Li Qereçobana Erzeromê endamê meclisa şaredariyê yê ji AKP'ê Tahir Yaprak ji AKP'ê îstîfa kir û derbasî DBP'ê bû. Ji bo vê yekê li navçeya rêxistina DBP'e ya Qereçobanê merasimek hate lidar xistin. Di merasimê de rêveberên DBP, HDP, KCD û Hevşaredarên Qereçobanê parêzer Îrfan Sari û Serhat Eskikurt amade bûn.
Tahir Yaprak ku derbasî DBP'ê bû bang li hevpîşeyên xwe yên li nav AKP'ê kar dikin kir û xwest ew jî îstîfa bikin û beşdarî DBP'ê bibin.
Hevşaredar Îrfan Sari jî got ku li pêşiya me hilbijartineke giring heye, gere em li ser vê bixebitin, ji bo vê yekê gelê me yê din ku li nav AKP'ê û partiyên din de ye bila îstîfa bike û mil bide vê xebata me.
Li Mûşê komek derbasî DBP'ê bû
Li bajaroka Artêta Mûşê komek endamên CHP'ê ji partiya xwe îstîfa kirin û derbasî HDP'ê bûn. Li ser navê koma ku ji CHP'ê veqetiya û derbasî HDP'ê bû Metin Yatman axivî û got: "Me tercihek şaş kiribû ku em li bin banê CHP'ê bûn, lê ji niha û pêde emê armanca me ew e ku em têkoşîna rizgariya kurdan ber bi pêş ve bibin."
DÎHA


