AMED
Ji bo tifaqa bi HDP'ê re rêxistinên wekî DBP, DDKD, OSP, KADEP û Tevgera Azadî li Sumerparkê civîna çapemeniyê li dar xist.
Rêxistinên wekî DBP, DDKD, OSP, KADEP û Tevgera Azadî ji bo di hilbijartinê de piştgiriyê bidin HDP'ê li Sumerparkê civîna çapemeniyê li dar xist. Di salonê de pankarta "Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê" hat daliqandin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlementera HDP’ê Mulkiye Bîrtane, Hevserokên HDP'ê yên Amedê, Berdevkê Tevgera Azadiyê Adem Ozcaner, Serokê OSP'ê Sînan Çiftçiyurek û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Pêşî “Metna lihevkirinê ya tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê” bi kirmanckî (zazakî), kurmancî û tirkî hat xwendin. Kirmanckî ji aliyê parlamentera HDP’ê Mulkiye Bîrtane ve, kurmancî ji aliyê Berdevkê Tevgera Azadiyê Adem Geverî û tirkiya metnê jî ji aliyê Serokê OSP'ê Sînan Çiftçiyurek ve hat xwendin.
Hat diyarkirin ku partî û tevgerên siyasî yên kurd biryara beşdarbûna hilbijartinên 7'ê pûşpera 2015'an bi HDP'ê re dane û wiha got: "Li beramberî hemû tunekirin, înkar û zordestiyan israrê lêgerina maf, dad, azadî û nasnameyê ya gelê Kurdistanê, têkoşîn û berxwedana ku dayî, hesreta aştî û azadiyê hemû gel, bawerî û rêxistinên civakî, ji bo pêşeroja Kurdistanê û hemû herêmê têkoşîna ku li Kerkûk, Şengal û Kobanî li dijî DAIŞ'ê hatiye dayîn û bidestkeftiyên li wir di serî de bûye heviya gelê kurd û her wiha hêviya gelên din jî îro di vê pêvajoya ku em tê de ne, di serî de bertek û biryarên hevpar û piştgiriyên hemû aliyên ku ji bo maf û azdiyên di nav çarçoveya yekitiya neteweyî de tê qalkirin. Sedemeke din a tifaqê jî ew ku ligel zagona partiyên siyasî û bendava sedî 10 a hilbjartinê jî HDP'ê biryara wekî partî beşdarî hilbijartinê bibe daye.
Vane xalên tifaqê;
* Li gorî esasa netewebûna kurd di babeta daxwaz û bicihkirina maf û azadiyên bingehîn de berî her tiştî biryar e ku polîtîka û helwestan bide nîşan. Li gorî vê armancê; ji bo Kurdistanê statû, perwerdeya bi zimanê dayikê, kurdî jî wekî ya herî bingehîn dide nîşan.
* Gelek welatiyên wekî kurd, ermen, asûrî-suryanî, ereb, mihelmî û tirkmen û komên baweriyê yên wekî elewî- sunnî, xirstiyan, cihû, êzidî yên ku li ser axa me dijîn, bi sedema polîtikayên zordest ên dewletê di paşeroja de pir zehmetî kişandin. Divê ev zehmetiyên berê nayên jibîrkirin, di wê baweriyê de ne ku divê jiyaneke nû û wekhevî bê înşakirin û ji bo vê jî têdikoşe.
* Di pêvajoya dîrokî de hemû mexduriyetên ku li Kurdistanê çêbûne wekî êşekê hevpar û hemû destkeftiyan jî wekî şahiya hevpar a gelê Kurdistanê qebûl dike.
* Piştgiriya tekoşîna gelê kurd a li hemû perçeyan a li dîjî DAIŞ'ê û hêzên wê yên piştgir dike, xwedî li destketiyên ji Kerkûkê bigire heta Şengal û Kobanî derdikeve.
* Tifaqa Rojavayê Kurdistanê ku bi Hevpeyama Duhokê pêk hatibû, girîng dibîne û pişgiriyê didê.
* Bangawaziya raya giştî ya navneteweyî dike da ku alîkariya jinûve avakirina Kobanî bikin û bangî dewletê jî dike ku di serî de deriyê Murşîtpinarê û her wiha hemû deriyên gumrikê çalak bikin.
* Bangî dewletê dikin ku girtiyên nexweş û birêz Abdullah Ocalan di serî de hemû girtiyên siyasî bê şert û merc azad bên hiştin, meseleya faîlên meçhûl bê rokîrin, gorên komî bên eşkere kirin û hemû mexdûriyetên civakî ji holê bên rakirin.
* Her cure zordestî û şîdeta li ser jinan di heman gavê de mudaxaleyeke li djî civakê dinirxine û li dijî vê helwestê nîşan dide.
* Ciwaniyê di têkoşîna azadiyê ya îro de dînamikêk çalak dibîne û rola wê ya tayînker a di avakirina pêşeroja Kurdistanê de girîng dibîne û ji bo peşdebirina vê rolê têdikoşe.
* Dixwaze ku polîtîkayên aboriyê yên heyî yên dewletê ku dibe sedama pirsgirêkên gewre yên wekî xizanî, koçberî, betalî û texrîbatên ekolojîk ên li Kurdistanê bên guherandin, ji bo alikarî û çavkaniyan peyda bikin, piştgiriya hemû kar û hewldanan dike.
* Azadiya dîn û wijdanê, hurmeta li baweriyan, jiyaneke li gor baweriyê û maf û azadiyên ji bo bicihanîna lazimiyên baweriyan, diparêze.
* Bêyî ku tu cudahiyê bixe navbera wan, nirxên olî, mezhebî, netewî û mîrov li ser bingeha maf, dad, azadî, wekhevî û biratiyê dipêjirîne. Hebûna temsîliyên polîtîk ên binyadên etnîkî û baweriyan diparêze.
Yuksek: Deriyê me ji bo her kesî vekiriye
Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek diyar kir ku ji bilî partî û rêxistinên di nav vê tifaqê de ne gelek sazî û rêxistinên din jî hene û kî beşdarî tifaqê bibe deriyê me ji bo wan vekiriye.
Demîrtaş: Em girêdayî xalên tifaqê ne
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî li ser tifaqê giot ev tifaq ji bo wan gelek girîng e û wisa dom kir: "Em di dîrokeke girîng re derbas dibin. Em ne tenê ji bo hilbijartinê hatine cem hev. Meji bo tifaqê deriyê xwe negirtiye û gera me ya tifaqê didome. Li ser vê erdnîgariyê welatiyên ku zilm nediye tune ye. Hilbijartin tên diçin lê em her daîm hene. Em girêdayî van xalên tifaqe ne. Em dikarin bibêjin ligel van hevalên me, me hevrêtî derxistiye holê. Vê tifaqê moral û manewiyeteke mezin derxistiye holê, ev yek ne parvekirina sindoq an kursiyan e, ev tifaq yekîtiya têkoşînê û bi hevrebûna ji dil e. Em henmû ji pencereyên cuda binêrin jî em heman êşê dibînin; pêşniyarên me yên çareseriyê ne wekî hev bin jî em wekî partî û tevgerên ku li ser heman erdnîgariyê dijîn ketine rê. Em dê pirdengî, pir çandî, pir bawerî bin. Eynî wekî welatê me, qekî vê axê. Ligel cudahiyên xwe emê wekhev bin."


