AMED (DÎHA)
Li dijî qetelkirina Kadîr Çakmak (16) ê li navçeya Sûrê nerazîbûn didomin, şahidên bûyerê diyar kirin ku tîmên taybet Çakamak kirin hedef û qetil kirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê duh bi şev polîsan zarokê bi navê Kadîr Çakmak (16) qetel kirin. Şahidên bûyerê tiştên ku dîtin ji DÎHA'yê re vegotin. Şahidên bûyerê yên nexwestin navên wan bên aşkerakirin diyar kirin ku polîsan duh bi şev bi çekan êrîş kiriye. Şahidan anî ziman ku rûye Kadir vekirî bû û di destên wî de kevir jî tunebû, lê polîsan ji wesayîtên zirxî gule barandine û Çakmak bi sê guleyan bi giranî birîndar bûye. Şahidan destnîşan kirin ku polîsan hundirê taxan gulebaran kirine û wan ji nava gulebaranê Çamkak kişandine û derxistine, birine taxeke din. Şahidan dan zanîn ku Çakmak gelekî xwîn winda kiriye, hemû taxê gazî ambulansê kiriye lê polîsan ambulans li ber Qereqola Polîsan a Yenîşehîrê dane rawestandin nehiştine derbas bibe. şahidan anî ziman ku ji ber ku polîsan asteng kirine Çakmak li cem wan jiyana xwe ji dest daye û wan bi taksiyê ve birine nexweşxaneyê.
Şahidan diyar kirin ku rûyê Çakmak vekiribûye û di destên wî de jî tiştek tunebûye, yên rûyên wan bi rûpoş polîs in.
Li aliye din li taxa ku Çakmak hate qetilkirin li diwaran şopên guleyên polîsan hene.


