Amed
Navendên Çandên Mezopotamyayê ji bo piştgiriya çapemeniya kurd konsereke li dar xist.
Konsera ku li Şanogeya Amfi ya li Sumer Parkê li dar ket de digel Wekîlê Serokê Koma DTP’ê ya Meclisê Selahatin Demirtaş, mebûsa DTP’ê Gultan Kişanak, Serokê DTP’a Amedê Nejdet Atalay, Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Îhsan Ugur, Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekin bi hezaran kes amade bû.
Hunermend Bulent Turan, Şîlan, Farqîn, Zelal, Meral, Ayfer, Nurcan, Rojda, Çiya (Koma Gulen Xerzan), Ali Geçimli (Agirê Jiyan), Yilmaz (Koma Hemdem), Turan Şengul, Mehmet Atli, Yekbûn, Mirady, Kemalê Amed jî di nav de 26 hunermendên kurd derketin ser dike û stranên xwe pêşkêş kirin.
Di şevê de Gerînendeyê Weşanê yê Azadiya Welat Tayip Temel got ku dive qîmet ji bo çapemeniya kurd bê dayîn û wiha dom kir, “Digel ku bi salan e li ser çapemeniya azad êrîş hene jî heta niha vê çapemeniyê weşana xwe domandiye. Neyarên kurdan asîmîlasyona xwe didomînin em şahidê vê yekê ne. Li Tirkiyeyê ev polîtîka hê didome. Em wekî çapemeniya kurd emê her hebin û emê her gav alternatîf bin. Tu tiştekî nikare pêşî li me bigire.
Hunermendên ku derketin ser dike di heman demê de derketin nav gel û rojnameya Alternatîf, Azadiya Welat, kovarên Ozgur Halk û Yurtsever Gençlik belav kirin.
Konser bi xwendina "Herne Pêş" bi dawî bû.


