Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sporê ya Tirkiyeyê (TSYD) ji ber gotinên wî yên li hember Tamburaci bi tundî şermezar kir.
Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê Fatih Terim di telefonê de çêr li nivîskarê sporê Osman Tamburaci kir. Li ser vê yekê TSYD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi turdî Terim şermezar kir.
TSYD'ê wisa got: "Ev helwesta Terim a li hemberî hempîşeyê me nayê qebûlkirin. Tiştê ku ji bo Tamburaci hatine gotin em wekî ku ji bo me hatibin gotin qebûl dikin. Li ber raya giştî ya sporê em bi tundî Fatih Terim şermezar dikin."


