xwe di bin navê “Bihuşta Lal” de pêşkêşî çîrokhezan kir û niha jî bi pirtûka xwe ya bi navê “Xadim” silav li çîroknûsan û çîrokhezan kir.
“Xadim” çîroka kurdekî bi navê Jêhat e ku deh salan di girtîgehê de maye, bi îşkenceyên mezin re rû bi rû maye, di îşkenceyê de hatiye xadimkirin.
Pirtûka “Xadim”, bi derketina Jêhat ya ji girtîgehê dest pê dike, li mala wan didome û dema tê Stenbolê nexweşiya wî, bi gotineke din xadimbûna wî derdikeve holê, xwendevan bi vê nexweşiyê, bi tiştên ku hatine serê wî dihesin. Çîrok bi zimanekî sade û herikbar hatiye nivîsandin. Bêyî xwendevan li ciheke bieliqe, yan aciz bibe çîrok heta serî bi meraq diçe. Û dawiya çîrokê nîvco hatiye hiştin; dibe ku berê xwe bide çîrokek din di berhemeke din de.
Li welatê kurdan her tişt hatiye xadimkirin
Li ser “Xadim”ê me bi Selahattin Bulut re xeber da. Bulut diyar dike ku piştî derketina ji girtîgehê çîrokeke wisa di bîra wî de hebûye lê heta niha maye û ew wiha berdewam dike; “Dema îşkence li jinan dibe, jin dibêjin li me wisa hate kirin, em hatin tacîz kirin, lê mêr nabêjin. Min xwest nîşan bidim ku di îşkenceyê de zilam jî ji van merheleyan re derbas dibin. Mirovên wisa pir in. Di Girtîgeha Amedê de gelek kesên wisa habûn.”
Bulut di sala 2006’an de “Bihuşta Lal” derxistibû û ev du sal in li ser çîroka “Xadim”ê dixebite. Li pirtûkxaneyê, her ku pirtûkên çîrokan tên ber destên wî ew dixwîne, di heman demê de çîrokan dinivîse û dibêje, “Ez ji çîrokan hez dikim.”
Li ser pirtûkê jî Bulut van tiştan tîne ziman: “Ez dixwazim xwendevan di vê çîrokê de ne tenê Jêhatî, miletekî bibîne. Xadimkirin ne tenê ji aliyê cinsî ve, ger mirov nikaribe bi zimanê xwe biaxive jî ev xadimkirinek e. Dema Bavê Jêhat kurê xwe li ber girtîgehê hembêz dike, leşkerek diqîre ‘Hadê’. Bav dibêje, ‘Hadê em herin lawê min, kêfa zêde nebaş e.’ Tu nikaribî bi dilê xwe kêfê bikî jî ew xadimkirinek e. Li welatê kurdan her tiştê ji bo jiyanê hatiye xesandin. Di şexsê Jêhat de min xwest van nîşan bidim.”
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


