Cîhan Roj
Guhdarkirina li dengan û rûmetdayîna rexneyan wekî tewrek rewşenbîrî ê bibe sedem ku pêşî li gelek tiştan vebibe. Bi vî awayî rexne ji bo kesên ked didin çiqas dibe hêz ji bo kesên ked didin da ku rexneyên xwe der bibin jî dibe hêz û moral.
Ev e, Koma Xebata Kurdî ji bo her kesî, kerem bikin, got. Lê ev war warê herî zor e ku însan têgehan bi cî bike, biafirîne. Ji ber ku gerek têgeh gelek bi berfirehî wate bide der. Bi kurtasî têgeha tê afirandin jî di tehma hunerî de be. Dîsa têgeh di hemî beşên hunerî de rê bide têgehên din. Baş e ku koma xebatê, li gorî nêrîna min, kar ji bo kesî zêde nehiştine. Lê dîsa jî emê wekî pêşniyar dîtinên xwe pêşkêş bikin; bi tenê rexne nabe, bi rexneyan re hîç nebe çend gotinên însan jî hebin, heger ku pêşniyarên li jêr ‘gotin’ bin, par ve dikim.
1. “SİRÇA BOYA. BOYAXA?”
Komê bi pirsnîşanê destnîşan kiriye ev têgeh hê nehatiye afirandin. Heger ku em pênaseya derbarê têgeha, sirça boya, a ku komê lê kiriye li ber çav bigirin wê çaxê emê karibin têgehê wekî ,”KEWNEBOYAX” pêşniyar bikin.
2. “KİSA GORUNUŞ: RAKUSİ.
Kurdiya vê têgehê jî bê bersiv maye. Li vir ne wekî pêşniyar, bi a min divê têgeha “XAYLE” cî bigire. Di kurmancî de, ji bo dîmenên bîranînan wiha tê gotin: “Mîna xayle tê ber çavên min.” Xuya ye ku ji bo dîmenên kurt tê bikaranîn. Belê peyv ji xeyalê xwe dabe der jî wekî peyvek nû di ziman de cî daye xwe.
3. “IMGESEL TASARİM: SÊWİRANA NÎGAŞÎ.”
Gelo ji bo “TASARIM” ê “sazgar” ne li cî ye? Her wiha di edebîyatê de têgeha “hêma” baş bi cî bûye. Gelo, “nîgaş” pêwîst e? Heger ku hêma di beşên din ên hunerê de wateyê nede der ev tiştekî din e.
Ger hişmendiya ku ez xwe lê digirim rast be wê çaxê têgehê wekî,
“SAZGARIYA HÊMAYΔ pêşniyar dikim.
4. “Abide”
Di wateya kûr a abideyê de, bîranîn hene, şan heye, şoret heye, heybet heye.
Lewre , “BÎRŞAN” an jî ,” ŞANBÎREK” hêjane însan pêşniyar bike.
5. “GELENEKSEL SANAT: HUNERA NERÎTÎ.”
Helbet delîl û desîseyên komê hene ji bo peyva nerîtî. Li vir tu pêşniyarî nakim. Hew bi bîr dixim; ger têgeha “TORE”yê baş cî dabe xwe ji bo çi ,”HUNERA TOREYΔ nehatiye gotin?
6.”KURGU”
Komê kurdiya wê lê nekiriye. Têgeha “honak” raste rast di wêjeyê de cî daye xwe.
7. “GELİŞİM: PÊVAJOYA BÛYERAN.”
Ger ne şaş bim komê di afirandina têgehên îdarî de ji bo “gelişim”ê geşedan li rê dîtibû.
8. “ODENEKLİ TİYATRO: ŞANOYA PİŞTGİRÎKİRÎ.”
Li vir peyva ‘piştgirîkirî” zehmet e. Ji zorê xwe daye der.
Gelo însan nikare bêje, “Şanoya destvanî”
Nîşe: Li hêla Tekmanê ji bo kesên alîkarî dikin destvan tê gotin.
9. “SARAY TİYATROSU: ŞANOYA SERAYA.”
Zêde problem xwe nade der lê wekî, “Şanoya Qesran” bûya belkî çêtir bû.
10. “TAKLİT: LASAYÎ.”
Gerek wekî, texlîd, bihata qebûl kirin.
11. “TEMSÎL: NİMAN”
Bi ya min ev têgeh jî di nav ziman de heliya ye. Ne hewceyê “niman”ê ye. Mîsal, têgeha temsîlîyetê jî heye.
12. “HOPLAMAK: XWE HOLKİRİN.”
Ev jî ne bi problem e lê ku “qilbûn” bihata gotin çêtir bû.
13. “DOGAÇLAMA: JİXWEBERÎ.”
Belê li vir jî têgeh li cî ye. Lê dîsa jî têgeha ku min di nivîseke xwe de pêşniyar kiribû bi bîra komê dixim: “SIRUŞTNAME”
14.”ANTÎKA”
Ne hewceyê lêgerînê ye, têgehê wekî, “ANTÎKE” di kurmancî de cî daye xwe. Heta di nav biwêjan de jî cî girtî ye. Mîsal, “Çi mirovekî antî ke ye.”
15. “DUZENEK”
Li vir , “CÎBER” ê pêşniyar dikim.
16. “REPRODUKSİYON”
Pêşniyara min, “PIŞKESAZΔ YE.
Pişk: Şibandina gelek zêde.
17. “RENK SKALASİ”
Û pêşniyara ji bo vê têgehê ev e: “ŞIRDANEKA RENGAN”
Wekî dîtina dawî dibêjim, “mîmar” li cî ye. Ne hewceyê “AVAHÎSAZ” e. Ji lewre di wateya kûr a, mîmar, de bi tenê ne avakirina avahiyan heye.
Nîşeyek:
Pêşniyarên min ên di derbarê têgehan de ev bûn. Îca pêşniyarek min a din heye ku gelek muhîm e. Em ji komê hêvî dikin ku piştî afirandina têgehên di her warî de, hemî têgehan wekî pirtûkekê çap bikin. Her wiha gerek kifş be bê kîjan têgeh ji alî kê ve hatiye pêşniyar kirin.
Heger ku pirtûka têgehan wekî ferhenga têgehan der biçe hem dê bibe referans hem jî dê mirov karibin sûd jê werbigirin.
***
Nivîsên di vê NÎQAŞ'ê de hatine weşandin:
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Peyvên HUNERÎ li benda nirxandina we ne
- Li ser van peyvan gotina we çi ye? (Pevyên li ser ŞANO'yê)
- Derfetên zimên û afirandina têgehan
- Mazhar Gunbat: Termînolojiya kurmancî û rexneyek
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
- Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî


