Perwîzê Cîhanî
Heval û hevkarên hêja Digel rêz û silavan va ye min hindî karîn û zanîna xwe ew peyv û têgînana rave û şirove kirin û wateyên ku min zanîn ji wan ra nivîsîn.
Ev hinda nayê bi wê wateyê ku hemû wateyên ku min da ne, rast û durust in. Debê li ser van cure peyv û têgînan gelek danûsitandin bêne kirin û kenkaşên berfireh li ser hebin. Çunku wateyên van peyvana nîyazmendî şiroveyên berfireh bûn, ew li wan xiştekên ku we destnîşan kiribûn da nediguncîn, ez neçar mam şirove û wateyan dervayî xiştekan binivîsim.
Peyvên ku bi dîtina min durust bûn yan çi gotinên min li ser tunebûn min çi li ser nenivîsîne.
Wate û şiroveyên min piştî peyvên we li ber in:
TÊGIHÊN ŞANOYÊ:
Açık hava tiyatrosu :ŞANOYA SERVEKIRÎ
Tapınak :PERESTGEH
Agora :AGORA
Meydan sahne :DIKA QADÎ
meydan bixwe peyvek kurdî ye. Peyva meydan li gel peyva meyter hevrîşale.
Antik Yunan :YEWNANA ANTÎK/ Yûnana kewnare.
Açık hava doğa tiyatrosu:ŞANOYA SIRUŞTÊ/
şanoya servekirî ya siruştî
Gösterim :PÊŞANÎ
- peyva pêşanî kurtkirîya peyva pê nîşandan ê ye. Peyva pêşangeh jî ji vê peyvê tê. Ev peyv bi vê wateyê zortir li Soranî da tê bi kar birinê. Di kurmancî da gava em bêjin pêşanî, zortir enî/pêşenî/pîşanî dikeve serê mirovî, ta ku nîşandan. Wek hêja Zana Farqînî jî nivîsiye, danîşan baştir e. Lewra ku danîşan rewşnaveke/sifetek e berewajî ye. Çawa sorgul sifeteke berewajîye ji gulsor yan gula sor, danîşan jî berewajîya nîşandanê ye. Ez dibêjim danîşan bi vê wateyê di îyarê xwe da ye.
Antik Tiyatro :ŞANOYA ANTÎK/ şanoya kewnare
Hoplamak :XWE HOLKIRIN- hopanê
- ev peyva tirkî ji hopanê ya kurdî çê bûye. Hopanê leyzek kurdî ya zarokane ye.
Ödev :SPARTEK
- sipartek ji peyva sipartinê tê. Sipartin emanet dan û pê sipartin û tewsîyekirin e. ji bo "ödeva tirkî", ji mêjve ye ku kurd peyva erk bi kar dibin. Erkên malê: ev ödevi.
Güzel sanatlar :HUNERÊN CIWAN
El sanatları :HUNERÊN DESTAN/ kirê destan.
Gundîyên Kurdistanê ji vê peyvê re kirê destan dibêjin. Min sala 1367 mişextî, 1987 zayînî li hejmara 23 ya kovara Sirwe li rûperên 63-67 an da goterek li ser vê mijarê nivîsîye.
Görsel sanatlar :HUNERÊN DÎTBAR-
tewanka vê peyvê nivîşkan e. Debe ev peyv wiha be: hunerên dîtbarî yan jî sivik be û bibe: hunerên dîbarî. Pêşpirtika „dî“ ji rîşeya radera dîtin tê. Ev pêşpirtika li peyvên dîdar, dîyar … da eşkera tê dîtinê. Li navên hevbend (murekeb) da jî heye: rodî, xêrdî, bedî, nebedî…
Dramatik :DRAMATÎK
Mimar :AVAHÎSAZ
Tanım :PÊNASE Kavram :TÊGIH-
têgîn ji têgih ê baştir e. hindek wateyên gih ê yên dî jî hene. Lê gîn, ji rîşeya(koka) gehîştinê tê û tişta giring tê da karayî/bikirî ya wê dîyar e. Nav debê xudanê karayîyekê be, karayî û bikirî debê jê dîyar be.
Yöntem :RÊBAZ / AZÎN-
du peyv ji bo vê peyvê li kurdî da heye: rêbaz û şêwe. Şêweyên axiftinê, şêweyên fêrkirinê, şêweyên nivîsînê, şêweyên rêveberîyê…Lê rêbaz zortir ji bo uslûb û methodên ramîyarî/sîyasî û dînî tê bi kar birin. Zortir wateya mezheb û meslek (ne turkî bi erebî: bîr û hizrên ramîyarî) ji rêbazê tên fam kirinê.)
Yetkili :RAYEDAR-
peyva rayedar peyvek hevbende ji ra ya erebî û dar ya kurdî. Peyva yetkili xudanê çendîn wateya ye. Kesê/a xudanmaf, xudanhêz, xudankarîn/bikir, xudandeng, destûrdar. Em dikarin du peyên bikir û destûrmend bi wateyên cuda cuda ji vê peyvê ra bi kar bibin.
Şekil :TEŞE-
Gösterim :PÊŞANÎ- wek li jorê jî min şirove kir, pêşanî wateyê dide guherandinê. Em avirrekê jî bidin zimanên destexûşkên zimanê kurdî, kanê li wan da çawa peyv hatine saz kirinê. Bo nimûne farsî. Li farsî da ji vê peyvê ra nimayiş tê gotinê. Peyva nimayiş ji nimayanden û nemûdenê tê. Nimayanden yan nemûden li kurdî da dibe nimandin, nivandin, ku rîşeya fermanî ya wê dibe binivîne/binimîne. Peyva numayiş ya farsî ji sê pişkan pêk tê: numa+ y + iş, wate rîşeya numayîden û navpirtik wate „y“ ya nermkir û paşpirtika iş pêk hatîye. Ev paşpirtka iş li farsî da xudanê karvedaneke mezin e û farsan bi wê paşpirtikê bi sedan peyv afirandine. Wekî: kuniş, aferîniş, perweriş, amûziş, werziş û… ev paşpirtika li kurdî da jî bi teşeya „işt“ heye. Weke li peyvên „xurişt, birişt, zişt, da. Em jî dikarin navê gösterma turkî bikin: nimayişt, yan jî nimayiş
Anlatım :VEGOTIN –
duruste anlatma vegotin e, lê li anlatmayê da wateya şiroveyê jî heye. Vegotin wate te tiştek gotîye û tu carek dî jî ewê dibêjî.
Anı :BÎREWERÎ, BÎRHATÎ-
Ev peyva şiroveyê dixwaze.
Anma :BIBÎRANÎN
Macera :SERBORÎ-
peyva macera peyvek erebî ye, tê bi wateya çi bihorî, çi derbas bû. Lê berebere wateya serbihorîyê bi xwe ve girtîye û ew jî serbihorîyek pir saw û buvedar. Serborî yan serbihorî zortir li zimanê kurdî da ji serhatîyên asayî ra tê gotinê. Bi dîtina min peyva serûven em bi wateya macera yê bi kar bibin, baştir e, herçend ku ew jî her bi wateya serbihorî yê ye.
Söyleşi :HEVPEYVÎN
Çabalamak :TÊXEBITÎN / BIZAVKIRIN/HEWLDAN
Yetenek :BEHREMENDÎ
Sorun :KÊŞE, ARÎŞE, GELŞ, GELEMŞE, PIRS, PIRSGIRÊK
Evrensel :GERDÛNÎ
Anonim :GELÊRÎ,
Ev peyva anonym gorekî karbirda xwe, wateyên wê jî têne guhorînê. Eger li bara folkorê da be, hînga mirov dikare bêje; gelêrî. Lê li bareyên dî da mirov dikare bêje;nenas, nedîyar. Bo nimûne dibêjin: yekî anonym ji min ra têlfon kirîye. Yan têlfonek anonym ji bo min hatîye. Êdî em nikarin bêjin têlfonek gelêrî ji min ra hatîye. Debê em bêjin têlfonek nenas. Tiştekî nedîyar .
Ara oyun :LÎSTIKA NAVBERÎ
Aristotalesçi tiyatro :ŞANOYA ARÎSTOYÎ
Arkaik tiyatro :ŞANOYA ARKAÎK / KEVNARE
Balkon :ŞANEŞÎN
Di kurdî de ji balkonê ra eywan û eywangeh jî dibêjin. Şaneşîn yan şahneşîn pişkek taybet ji eywangehê ye.
Atışma :AVÊTINA BER HEV-
devojenî, Heso û Huso devojenî hevdu bûn. Avêtina ber hev li hevdu zivirandin e. Bo nimûne du dengbêj davêjin ber hev, li hevdu dizivirrînin, lê şer û pevçûna zimanî li nîveka wan da tune ye.
Bedensel iletişim :DANÛSTANDINA BEDENÎ, peywendî, têkilî
Beden dili :ZIMANÊ LAŞ-
hejiyare, ev peyva kurdî tê beranberî îşare û îmayê, ku wateya mîmîkê jî jê tê fam kirinê.
Mesaj :PEYAM
Belgesel oyun :LÎSTIKA BELGEWARÎ-
paşpirtika warî tê bi wateya wekî, bînanî, ku lêreda wateyê nade. Em dibêjin kurdewarî: wate wekî kurdî, li ser rê û rêbazên kurdî. Belgesel oyun dibe lîstka belgeyî, neku belgewarî.
Benzetmeci oyun :LÎSTIKA LASAYÎGER-
lasayî bizarîkirin wate taqlid etmek e, benzetme li kurdî da dibe wêkçûyî
Göstermeci tiyatro :ŞANOYA PÊŞANDER-
şirove û pêşniyaz li jor hatîye.
Biçimci tiyatro :ŞANOYA TEŞEPARÊZ
Bölge tiyatrosu :ŞANOYA HERÊMÎ-
herêm peyvek erebî ye. Li kurdî da em navçe dibêjin, Bölge tiyatrosu dibe şanoya navçeyî.
Biyomekanik tiyatro :ŞANOYA BIYOMEKANÎK
Bulvar tiyatrosu :ŞANOYA BULVARÎ
Cafe tiyatrosu :ŞANOYA KAFEYÊ (KAFETEATR)
Cep tiyatrosu :ŞANOYA BIÇÛK
Koro :KORO
Curcuna :HEYTEHOL
Ciddi komedya :KOMEDYAYA CIDÎ
Kargaşa :GEREMOL
Çadır tiyatrosu :ŞANOYA BINKONÎ
Çatışma :1) PEVÇÛN 2) NAKOKÎ
Eylem :ÇALAKÎ, LIVBAZÎ, KIRYARΖ
peyva kiryarî bê wate ye.
Çözümsel oyun :LISTIKA DAHÛRÎNER, LÎSTIKA ANALÎTÎK, LÎSTIKA ŞÎKARÎ
Çocuk tiyatrosu :ŞANOYA ZAROKAN
Çözümleme :DAHÛRANDIN, ŞÎKARÎ
Dadaizm :DADAPARÊZ, DADAYÎ, DADAÎZM
Deneysel tiyatro :ŞANOYA EZMÛNGER
Devrimci tiyatro :ŞANOYA ŞOREŞGER
Sözsüz oyun :Lîstika bêpeyv-
navê lîstka bê peyv li kurdî da lalome ye. Leyza lalome.
Doğaçlama :Jixweberî, (Improvisation)
li ber xwe da
Doruk, Zîrve :LÛTKE, BANDEV,
lûtke ji bandevê baştir e. peyva bandev peyvek çêkirok e û li vira da qet wateyê nade. Bandev şiroveya peyva demaxê ye. Peyva demax peyvek xwerû kurdî ye û ji zimanê kurdî ra ketîye nav zimanê farsî û turkî jî. Demax kurtkirîya devmaxê ye, û tê bi wateya maxa devî. Max wate ban, banê bilind…
Duygusal komedi :KOMEDIYA HESTYAR
Düğüm :GIRÊK
Bilinçaltı :BINHIŞ
Düş oyunu :LÎSTIKA AŞOPÎ-
peyva aşopî ji bo wateya meinevî hatîye bi kar birin. Lê düş oyunu wergera Dream spiel ê ye. Peyva dream tê bi wateya xewawî û xeyalî. Em dikarin navê Düş oyunu biken lîstka xewnerojkî. Peyva xewnerojk li kurdî da ji xeyal û wehmê ra tê gotinê. Xewn nîne lê xewnerojk e.
Edebi Kurul :DESTEYA WÊJEYÎ
Eğlendirici Tiyatro :ŞANOYA KENEWER-
cîhê ku peyvên me yên resen hene, nabe ku em li ber xwe da peyvan darêjin. durust e ku peyva kenewer (kenawer) wate tişta ku kena mirovî tîne, lê di kurdî da çend navên wê hene: qerfî, henekî, pêkenok, kenîner
Eleştirel gerçekçi Tiyatro :ŞANOYA RASTÎPARÊZ A REXNEYÎ
El Kuklası :BÛKILA DESTAN,
bûkila destan dibe şirove. Debê navekî hevbend (murekeb) bête sazkirinê.
pik Müzik :MUZIKA EPÎK (DASTANÎ)
mûsîka rezmî, mûzîka qaremanîyê
Epik Oyunculuk :LÎSTIKVANIYA EPÎK (DESTANÎ),
lîstikvanîya rezmî, lîstka qaremanî
Epik Tiyatro :ŞANOYA EPIK (DASTANÎ)
şanoya rezmî, şanoya qaremanî
Epilog :EPÎLOG, PAŞGOTIN-
paşgotin li kurdî da tê bi wateya xeybet û dedikudu ya turkî, paşgotar li cîhê Epilogê da baştir e.
Erotik Tiyatro :ŞANOYA EROTÎK-
şanoya repikî
Eskî Komedya :KOMEDYA KEVNARE-
komedya li kurdî da tirrane ye. Eskî komedya dibe kewnetirrane.
Ezilenlerin Tiyatrosu :ŞANOYA BINDESTAN
Fütürist Tiyatrosu :ŞANOYA FUTURÎST-
şanoya paşnêrr
Gazete Tiyatrosu :ŞANOYA ROJNAMEYÎ
Gelişim :PÊVAJOYA BÛYERAN
Gençlik Tiyatrosu :ŞANOYA CIWANAN-
muxabin kurmancên me li bakûr herdu peyvên cewan û ciwan têkel kirine. Peyva ciwan yan cuwan li kurdî da bi wateya xweşkok, xweşik, bedew, rind, bi turkî gûzel û bi farsî zîba ye. Peyva cewan bi wate ya genc û law e. cewan wate genc. Ciwan yan cuwan wate xweşik. Şanoya ciwanan wate şanoya yên xweşik. Şanoya cewanan wate şanoya yên genc, şanoya gencan.
Gerçekçi Tiyatro :ŞANOYA RASTÎPARÊZ, ŞANOYA REALÎST Gerilim
Gezici Tiyatrosu :ŞANOYA GEROK
Gizem oyunu :LÎSTIKA MÎSTÎK-
lîstka razdar
Göçmen Tiyatrosu :ŞANOYA MIŞEXTIYAN-
şanoya mişextan baştir e.
Gölge Oyunu :LÎSTIKA ??????? lîstika sîhdarî
Güldürü TİYATROSU :ŞANOYA KENEWER-
şanoya henekî
Güncel Oyun :LÎSTIKA ROJEVÎ
Halk Tiyatrosu :ŞANOYA GEL
Hokabazlık :HOQEBAZÎ -
fendbazî
Işıklama :RONAHÎSAZÎ
İmge Tiyatrosu :ŞANOYA NÎGAŞÎ-
İzleyici :TEMAŞEKAR, TEMAŞEVAN
-şanoya wênexewnî
Kaba Güldürü :PÊKENÎ YÊ TEŞEYÎ (HEREMÎ)
- tirrane
Kabare Tiyatrosu :ŞANOYA KABARE- şanoya kabareyê
Kadın Kahraman :LEHENGA JIN
- peyva kareman peyvek kurdî ye, ji rîşa karame yê tê. Leheng herçend ku ketîye nav zimanê kurdî, lê li rîşala xwe da leheng ji nehengê tê ku bi wateya timsahê ye. Leheng yan neheng mecazen bi wate ya qehreman û pehlevanan e. qehreman ji lehengê watedartir e.
Kahramanlık tragedyası:TRAGEDYA LEHENGÎ:
Kara gülmece Oyunu :LISTIKA KENÊ GURAN
Karakter :KARAKTER
- kes, kesîtî
Katharsis :KATHARSIS,
Xwe jê şuştin xwepak kirin- rewanpakî
Kurgu :????????
Rol :ROL (RIST)
- neqş
Makyaj :Makyaj
- rûgorrîn, yê ku makiyaj dike ew jî rûguhork e.
Maske :Rûpoş, MASKE
- demamk
Melodram :Melodram
Mesel :Mesel (Metafok, ÇÎrok) metelok
Meyerhold yöntemi :Rêbaza Meyerhold
Oda oyunu :JÛRELEYZ
Ödenekli tiyatro : ŞANOYA PIŞTGIRÎKIRÎ,
Özel Tiyatro :ŞANOYA TAYBET
Perde :Perde
Bölüm (Sahne) :BEŞ-
peyva beş li kurmancî da peyvek pirr bi nerênî (negatîv) e. nizanim cîhê ku li kurmancî da, par û pişk heye, kurdên me çima vê peyva ku wekî kêroşkek beş dîyar dike, bi kar dibin. Li kurmancî da çend wateyên beşê yên nebaş jî hene, ku lêre da nayên gotinê. Çêtire Kurmanc çi caran vê peyvê bi kar nebin.
Prova : RAHÊNAN, Prova: pêşezmûn
Politika Tiyatrosu :ŞANOYA POLÎTÎK,
şanoya ramiyarî
Proleter devrimci Tiyatrosu :ŞANOYA PROLETERÊN ŞOREŞGER
- şanoya rencberên şorişger
Psikolojik Oyun : LÎSTIKA DERÛNÎ
- peyva derûnî tê bi wateya hundurî, tişta ku ne li derva ye. psychologic li kurdî da dibe rewanî. Psycholojik oyonu dibe leyza rewanî+ Psychologi dibe rewannasî, psychoanalyst dibe rewankolî
Radyo Oyunu :LÎSTIKA RADYOYÊ
Saçma Tiyatrosu :ŞANOYA ABSURD, ŞANOYA TEWŞIK
Saf Genç Kız :KEÇA SAFIK, KEÇA SAXIK,
keça sawîlke, peyva sawîlke ji bo mirovên sade û saf û kêmezmûn bi kar diçe.
Sahne Tekniği :TEKNIKA DIKÊ
Sahne Aygıtları :AMRAZÊN DIKÊ
Sahne Uyarlaması :LÊANÎNA BO SEHNEYÊ,
lihevanîna dikê
Saray Tiyatrosu :ŞANOYA SERAYAN
- şanoya serayê
Serf Tiyatrosu :ŞANOYA SERFAN
- şanoya benîyan
Serim :DESTPÊK
Simgeci Tiyatro :ŞANOYA SEMBOLÎST-
Soytarı :QEŞMER
Sunucu :PÊŞKÊŞKAR
ANLATICI :VEBÊJ
Sürgün Tiyatro :ŞANOYA HENDERAN,
Taklit :LASAYÎ
TAKLİT ETMEK :LASAYÎKIRIN
Taşlama :NIÇANDIN (HÎCÎV)
Şakşakçılık :ÇEPIKLÊDERÎ
Tek Perdelik Oyun :LÎSTIKA YEKPERDEYÎ
Temsil :NIMAN
Tezli Oyun :LÎSTIKA ANGAŞTDAR
Tirad :TÎRAD
- dijgotar
Tiyatro Devrimi :ŞOREŞA ŞANOYÊ
Vahşet Tiyatrosu :ŞANOYA HOVÎTIYÊ
Varoluçu Tiyatro :ŞANOYA HEYÎNPARÊZ
Varyete :VARYETE,
celebdar
Yabancılaştırma etmeni:PÊKERA HAVÎKIRINÊ, PÊKERA NAMOKIRINÊ
Yanılsmacı Tiyatro :ŞANOYA ÎLUZYONÎST
eger bi wateya şuibedebazîya farsî be, mirov dikare bêje: şanoya çavbendî
Yankı Düzeni :PERGALA OLANDANÊ, PERGALA DENGVEDANÊ
Yer altı Tiytarosu :ŞANOYA JÊRZEMÎNÎ (UNDERGRAND /UNDERGROUND)
Yoksul Tiyatro :ŞANOYA SAKAR, ŞANOYA SADE,
***
Nivîsên di vê NÎQAŞ'ê de hatine weşandin:
- Çiya Mazî: Ne hewceye ji bo peyvek mirov bêje “xwelî li serê me”
- Termên muzîkê li benda nirxandina we ne
- Cihan Roj: Dar barê têgehên hunerî de
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Peyvên HUNERÎ li benda nirxandina we ne
- Li ser van peyvan gotina we çi ye? (Pevyên li ser ŞANO'yê)
- Derfetên zimên û afirandina têgehan
- Mazhar Gunbat: Termînolojiya kurmancî û rexneyek
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
- Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî


