Diyarname
Yekîtiya Belgefîlmkaran (BSB) atolyeya “Em belgefîlm dikişînin” li dar dixe. Yên dixwazin dikarin serî lêdin.
BSB her sa 1001 Festîvala Belgefîlman li dar dixe, digel vê xebata atolyeyan jî saz dike. Yek ji van xebatên atolyeyê jî “Atolyeya Belgesel Sînema” ye. Îsal bi hevkariya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê BSB di atolyeya ku li dar dixe de dê dersê bide û dûre jî bi beşdariya kesên ku hatine dersê dê belgefîlm bikişîne.
Bernameya atolyeya BSB’ê di navbera 6’ê rezberê û 26’ê kewçêrê de li dar dikeve û herî zêde dê bikaribin 25 kesan bigirin atolyeyê. Serîlêdana ji bo beşdariyê dest pê kir.
Di atolyeyê de dê li ser mijarên wekî “Destpêka belgesel sînema”, “Serdema kişandinê”, “Senaryo”, “Kişandina Fîlm” û “Vesazkirin” bêne sekinîn û pisporên li ser vê mijarê dê dersê bidin beşdaran.
Dersên atolyeyê rojên şemî û yekşemê dê li navenda BSB’ê ya li Beyogluya Stenbolê li dar bikevin.
Ji bo kesên eleqedar:
Belgesel Sinemacilar Birligi (BSB)
Kuloglu Mah. İstiklal Cad. Erol Dernek Sok. No. 06 Kat 4
34433 Beyoglu / İstanbul
Tel: 0 212 245 89 58 / 0 212 245 90 96


