Kerkûk
Rêveberiya Ragihandinê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê ragihand ku du caran êrîşê beşa leşkerî ya balafirgehê kirine lê tiştek bi kesî nehatiye.
Ev cihê êrîş lê çêbûye bi qasî du-sê kilometre ji balafirgeha sivîlan dûr e. loma zirar negihîştiye balafirgeha sivîlan.
Birêvebirê Ragihandinê yê Balafirgeha Kerkûkê Herdî Semed ji bo Rûdawê gotiğe, "Beşa ku bûye hedef Hêzên Asmanî yên Iraqê, Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî hene."
Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê li başûrê rojavayê bajêr e.
Ev balafirgeh xeyn ji geştên sivîl, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îraqê ve wekî baregeheke leşkerî jî tê bikaranîn.


