logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Demirtaş bang li hikumetê kir: Şoreşa Rojava qebûl bike

Di Kongreya Stenbolê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş bang li hikumetê kir ku Şoreşa Rojava bipejirîne û wekî Başû

  • Dîrok: 28/07/2013
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Di Kongreya Stenbolê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş bang li hikumetê kir ku Şoreşa Rojava bipejirîne û wekî Başûr bi Rojava re jî têkiliyê deyne. 

BDP'a Bajarê Stenbolê îro li Caferaga Spor Salonu ya Kadikoya Stenbolê 2'yemîn Kongreya xwe ya awarte li dar xist. Gelek mebûsên BDP'ê û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bû.

Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş axaftineke kir û bal kişand ser gelek xalan.


Vane ji axaftina Demirtaş çend not:

- Tenê ji bo tabelaya me li dar bimîne gelek hevalên me jiyana xwe dan. Mebûsên me hatin kuştin. Em li ber van şehîdên xwe, li ber van nirxên xwe bi hurmet serê xwe ditewînin.

- Hevserokê PYD'ê tê Tirkiyeyê hevdîtinê çêdike, herî zêde serokê partiya ku dibêje ez sosyal demokratim dij derdikeve. Li Cemserê eskîmo şoreşek biçûk çêbikin dê li çepikan xin lê dema mesele tê ser Kurdan ew dij derdikevin.

- Polîtikaya karên derve ya Tirkiyeyê îflas kir. Gere Tirkiye vê polîtîkaya xwe biguherîne. Bi hatina Salih Muslim a Tirkiyeyê de di guherîna vê polîtîka re hin nîşane derketin holê. Gere ev guherîn bidome.

- AKP, CHP, MHP êrîşê Rojava dikin. Ger li jêrê Hatay tir hebana û wan xweseriyeke îlan bikira, van partiyan heman reaksiyon dê nîşan bidana?

Kurd bibin cîran dê çi bibe? 

- Gelo Rojava rêveberiya xwe saz kiriye, xwe bi rê ve dibin, hûn biqîrin jî hûn nikarin tiştek bikin. Wê derê qebûl bikin.

- Heta niha Iraq, Sûriye cîranên Tirkiyeyê bûn. Niha bila kurd bibin cîranên Tirkiyeyê ma wê çi bibe? Hûn li Tirkiyeyê dibêjin kurd birayên me ne. Ka biratî? Tirkiye divê têkiliyê xwe bi Kurdistana Federe re jî, bi Rojavaya XWeser re jî saz bike.

Ji bo Arinç: Di kîjan xala zagonê de bêhiqûqî heye 

- Ez bang li Bulent Arinc dikim. Ew dibêje ne hiqûqî ye ku rojnameger herin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Ez jî jê dipirsim: Ev 14 sal in we ew xistiye hucreyeke tenê. Ka di kîjan xala zagonê de heye ku kesek 14 salan di hucreyekê de bê girtin? Ka mafên wî? We bi xwe hiqûq binpê kiriye. Em niha dixwazin rewşa birêz Ocalan bê başkirin. Ne wekî gavavêtinek, ev yek jixwe heqê wî ye. Hûn cihê wî baş nekin dê çawa pêvajoyê bi rê ve bibe? Ev gotina wî ye, dibêje "Ev neheqî bidome ezê nikarim pêvajoyê bidomînim."

- Hûn hevalên me yên girtî, yên nexweş di rîngan de dihêlin, peywirdarên ringê di wê germê de 

neheqiyê li wan dikin. Em ji vir de ji bo we peywirdarên rînga, ji bo we dixtoran, ji bo we gardiyan eşkere dibêjin, hevalên me ji bo pêvajo xira nebe dengê xwe nakin, lê em dibêjin hedê xwe bizanin, nexwe emê hesabê wan ji we bipirsin.

Meseleya ziman 

- Tu dibêjî bi zimanê zikmakî perwerdehî nabe. Tu çawa misilman î? Em bazarê nakin. Emê bazarê çi bikin? Li ser mafên bingehîn bazar dibe? Zimanê me, çanda ma mafên me ne. Li holê şaşiyek heye, em dixwazin ew şaşî bê rastikirin. Em bazarê nakin.

Roboskî bila çareser bibe

- Hê du roj berê dayikên Roboskî bi Serokwezîr re hatin ba hev. 2 saetan derdên xwe anîn ziman. Xwestin lêborîn bê xwestin, kiryaran derxin pêşberî dadgehê.Ger li cem we piçek tirsa Xwedê hebe,hûnê kiryaran derxin pêşberî dadgehê. Me heta niha ji bo Roboskî me ber xwe da, malbatan jî ber xwe da, dayikan daxwazên xwe jî anîn ziman, em niha li bendê ne ku ka hikumet dê çi bike. Gere êdî mesele zelal bibe û dawî li şîna malbatan bê.

Foto: Cemil Oguz 

Têbinî: Li ser kongreyê emê gavek din notên cuda biweşînin. Pêre jî dîmenên rengîn ên ji kongreyê. 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Êdî kanaleke sendîkayan jî heye

ad

Li Amedê çalakiyên ji bo Rojnamegeriya Kurdî

ad

Larry Kingê navdar mir

ad

Pirtûkên Guney ji nû ve tên weşandin

ad

Xutbeya melayê gunehkar

ad

Demirtaş: Emê neketina hilbijartinê jî binirxînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname