Diyarname
Di çarçoveya lêpirsîna şîkeyê de heta niha nêzî 30 kesî hatibûn tewqîfkirin, îro ber êvarkî Serokê Fenerbahçeyê Aziz Yildirim jî hat tewqîfkirin. Piştî tewqîfkirinê alîgirên Fenerbahçeyê ku li dora edliyeyê bûn şûşe avêtin endamên çapemeniyê.
Yildirim du roj berê ji aliyê dozgeriyê ve sewqî dadgehê hatibû kirin lê ji ber rewşa tenduristiya wî ne baş bû rakiribûn nexweşxaneyê. Yildirim îro ji nexweşxaneyê birin dadgehê û piştî îfadeyên 4 saetan 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Setnbolê ew tewqîf kir û Yildirim şandin Girtîgeha Metrîsê.
Li Tirkiyeyê roja 3'yê vê mehê Polîsên Şaxa Têkoşîna bi Sûcên Organîze re li gelek bajaran avêtibûn ser klûban, li dor 50 kesî girtibûn bin çavan.
Di encama lêpirsînê de Rêveberê Kbûla Fenerbahçeyê Şekip Mosturoglu û İlhan Ekşioglu, Kordînatorê Binesaziya Fenerbahçeyê Cemil Turan, Teknîk Dîrektorê Eskîşehîrê Bulent Uygun, Serokê Klûba Sêwassporê Mecnun Otyakmaz, lîstikvanê bêr Umit Karan, Ahmet Çelebi, Yusuf Turalli, Abdullah Başak, Bulent İbrahim İşcen, Tamer Yelkovan, Mehmet Yenice, Sami Dinç, Ali Kiratli hatibûn girtin.
***
Nûçeyên eleqedar:


