Diyarname
Di panela "Di warê pirtûk û ziman de rola malperên kurdî" de rola înternet û malperên kurdî hate kirin û rexne li bikaranîna van hate kirin.
Ji bo pîrozbahiyên 10'emîn salvegera Diyarnameyê di çarçoveya Fûara Pirtûkan a Amedê de panela "Di warê pirtûk û ziman de rola malperên kurdî" li dar ket. Di panela ku rojnameger Zulkuf Kişanak moderatoriya wê kir de edîtorê Diyarnameyê Cemil Oguz û nivîskarê Diyarnameyê Zekî Ozmen axivîn. Panel bi cureyeke balkêş, bi cureya ku bi qasî çend deqeyan axivgerek diaxivîn, dûre yê din û heta dawî li ser mijaran wisa sohbet dom kir. Di panela ku bi awayekî serketî dom kir de Ozmen li ser destpêka înternetê ya kurdan a li Ewropayê kir. Her wiha qala wîkîferhengê kir ku beşa wê ya kurdî ku kete nava 10 zimanên sere, lê ji bilî Diyarnameyê çapemeniya me ev yek nedît kir.
Oguz jîli ser heman mijarê, li ser beşa wê ya li Tirkiye û Bakur sekinî, qala malperên destpêka 2000'î kir. Ozmen her wiha li ser rola medyaya civakîku her kesek tiştek têde dinivîse axivî, got ku kesek tiştek dinivîse, ew ê din dibêje "gere li ser vê kumik hebe" û bibîr xist ku bi vî awayî hînê kurdî jî dibin. Oguz jî qala aliyê neyînî yê faceyê kir û wisa got: "Ligel aliyên erênî ku Zekî anîn ziman, aliyên neyînî jî hene. Mînak nûçe yan nivîsek di malper an rojnameyek kurdî de hatiye weşandin, kesek wê nivîsê digire bi temamî di faceyê de diweşîne. Gelek caran çavkanî jî nîşan nade. Ev yek dike ku kurd êdî berê xwe nedin malper û rojnameyên kurdan û wan nexwînin. Me wekî Diyarnameyê biryar daye ku nivîsek me wisa divê neyê weşandin. Yê bixwaze divê tenê paragrafek jê bigire û lînkê bide, yên bixwavin vegerin malperên. Bi vê em dê bikin ku tora civakî jî ji bo xwe bikar bînin. Her wiha zimanê tirkî di tora civakî de bikar tînin. Gere em van aliyên neyînî deynin aliyekê û em vê torê jî ji bo pêşketina rojname û malperên xwe, her wiha ji bo zimanê xwe bikar bînin."
Ozmen qala bikanîna zimanê kurdî ya di malperan de kir û mînak ji aliyê rêzimanî ve ku pirsgirêkên wan hene da. Oguz jî mînaka di van 5 salên dawî de çima malperek xwerû bi kurdî venebûye lê li bajarên wekî Sêrt, Mêrdîn û Amedê de gelek malperên bi tirkî dest bi weşanê kirine kir. Oguz wisa got: "Mînak van rojan malperek bi tirkî vebûye, di beşa edîtor de jî bi tirkî wisa dibêje, 'Em li ser rêça Ehmedê Xanî weşanê dikin' Ê baş e, ma zimanê zikmakî yê Ehmedê Xanî tirkî bû?"
Di panelê de gelek aliyên malper, tovara civakî û nêzîkbûna kurdan a li van hate nîqaşkirin.
Her wiha pirtûka bi navê "10 sal" û qelem û defterên ji bo 10 saliya Diyarnameyê hatibûn amadekirin bê pere li beşdaran hatin belavkirin. Her wiha ev xebat li nava fûarê jî li gelek nivîskarên kurd hatin belavkirin.
Li gor edîtoriya Diyarnameyê di mehên pêşiya me de jî li hin bajarên din dê çalakiyên 10 saliya Diyarnameyê lidar bikevin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Ji Beşîkçî mînaka Bangladeş û Pakistanê
- 'Ti embar nêgîrê de tuyê çi borê?'
- Ji Fûara Pirtûkan a Amedê notên rojekê
- Rola malperên kurdan ji bo pirtûk û ziman tê nîqaşkirin
- Fûarey Kitaban a Amedî dest pêkena


