logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Mustafa Gundogdu: Em zimanekî sînemayê ji înkarê rizgar dikin

Mustafa Gundogdu Kordînatorê Festîvala Fîlmên Kurdan e. Me li ser festîvalê, sînemaya kurdî û xebatên wan pêre axivî.

  • Dîrok: 25/06/2011
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Cemil Oguz

Mustafa Gundogdu Kordînatorê Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê ye û yek ji avakarên Festîvala Fîlmên Kurdan a New Yorkê ye. Wan deh sal berê dest bi lidarxistina Festîvala Fîlman a Londonê kir û îsal payîzê dîsa dê li dar bixin. Di vê dema ku ew amadehiya festîvalê dikin, fîlman hildibijêrin û li benda fîlmên kurdan in de me bi Kordînatorê Festîvalê Mustafa Gundogdu re li ser Festîvalên Fîlmên Kurdan, aliyên erênî û neyiniyên wan, zimanê sînemayê û qada sînemayê hevpeyvîneke kir.

 

Tu di wanê mafên mirovan de diwxebitî. Ji bo te girîngiya sînemayê çi ye tu ew qas li ser disekinî, festîvalan li dar dixî?

A rast wekî hilbijêreke bi zanebûn em neketin nav sînemayê. Dema sala 95'an de li NÇM'ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) qursa sînemayê hate vekirin wekî berpirsiyarî em beşdar bûn. Wê demê bi ser peykê re kurdan televîzyona xwe ava dikir. Bi vî awayî eleqeya kurdan bi hunerên dîtbarî, bi hunera vîdyoyê re zêde bû. Dema qurs vebû li dor 40 kesî beşdar bûn. A rast paşê hejmara me kêm bû. Me sînema wekî rêyeke din a anîna ziman a fikrên xwe dît. Me ji zimanê sînemayê hez kiribû, ji ber ku zimanekî wê ya bandorker hebû. Bi vê bandorê me got emê bi rehetî derdê xwe bînin ziman. Hinek bi vê armancê me dest bi sînemayê kir. Gelek çîrokên me yên ku em qal bikin hebûn, me yê herî baş bi sînemayê ev çîrok bianiya ziman. Ji pêvajoyeke wisa re em derbas bûn û me dest bi sînemayê kir.


FESTÎVAL GIHÎŞT DEH SALAN

Fikra lidarxistina Festîvala Fîlmên Kurdan ji ku derket, hûn dixwazin çi bikin?

Li Londonê em çend heval li nav xwe xeber dida. Tiştên bandor li me kir: Fîlmê kurdî di festîvalên navneteweyî de xelat digirtin, eleqe çêbûbû. Me got, çima di festîvalên navneteweyî de fîlmên me wekî fîlmê tirkî, yê ereb, yê îranî tê nîşandayîn, di vî warî de em dikarin çi bikin? Em li ser vê axivîn. Me got em dikarin festîvalekî li dar bixin, em dikarin re li ber sînemageran vekin? Dîsa îmkanên me ku em kurdan bînin ba hev hebûn, me ew bikar anî û biryar da ku tiştek bikin, me wisa dest pê kir. Dema me dest pê kir di nav organîzekirinê de zêdetir kurdên bakurê Kurdistanê hebûn loma zêdetir Bakur li pêş bû, paşê di festîvala sêyemîn de ji Başûr me heval xistin nav komîteya xwe, festîval rengîntir bû. Bi vî awayî zêdetir bû kurdî.

Festîvalên London û New Yorkê pêşî kengê dest pê kir?

Ya Londonê di sala 2001'ê, ya New Yorkê di 2009'an de dest pê kir. London 2001'ê de dest pê kir lê hin salan me li dar nexwest heta niha me 6 caran li dar xistiye, îsal a 7'emîn em li dar dixin. Li New Yorkê jî îsal em a duyemîn plan dikin.

Derfetên we yên ku her sal hûn li dar bixin nîn in?

A rast her sal dikare bê çêkirin. Demekê me her sal li dar xistin lê ji ber asta qelîteyê me bilind kiribû, me got em vê danaxin, hewce bike emê carinan navberê jî bidinê. Ji ber ku hê jî sînemaya kurdan hê ne xwedî pergal e. Bi awayekî bi pergal berheman pêşkêş nake, gelek pirsgirêkên wê hene. Heta ku ev bipergalî çêbibe emê carinan navberê bidinê. Tişteke din ev kar bi awayî ji dil tê kirin. Ji derve mezin dixuye, lê a rast em bi komek biçûk, bi derfetên xwe vî karî dikin.

Hûnê îsal jî li dar bixin?

Belê, îsal emê li dar bixin. Niha em li ser dixebitin.

Ji bo nîşandayînê hên bi rehetî salonên sînemayê dibînin?

London ji aliyê festîvalan ve ciheke dewlemend e. Gelek salonên sînemayê hene. Hem ên ticarî, hem ên serbixwe hene. Em zêdetir bi salonên serbixwe re dixebitin. Salên borî me tenê li saloneke fîlm nîşan didan, sala borî me li 6 salonan, li çar kenarên Londonê fîlm nîşan dan. Ez nebawerim pirsgirêka me ya salonan hebe, ji ber ku sînemaya kurdan eleqe dibîne. Ji ber ku girseyeke nû tîne jî ji aliyê salonên sînemayê ve tê tercihkirin.

Zêdetir hûn li kîjan salan li dar dixin?

Payîzê em li dar dixin. Zêdetir di mehên kewçêr, sermawezê de. Ev yek ji bo festîvalan jî guncan e. Ya li Londonê, em hema piştî Festîvala Fîlman a Londonê li dar dixin û carinan em bi wan re şirîkatî dikin. Yan tam dema wan de, yan jî mehek piştî wê festîvalê em li dar dixin.


ZIMANÊ FESTÎVALÊ KURDÎ Û ÎNGILÎZÎ YE

Zimanê festîvalê çi ye? Mînak mecbûriyeteke jêrnivîsa bi kurdî heye?

Du zimanên festîvala me hene, yek jê kurdî, yek jî îngilîzî ye. Fîlm di festîvalê de em bi jêrnivîsa îngilîzî nîşan d idin ji ber ku kurd jî bi îngilîzî dizanin, temaşevanên ne kurd jî. Wekî zimanê hevpar îngilîzî derdikeve pêş, lê em bi hemû zaravayan fîlman nîşan didin. Lê kataloga me bi du zimanan tê amade kirin. Bi îngilîzî û kurdî, di nav kurdî de jî em kurmancî û soranî bikar tînin. Kurmancî li alfabeya Latînî, soranî jî bi alfabeya Erebî.

Wekî nav çima Festîvala Fîlmên Kurdan? Navek din tune bû? Bi vî navê armanca we çi ye?

Bi navê neteweyan festîvalên fîlman hene. Di rewşa heyî de ev ji bo kurdan jî tiştek baş e. Bi vî awayî em zimanekî sînemayê ji înkarê rizgar dikin. Dibe ku rojekê netewe ji holê rabin lê ev ne tiştek ku me derxistiye holê; ji ber ê de heye. Netewe dewlet hene, sînemayên neteweyan hene. Sînemaya Îngilistanê, yê Fransayê heye, tiştek ku jêre sînemaya kurdan dibêjin jî heye. Sînemaya kurd di heman demê de sînemayeke polîtîk e. Ji aliyekê ve jî sînemayeke li ser koçberiyê ye. Dîsa sînemaya kurd di heman demê de sînemaya jinan e, ji ber ku gelek derhênerên jin têde hene, gelek fîlmên li ser jinan hene. Tenê kurd dernakevin pêş, yên ji derve tên lê temaşe dikin tiştinên din jî dibînin.

LI LONDONÊ LI DOR 170 ZIMANÎ TÊNE AXAFTIN

Di vê demê de çend kesî li fîlman temaşe kir? Çiqas kes tên serdana festîvalê?

Kesên beşdarî festîvala me dibin hejmara wan nakeve bin 5 hezarî. Dema mirov dide ber festîvalên dinyayê ev hejmareke baş e. Digel ku piranî kurd tên jî, ji neteweyên din jî mirov tên temaşe dikin. Ji ber ku London bajareke pirçandî ye. Li vî bajarî li dor 170 ziman têne axaftin. Ji bo vê ez dikarim bibêjim yên tên fîlman temaşe dikin sedî 70 kurd, sedî 30 jî ji neteweyên din in.

Miheqeq kurd ji festîvala we hez dikin, gelo miletên din çawa lê dinêrin? Çi dibêjin?

Tiştê em rast hatin ev bû: Civakê ku festîvala me tesîr li wa kir û çûn wan bi xwe jî festîval li dar xistin çêbûn. Zêdetir jî civakê koçer. Di nav sînemaya serbixwe de jî yên eleqe nîşan didin hene. Yên me bandor li wan kiriye hene. Mînak Festîvala Fîlmên Îranê piştî me dest pê kir, berê tune bû. Festîvala Fîlmên Filistînê li paş me ye, xwendekar li dar dixin. Di klasmana sînemayê me em qatek ber jor çûne. Dibe em du qat li jêrê Festîvala Fîlman a Londonê bin lê ev qata em lêne jî qatek bilind e. Yên tên temaşe dikin reaksiyonên baş nîşan didin. Dibêjin em tiştek jê hîn bûn. Di nav civakên Rojhilata Navîn ên li Îngilistanê dijîn de em dikarin bibêjin festîvala me ya herî girîng e.

Tu festîvalê li dar dixî, ji gelek cihan fîlm ji te re tên. Ji bo sînemaya gelekî çêbibe jêre derhêner, senarîst, ronahîsaz, dengsaz û gelek beşên din divên. Dema ji vî alî ve tu binêrî sînemaya kurdî di kîjan astê de ye?

Ji aliyê bicihanîna van pêdiviyan ve hinek lawaz e. Ev tiştên tu dibêjî bingeha sînemayê ye. Ev bingeh hê lawaz e, lê di astekê ye ku her pêş dikeve. 10 sal berê dema me dinêrî me tenê derhênerê kurd didît, lê îro yên ronahî saz dike, vesazkirinê dike, komek ku di her warî de alîkariya hev dike heye. Em dibînin ku yên fîlm dikişînin hemû kom kurd in. Di paşerojê de ev nîn bûn. Fîlmên ku ji başûrê Kurdistanê tên em dinêrin hemû wan bi xwe çêkirine. Lê hê jî zimanekî hevpar ê sînemaya kurdî nîn e. Ev dê çêbe yan çênebe tişteke din e. Parçebûna kurdan di gelek warên jiyanê de wisa zehmetiyan derdixe pêşiya wan. Ev di sînemayê de jî heye. Bi festîvalê em dixwazin vê yekê ji holê rakin. Em ji hemû parçeyan fîlman nîşan didin, dixwazin bandorê li hev bikin, bi hev re bixebitin. Her wiha em dixwazin nîşan bidin ku bi her awayî fîlmên bi kurdî jî têne çêkirin.

Şaredariyên kurdan hêdî hêdê festîvalên fîlman li dar dixin. Ji bo warên sînemayê dikare çi bê kirin? Ji bo piştgiriya sînemayê ji wan em li benda piştgiriyê bin?

Di vê serdemê de hinek derfetên min çêbûn ez li bakurê Kurdistanê geriyam. Ez çûm Amed, Batman, Mêrdînê. Li ser derfetan hinek agahiyên min hene. Ez dibînim hin kar jî têne kirin lê tiştên ez pêşî bibêjim; ev xebat ji hev qutbûyî ne, ji hev cihê têne bi rê ve birin. Ji bo xebatên wisa divê kordînasyoneke bê sazkirin. Dema Batman Festîvala Kurtefîlman li dar bixe, Kayapinar Rojên Belgefîlman çêbike, yan jî Şaredariya Bajarê Mezin Festîvala Navneteweyî çêbike divê hay ji hev hebe, bi hev re şirîkatî bikin. Ez dixwazim ji kesên ku di vî warî de agahiyên wan hene fêdeyê bigirin. Em dixwazin çi ji destê me bê em bikin. Tenê bila bibe xizmeteke ji bo sînemaya kurdî bes e. Divê rast, baş û di dema xwe de bê plankirin. Başderbasbûna vî karî bi plankirineke demek zûtir çêdibe. Ev yek bê kirin ez nebawerim pirsgirêk derê.


DIVÊ ŞAREDARÎ RÊ BIDIN BER SÎNEMAGERAN

Pirsa dawî: Heval dema fîlm dikişînin di kevin nav xirecira, zimanê fîlm bi kurdî be, tirkî be, dê festîval çawa lê binêrin... Di vî warî de tu çi difikirî?

Kurd civakekî ne. Li ser kurdan tu çi çêbikî, fîlm dibe, şano, bernameya televîzyonê, her tişt heyecanê dide mirovan. Gelek kurd niha ji ber daxwaza kurdî di girtîgehê de ne. Tişteke muhîm e ku kurd zimanê xwe bikar bînin, hilberînê bi vî zimanî bikin. Hinek dibe li Tirkiyeyê fîlm çêbikin û bi tirkî çêbikin, lê dibe ku bi kurdî çêbikin dê hilberînên nû derxin holê, divê mirov bike ku ew jî hînê kurdî bibin. Jixwe ger fîlm li festîvalên dinyayê bê nîşandayîn, jêrnivîsa îngilîzî, fransizî û almanî hebe tu pirsgirêk çênabe. Di dawiyê de mirov ji ber ku bi zimanekî cihê fîlm bibînin zêdetir dikevin nav heyecanê. Jixwe li van deran xuyeke fîlmên bi jêrnivîsê heye. Tiştê tu dibêjî bi ya min ne cihê tirsê ye. Dibe ku ew mirov nikarin bi kurdî derdê xwe bînin ziman loma ditirsin. Lê wê pêş bikeve. Di vî warî de bar dikeve ser milê şaredariyan. Li Amedê Konservatûara Aramê Tîgran heye li ser muzîkê xebatê dike. Divê şaredariyên din vê ji xwe re bikin mînak, hin şaredariyên din jî dikarin li ser sînemayê xebatên wisa bikin. Divê şaredarî rê bidin ber.

Ji bo derhênerên li diyasporayê dijîn jî hin zehmetî hene...

Helbet pirsgirêkên wan jê çêdibin. Li wir metirsiyên din hene. Mînak ê Fransayê şertên wê hene, dibêje, 'Ger tu fîlm dikişînî, emê piştgirî bidin te, mînak tuyê sedî 70'yê fîlmê xwe bi fransizî bikişînî. Ev yek karê derhênerên ku ji wan deran piştgirî digire zehmet dike. Bandora tiştên wisa dibe. Em dikarin wisa diyasporayê binirxînin. Rexneyeke min a wisa li hevalên me yên derhêner ên li Tirkiyeyê dijîn heye: Ev heval fîlmên bi kurdî çêdikin, fîlmên xwe dişînin Festîvalên Fîlman ên Tirkiyê yên li dinyayê. Ji van festîvalan hin jê ji aliyê kes û saziyên nayên ecibandin ve têne çêkirin. Mînak lobiyên ku karê wan dijberiya ermen, kurdan e hene. Mînak festîvalên ji aliyê kesên oldar û cemaetan ve têne çêkirin hene. Di vî warî de divê derhênerên kurd zêdetir baldar bin, hilbijêr bin. Derhênerên kurd dibe ku piştî niha wisa bibêjin: Di festîvalên we de fîlm ne wekî fîlmê tirk, wekî fîlmê kurdî bê qebûlkirin. Ger hûn nikarin vê jî bikin wekî fîlmê ji Tirkikeyeyê nîşan bidin.

***

Mustafa Gundogdu kî ye?
Mustafa Gundogdu di sala 1974'an de wekî endamekî "Şewaxan" li Dêrsimê hatiye dinê. Heta 83'yan li Dêrsimê jiyaye û tevî malbata xwe koçî Stenbolê kiriye. Di salên 90'î de bi NÇM'ê re ketiye nav têkiliyê, di nav koma yekemîn a sînemayê ku têde Kazim Oz, Huseyin Karabey, Ozkan Kuçuk jî hebûn de cih girtiye. Piştî qursê vê kolê kurtefîlmekî bi navê "Salên Dawî" çêkiriye ku Gundogdu jî di nav de cih girtiye. Paşê sala 1996'an de derbasî qada xebatên mafên mirovan bûye, heta salên 2000'î li TOHAV'ê xebitiye ku heta çûye Îngilistanê. Ew ji sala 2001'î ve li Îngilistanê dijî hê di projeyên mafên mirovan de dixebite. Ew kordînatoriya Festîvala Fîlmên Kurdan a London û New yorkê dike.
Her wiha di "!F İstanbul"ê de jî piştgiriya beşa "Pêşîlêvekirin"ê dike ku di vê beşê de fîlmên kurdan têne nîşandayîn. Wî heta niha li Îrlanda, Norwec û Skoçyayê rojên fîlmên kurdî li dar xist û li ser sînemaya kurdî xebata akademîk û pirtûkên sînemayê gotar nivîsî.

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Der barê Bulent Ersoy de lêpirsînê dan destpêkirin

ad

Wêje û Werger

ad

2013: Li Tirkiyeyê çend malper hatin girtin?

ad

Siyad 3 xelatên rûmetê dide

ad

PEN'a Kurd li ser kuştinan bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê kir

ad

Parçeyek ji nameya Eshan Fetahiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname