Diyarname
Lîstikên nû yên Seyr-î Mesel di meha kewçêrê de her Şemî li benda şanohezan in.
Şanoya Seyr-î Mesel di serdema nû ya şanoyê de lîstikên xwe yên nû pêşkêş dike.
Lîstikên bi navê "Havva'dan Havadisler", "Pîç", "Qêrînwêne", "Stajyer", "Zelqok", "Zewac", "Boyaxçî", "Bahtsiz Mufit" di meha kewçêrê de her şemî saet 18'an de derdikeve pêşberî temaşevanan.
Di lîstikên ku Erdal Cevîz derhêneriya wan kiriye de Baran Demir, Bedriye Aydemir, Dilek Eniş, Guler Înce, Hasan Aydin, Îbrahim Turgay, Mervan Yalçindag, Musa Yildirim, Salihê Kevirbirî, Selman Akkuş, Volkan Turkmen têde dilîzin.


