Zekî Ozmen
Xelatên 16. Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî hatin belavkirin. Di şahiya diyarkirin û belavkirina xeletên pêşbaziyê de hem nivîskar û xwendevan gihîştin hev, hem jî ziyafeta muzîkê hebû.
Şeva Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ya ku her sal ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê organîzekirin îsal li bajarê Frankfurtê bi beşdariya bi sedan xwendekarên zanîngehan ve hate lidarxistin. Digel panelên li ser wêjeyê, diyarkirina helbest û çîrokên ku hêjayî xelatê hatine dîtin hatin diyarkirin.
505 berhem hatin şandin
Îsal bi giştî ji 359 kesan 505 berhem ji bo pêşbaziyê hatibûn rêkirin. Di kategoriya helbestên kurmancî de bi giştî 112 helbest hatibûn rêkirin û ji wan helbestan bi navê “Hêvî” ya Welat Esen ji Girtîgeha Tîpa F Kirikale wekî yekemîn, helbesta bi n
avê “Aşop” ya Yilmaz Demîr ji Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê wekî duyemîn û helbesta bi navê “Bakur” ya Mihemed Elî ji Swîsre û “Kevalber” ya Serkan Avagon ji Selhedînê wekî sêyemîn hatin xelatkirin. Juriya beşa kurmancî ya helbestan ji Jana Seyda, Arjen Arî û Ehmed Huseynî pêk dihat.
Di Kategoriya çîrokên kurdî de ku juriya wê beşê ji Firat Cewerî, Xelat Ehmed û Cîhan Roj pêk dihat, çîroka bi navê “Tazî” ya Şevger Çiya ji Stenbol wekî yekemîn, “Evîna bê sînor” ya Eyup Turgay ji Girtîgeha Sîncanê duyemîn û “Şahîn, Bazê Çiyan” ya Kawa Şêxê ji Almanyayê wekî sêyemîn hatin hilbijartin. Ji bo vê kategoriyê jî 29 berhem hatibûn rêkirin.
Ji bo beşa helbest û çîrokên bi zazakî jî 5 helbest û çîrokek hatibûn rêkirin lê belê juriya vê beşê ku ji Kamer Soylemez, Haydar Diljen û Îlhamî Sertkaya pêk dihat, berhemên hatine rêkirin hêjayî xelatê nehatin ditîn.
Ji bo kategoriya beşa tirkî ya helbestan 209 helbest hatibûn birêkirin û “Zaman” a Aykan Erdem ji Stenbolê wekî yekemîn hate hilbijartin û her wiha di beşa çîrokên tirkî de jî ku 75 berhem hatibûn rêkirin, “Guvercin” a Murat Turk ji Gîrtîgeha Boluyê ya Tîpa F wekî yekemîn ji hêla juriya vê kategoriyê ve hate hilbijartin.
Wêje ji bo kê?
D
igel merasima belavkirina xelatan, di paneleke bi navê “Wêje ji bo kê?” bi beşdariya nivîskar Helîm Yusif, Ehmed Huseynî û Xelat Ehmed ve hat li dar xistin. Di vê panelê de digel babeta hat destnîşankirin, pirsgirêkên rojane yên zimanê kurdî û wêjeya kurdî jî hatin giftûgokirin.
Di şevê de digel komên muzîkê yên kurdî dê Koma Yeni Turku jî derketa ser dikê lê Yeni Turku ku ji Tirkiyeyê hatibû derneket ser dikê; li ser vê jî tengezarî di birêveçûna şevê de derket û ev yek bû sedem ku şev zêdeyî du saetan bi derengî dest pê bike. Destpêkê ku bi hênceta ku sîstema teknîkî ya deng ne bi dilê wan e, pirsgirêk deranîn û piştî sîstema deng li gor daxwaza wan hate guhartin, vê carê jî komê şerta ‘heta wêneyê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji dikê neyê danîn, yan bi perdeyekî neyê veşartin ewê nederkevin ser dikê’ avêtin holê. Piştî komîteya amadekar ev yek qebûl nekir koma Yenî Turku bêyî derkeve ser dikê salon terk kir û çûn. Li ser vê mêvan û temaşevanan nerazîbûn nîşanî Yenî Turku da.
Di şevê de diya Huseyî Çelebî jî axaftinek kir diyarkir ku digel ew bi xwe jî tirk e, ew vê kiryara Yeni Turkuyê şermezar dike û xwe ne tenê wekî diya Huseyî Çelebî dibîne, lê belê diya hemû şehîdan e. Di şevê de rêveberê KCK’ê Duran Kalkan û gelekên din pîrozbahî ji bo şevê şandin. Di birêveçûna şevê de Ehmed Huseynî helbestên xwe yên bi kurmancî û Îlhamî Sertkaya jî helbestên xwe yên bi dimilî xwendin.
Ji hêla din ve beşdarên şevê di destpêkê de bi muzîka Sakîne û Mehmet Akbaş û di dawiyê de jî bi stranên Mehmet Atlî demên xweş derbas kirin.


