Enqere
DTP'ê li meclisê gaveke dîrokî avêt: Di dîroka Komara Tirkiyeyê de, herhal di dîroka kurdan de yekem car partiyeke li civîna xwe ya li koma meclisê bi kurdî xeber da.
Wekî her roja sêşemê îro jî li meclisê civîna partiyên ku koma wan di meclisê de heye hebû.
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk di civîna koma wan a li meclisê de dest bi axaftina xwe kir û dûre wisa got: "Ji bo ku ez nîşan bidim zimanê zikmakî ne tirteke tirsê ye ezê axaftina xwe ya ji vê wêdetir bi kurdî bidomînin."
Turk di axaftina xwe de da zanîn ku 21'ê reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ye û wiha berdewam kir: "Tiştê ku pirçandî pêş bixe pir zimanî ye. TRT Şeş bi kurdî weşanê dike lê bingeha wê ya fermî nîn e. Kurdî ji bo AKP û dewletê serbest e, lê dema gel bikar bîne qedexe ye."
Axaftina Turk a bi kurdî li nav komê, li piyan bi çepikan hate pêşbazîkirin.
Di vê navê de Televîsyona Meclisê (bi rêya TR 3 weşanê dike) ku axaftina koman a li meclisê diweşîne li ser gotina Turk a bi kurdî weşana xwe birî.


