DÊRIK
Endamê Kongreya Amerîkî Flaviws Mihaies bi armanca rewşa Rojava bişopîne di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî rojavayê Kurdistanê bû.
Endamê Kongreya Amerîkî Flaviws Mihaies bi armanca şopandina Rewşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bû. Mihaies serdana saziyên sivîl û navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê kir.
Cîgira Serokê Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê û rêveberên deriyê Sêmalka, nûnerên YPG, YPJ û hêzên Asayîşê pêşwaziya Mihaies kirin. Mihaies, serdana bajarê Dêrikê kir û ji wir berê xwe da bajarê Amûdê û serdana navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir.


