NAVENDA NÛÇEYAN
DYA'yê 'Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê û hin endamên opozîsyonê xistin lîsteya terorê û got ku Koalîsyonê di hin çalakiyên terorîst de cih girtiye.
Çavkaniyekî ji Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê ji malpera Îlaf re got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) endamên Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê ku navenda wê Tirkiye ye û hin endamên din ên opozîsyona Sûriyê û malbatên wan xist nav lîsteya terorê û ji ber beşdarî çalakiyên terorîst bûne, li lîsteya kesên qedexe ye derbasî axa wê bibin, zêde kirine.
Heman çavkanî diyar kir ku endamên koalîsyona niştimanî ya opozîsyona Sûriyeyê li hemberî biryara Amerîka matmayî mane û da zanîn ku endamekî koalîsyonê dema xwestiye vîzeya Amerîka bistîne jêre hatiye gotin ku ew li gorî qanûna 212'yan qedexeye derbasî Amerîka bibe û divê daxwaznameyeke taybet ji Wezareta Ewlekariya Hundir bistîne.
Li aliyekî din hin kesan gotin ku rewşên wisa yên qedexekirinê di bin navê “gumana terorê” de tên kategorîzekirin.
Lê hin çavkaniyên dîplomasî diyar kirin ku ev tenê tiştên îdarî ne û berî niha jî kesên ku navên wan di heman lîsteyê de bûn bi agahdariya Ewlekariya Hundirîn a Amerîka serdana Amerîka kirin.
Her wiha hin endamên opozîsyonê diyar kirin ku Amerîka terorîstên rasteqîn nas nake û gumanên xwe anî ziman û goti ku ev biryar xizmeta Beşar El-Esed dike.
Gelek endamên koalîsyonê diyar kirin ku dema daxwazên wan ên vîzeya Amerîka hatine redkirin, ew matmayî mane.
Ji ANHA'yê hatiye girtin


