Diyarname
Obama êdî mezinê DYA'yê, kesî hêrî hêzdar ê dinyayê ye. Kî ye Obama? Vaye jiyana wî:
- Navê wî 'Brack' ji peyva 'bereket'ê tê. Huseyîn jî navê wî yê duyemîn e.
- Brack Huseyîn Obama di 4'ê gelawêja 1961'ê de li Hawaii hatiye dinê. Diya wî spiyek ji Kansasê, bavê wî reşikek ji Kenyayê ye. Di xwîna wî de xwîna çermsor, îrlandî û skoçî heye.
- Wî beşeke pola dibistana seretayî li Endonezyayê xwend.
- Dibistana navîn li Hawaii xwend.
- Di sala 1988'an de bi bursê Zanîngeha Harwardê xwend. Di nav 10 xwendekarên li polê notên wî ji 9'an baştir bû. Di dibistanê de kovara "Harvard Law Review" derxistin û ew jî bû yekemîn edîtotorê kovarê yê bi eslê xwe afrîkî. Tam vê demê çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ew nas kir.
Wî li Zanîngeha Colombiya zanista siyasetê û li Harwardê jî hiqûq xwendiye.
- Di navbera 1996-2004 senatorya eyaleta Illinois kir.
- 2004'an de ji bo Senatoya DYA'yê hat hilbijartin.
- Serokê 2007'an de berendamtiya xwe ya ji bo serokatiyê li nav partiya xwe danî.
- Di pûşpera 2008'an de reqîba wî Hillary Clinton têk çû û bi awayekî fermî ew bû berendamê serokatiya DYA'yê.
- Xwedî xîtabeteke bandorker e.
- Du pirtûkên wî hene ku li DYA'yê di nav pirtûkên ku herî zêde hatine firotin de ne.
- Ew hem parêzer, hem akademîsyen e.
- Ew bi Michelle LeVaughn Robinson (44) re zewicandin ye, yek jê 10 salî yek jî 7 salî du keçên wan hene.
- Wî qet leşkerî nekiriye.
- Malbat û hevalên wî jêre "Barry" dibêjn, diya wî jî "Bear" dibêje yanê hirç. Endamên serwîsa ajanan jî navê "Renegade" (qaçax) lê kiriye.
- Di vê hilbijartinê de her kesî navek lê kir. Komarparêzan jêre got ku "Bi qasî Paris Hiljon navdar e" û pê henekên xwe kirin. Hinan stêrkê rockê nav lê kir. Misilman bûn, nêzîktêdayîna wî ya ji bo sosyalîstiyê hate nîqaşkirin. CNN internationalê navê wî û rêberê El Kaide Usame Bin Ladin tevlihev kir.
- Ew xwediyê piştgiriyeke mezin bû. Di nav navdarên Hollywoodê û yên din de jî van k esan piştgirî dayê: George Clooney, Scarlett Johannson, Robert de Niro, Tom Hanks, Matt Damon, Halle Berry, Bruce Springsteen, Oprah Winfrey.
Nûçeyên eleqedar:
- Serokê nû yê DYA'yê Barack Huseyîn Obama ye
- Demokrat di Senatoyê de jî bi ser ketin


