Diyarname
Mebûsê DTP'ê Sirri Sakik îro di meclisê de gotina 'Erdnîgariya Kurdan' bikar anî, nîqaş derket.
Di axaftinên li ser butçeya 2009'an de mebûsê DTP'ê yê Mûşê Sirri Sakik îro ji bo bajarên kurdan peyva "Erdnîgariya kurdan" bikar anî. Li ser vê yekê mebûsê MHP'ê Mehmet Şandir derket ber kursiyê, da zanîn ku li vê derê gotinên çewt têne bikaranîn û ji serokê danişînê û Wekîlê Serokê Meclisê Nevzat Pakdil xwest ku Sakik gotinên xwe bi paş ve bikişîne, yan jî serokê danişînê van gotinan rast bike. Li ser vê Pakdil got: "Ev fikra birêz Sakik e. Herhal Sakik xwe şaş kiriye. Ezê di metnê de rast bikim. Tirkiye yek pare ye."
Mebûsê DTP'ê Sakik nerazîbûn nîşanî serokê danişînê Pakdil da û careke din derket ber kursiyê û got; "Ez hê jî gotina Erdnîgahiya Kurdan bikar tînim. Vekin li notên Meclisa sala 1920'an binêrin. Di wan de Mustafa Kemal dema qata mebûsên kurdan dike peyva Kurdistanê bikar tîne. Vê yekê ez nabêjim, Mustafa Kemal dibêje."
Li ser vê mebûsê MPP'ê Şandir serokê danişînê rexne kir ku çima mudexeleyê gotinên Sakik nekiriye.


