logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li Ewropayê hedef: 400 hezar deng!

Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû diyar kir ku ew li gelemperiya Ewropayê bi 9 hezar kesî re dixebitin û got, "Heta nih

  • Dîrok: 18/03/2015
  • Beş: 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî

Alî Guler - Bruksel


Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû diyar kir ku ew li gelemperiya Ewropayê bi 9 hezar kesî re dixebitin û got, "Heta niha me bi 81 hezar kesî re rû bi rû hevdîtin kirye. Armanca me li gelemperiya Ewropayê 400 hezar deng e."

Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên li Tirkiye û  Bakurê Kurdistanê re, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên xwe yên li Ewropayê. HDP, di serî de Elmanya, Fransa, Hollanda, Swîsre, Belçîka, Îngilîstan, Swêd, Awûstûrya û Danîmarka dixwaze li gelemperiya Ewropayê 400 hezar dengî bi dest bixe. Partiyê, ji bo vê armanca xwe li hemû welat û bajaran komîsyon ava kiriye. Komîsyonên ji 9 hezar kesî pêk tê, li bajar, navçe û semtên Ewropayê xebatên hilbijartinê dimeşînin. Ev xebat jî ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Ewropayê ve tê meşandin. Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê û endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê Eyup Dorû, xebatên hilbijartinê û armanca HDP'ê ya li Ewropayê ji ANF'ê re nirxand.

'ARMANCA ME 400 HEZAR DENG E'

Eyup Dorû ragihand ku xebatên wan ên li Ewropayê li gelek welatan tê meşandin û anî ziman ku ev xebat jî ji aliyê koordînasyonek ji gelek derdorî ve tê şopandin. Dorû bibîr xist ku komîsyonek ji 9 hezar kesî ya ser bi vê koordînasyonê, li gelemperiya Ewropayê dixebite û got, "Li hemû bajar, bajarok û semtên Ewropayê em xebatên xwe dimeşînin. Hemû jî hevalên dildar in, ev  hezar heval bi şev û bi roj dixebitin. Em dixwazin di demeke kurt de vê hejmarê derxîne 15 hezar kesî." Eyup Dorû da zanîn ku bi bikaranîna gelek navgînên ragihandinê re ew dixebitin û destnîşan kir ku ew hevdîtina rû bi rû ya bi hilbijêran re esas digirin. Dorû da zanîn ku ji ber vê xebatê ew li reaksiyonên erênî rast tên û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di encama xebatên xwe de heta niha em bi 81 hezar însanî re axivîn. Van mirovan soz dan me. Lê em ê vê hejmarê zêdetir bikin. Ji ber ku armanca me li Ewropayê bi destxistina 400 hezar dengî ye. Li derveyî welat 3 mîlyon koçber hene. Ji sedî 90 ê ji van li Ewropayê ne û koçberên siyasî û polîtîk in. Eleqeyeke mezin nîşanî partiya me didin. Telefonên partiya me qet bêdeng nabin. Heta niha em bi pirsgirêkeke cidî re rû bi rû neman."

'HDP RASTÎ ELEQEYEKE MEZIN TÊ'

Endamê Koordînasyona Hilbilbijartinê ya HDP'ê li Ewropayê Eyup Dorû da xuyakirin ku li Ewropayê eleqeyeke mezin ji partiya wan re tê nîşandan û got, "Di serî de sazî û komên xebatê yên şoreşger û çep, ELewî, Êzidî, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkez, Kurd, Tirk, Ermenî eleqeyeke mezin nîşanî partiya me didin. Her roj bi daxuyaniyên çapemeniyê re aşkera dikin ku li gel partiya me ne."

Eyup Dorû bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kir ku dengê xwe bidin HDP'ê û got, "Di van hilbijartinan de du hêz li ber xwe didin. Yek jê dixwaze bi bidestxistina 400 parlamenterî re destûra bingehîn biguherîne û bibe padîşah. Hêza din jî HDP ye ku dixwaze welatekî ji jiyana azad a hemû ziman, bawerî û nasnameyên cihê reng, ava bike. Ji ber van hemûyan divê her kes di 7'ê Hezîranê de dengê xwe bide HDP'ê."

'DENG WÊ DI NAVBERA 8'Ê GULANÊ Û 31'Ê GULANÊ DE BÊN BIKARANÎN'

Eyup Dorû der barê bikaranîna deng li Ewropayê de agahiyên teknîkî jî da û got, "Li Ewropayê deng wê di navbera 8-31'ê Gulanê de werin bikaranîn. Heta 7'ê Hezîranê li gumrukan dikare were bikaranîn. Yên dixwazin bi lezgînî biçin, divê vê zanibin. Lê belê pêwîste her kes qeydkirî bin. Qeyd jî heta 27'ê Adarê divê were lêkolînkirin. Eger ne qeydkirî be, divê biçe Sefaretxaneyên Bilind ên li Tirkiyeyê û qeyda xwe çêbikin."

Eyup Dorû anî ziman ku ji bo dengên tên bikaranîn neyê dizîn wê xebat were meşandin û ragihand ku wê komên muşawîran ên ji hezaran kesî ava bikin. Dorû diyar kir ku wan ji Parlamenta Ewropa, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê bi awayekî fermî xwestine û wê partiyên cuda heyetên çavdêr bişînin.

Der barê xebatên hilbijartinê û rêbaza bikaranîna dengan li Ewropayê, ji buroyên hilbijartinê yên HDP'ê û ji navnîşana http://tr.hdpeurope.eu/ agahî dikare were peydakirin.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî - Nivîsên Dawî
news
  • 16 11 2015

YSK'ê daxwazaHDP'ê red kir

news
  • 05 11 2015

Ji Hîro Xan ji bo HDP’ê peyama pîrozbahiyê

news
  • 04 11 2015

Tu şîrketek anketê encam nizanî û hinan lêborîn xwest

news
  • 03 11 2015

4 partiyan jî li hemberî encaman îtîraz kir

news
  • 02 11 2015

HDP li 9 welatan bû yekemîn

news
  • 01 11 2015

Deqe bi deqe agahiyên li ser hilbijartinê (ev nûçe her tê nûkirin)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Zanîngeha Tuncelî' dibe 'Zanîngeha Mûnzûrê'

ad

MGRK û ENKS li ser bûyerên dawî civiyan

ad

'Eyşe Şan jinek berxwedêr bû'

ad

Nêşîrwan Mistefa ji ENKS`ê xwest piştgiriya destkeftiyên Rojava bike

ad

Kişanak û Anli li Amedê berendam in

ad

Cerdevan tayînî Şaredariya Licê kirin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname