Alî Guler / Berlîn
Li Berlinê bi mebesta resterokirina cihê dîrokî Gedächtniskircheyê pêşangeha wêneyan vebû.
Di pêşangehê de ligel 12 wênesazên ji deverên cur bi cur ên cîhanê, wênesazê kurd Adnan Kalkanci jî cih girt. Kalkanci di wêneyên xwe de rojhilat û rojava digihîne hev û anî ziman ku divê ji bo Heskifê jî çalakiyên bi vî rengî bên lidarxistin û bang li hunermendan kir.
Dêra Gedächtniskirche li paytexta Almanyayê li Berlînê ye û dêra dîrokî di Şerê Cîhanê yê 2’emîn de rastî tehrîbateke mezin hatibû. Ji bo ku dêr restore bibe û wekî berê çêbe hewcedarî bi 3 mîlyon û nîv euro heye. Lê eyaleta Berlînê ji ber tengasiyên aborî nikare wî pereyî peyda bike. Ji ber vê yekê rêveberiya derê kete nav hewldanan. Ji bo derê her roj kampanyayên cuda tên lidarxistin. Kampanyaya herî dawî jî pêşangeha bi mijara Gedächtniskirche ye.
250 SERÎLÊDAN
Ji gelek cihên cîhanê 250 wênesaz ji bo bi xebatên xwe beşdarî pêşangehê bibin serî lê dan. Ji bo pêşangehê ligel 12 wênesazên hatin bijartin wênesazê kurd Adnan Kalkanci jî cih girt. Kalkanci li Qersê ji dayikbûye û ji ber ku nexwest di kunyeya wî de Tirkiye bê nivîsandin di arşîva pêşangehê de wekî 12+1 hat qeydkirin. Pêşangeh dê heya 21’ê îlonê vekirî bimîne û di 22’ê îlonê de 13 berhemên ku di pêşangehê de cih digirin dê bi merasîmekê bi awayê bazara vekirî bên firotin. Pereyê bê bidestxistin dê ji bo restorasyona dêrê bê xerckirin.
ÇAND GIHANDE HEV
Di pêşangehê de ligel wênesazên navdar ên wekî Christoff Baron, Rolf Biebl, Rafael Mundi wênesazê kurd Adnan Kalkanci bi xebata xwe ya bi navê ‘Mirî jî hevtên’ beşdarî pêşangehê bû. Di xebata ku tê de gelek motîfên dîrokî cih digirin li Berlînê hat pêşkêşkirin. Wênesazê kurd Kalkanci di berhema xwe de ji bilî Gedächtniskirche cih daye diwarê Berlînê, Hz. Îsa, Kûleya Babîl û 12 Îmaman. Kalkanci ji bo xebata xwe dibêje min rojhilat û rojava gihandin hev.
Di pêşangehê de berhema wênesazê fransî Christoff Baron ku tê de Hz. Îsa li ser depên ku di înşaetan de tên bikaranîn hatiye rêzkirin rastî eleqeyeke mezin tê.
Hunermendê resîman Adnan Kalkanci di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kampanyaya Gedächtniskircheyê û wiha got: “Ev dêreke ku du şêrê cîhanê dîtine. Divê ev cihê dîrokî bê xilaskirin. Balkêş e ku dewletekî wekî Almanyayê dewlemend alîkarî nade restorasyona dêrê.” Wênesazê kurd Adnan Kalkanci helwesta Almanyayê rexne kir. Kalkanci bi lêv kir ku ev kampanya kampanyeyeke olî nîn e û wiha domand: “Ev der êdî ne saziyeke olî ye. Ev der nirxeke ku divê bigihe pêşerojê ye. Ji ber vê divê her kes alîkariyê bide. Divê ev der hilneweşe û bê xilaskirin. Ev der hilweşe paşeroja Almanyayê hildiweşe. Ger almanî virê neparêzin dê ku derê biparêzin. Wê demê bila biçin peykerê Hîtler çêkin.
JI BO HESKIFÊ JÎ DIVÊ
Kalkanci anî ziman ku kampanyayên bi vî rengî ji bo parastina cihên dîrokî girîng in û divê ji bo Heskifê jî kampanyayên bi vî rengî bên lidarxistin û wiha pê de çû: “Divê ji bo Heskifê hewldanek dest pê bike. Ez wekî wênesazekî kurd dikarim di nav wê hewldan û kampanyayê de cih bigirim. Ji ber ku hewcedariya Heskifê bi tiştekî wiha heye. Pêşangeh dibin, konser dibin. Divê di wê kampanyayê de gelek hunermendên cîhanê yên bi nav û deng jî cih bigirin.”
Ji ANF'ê hatiye girtin


