Diyarname
Di pêşhilbijartina li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de senator John McCain li eyaletên Texas, Ohio, Vermont û Rhode İsland de jî bi ser ket û berendamtiya wî ya ji bo hilbijartina serokatiya DYA'ya ya di meha sermaweza 2008'an de diyar bû.
John McCain berendamê din Mike Huckabee têk bir. McCain ku gihîşt hejmara 1191 delegeyan berendamtiya xwe, Mike Huckabee jî têkçûna xwe eşkere kir. McCain piştî diyarbûna berendamtiya wî ya ji bo serokatiya DYA'ye got: "Pêşbaziya ji bo serokatiya ya bingehîn niha dest pe dike."
Di eniya demokratan de Barack Obama li pêş bû û di pêşhilbijartina îro ya eyaletên Texas, Ohio, Rhode İsland de ger Obama bi ser biketa dê berendamtiya wî jî diyar bibe lê berendama demokratan a din Hillary Clinton bi ser ket. Digel vê yekê jî di warê hejmara delegeyan de Obama hê li pêş Clinton e û bi vî rengî di eniya demokratan de ji bo berendamtiya serokatiya DYA'yê pêşbazî hê di navbera Obama û Clinton de berdewam e.


