Diyarname
Ji du dozan 50 roj cezaya girtinê dabûn Serokê berê yê Qersê Mahmut Alinak û îro Alinak ket girtîgehê.
Mahmut Alinak dema Serokê DTP'a Qersê bû rexne li girtîgeha Îmralî û girtîgehên Tipa F, her wiha ji ber ku xwestibû Şaredariya Qersê navê Deniz Gezmiş, Vedat Aydin û Musa Anter li kolan û kuçeyan bê kirin li hemberi wî doz hatibû vekirin û di encamê de 50 roj cezaya hepsê lê hatibû birîn. Dadgehê ev pere guherandibû hezar YTL'yî. Lê Alinak dayîna pereyan red kir û wekî bêîtaetiya sivîl ket girtîgehê.
Îro bi qasî sed kesên DTP'yî Alinak heta ber girtîgeha Qersê bir Û Alinak şandin girtîgehê.
Foto ji DÎHA'yê hatiye girtin


