logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Li Stenbolê ‘Klondike’ û ‘Vortex’ bi ser ketin

41’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê êvara 19’ê mehê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Şeva ku li Salona

  • Dîrok: 19/04/2022
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil OGUZ

41’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê êvara 19’ê mehê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Şeva ku li Salona Konserê ya Cemal Reşit Rey li dar ket pêşkêşvaniya wê Cem Davran kir. Di şevê de di warê Pêşbaziya Neteweyî de fîlmê derhêner Maryna Er Gorbach ê bi navê “Klondike” Xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de jî fîlmê derhêner Gaspar Noe ê bi navê “Vortex” Xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Ji xelatên mezin Xelata Derhênerê Herî Serketî jî dan Tayfun Pîrselîmoglu ku ew bi fîlmê xwe “Kerr” di pêşbaziyê de bû.

‘KLONDIKE’ 200 HEZAR TL DÊ BIGIRE 

Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de niha fîlmekî ji bo bikeve Pêşbaziya Neteweyî divê derhêner an jî ji şirîkan yek ji Tirkiyeyê be. Fîlmê “Klondike” jî ji ber ku bi şirîkatiya TRT”ê hatibû kişandin di Pêşbaziya Neteweyî de bû. Fîlmê ‘Klondike” îsal li Berlinale û li Sundanceyê hatibû nîşandayîn, ji Sundanceyê bi Xelata Derhênera Herî Serketî vegeriyabû. Fîlmê ku li gundekî Ûkraynayê derbas dibe, çîroka malbatek ku di dema şer de beşek bûye alîgirê Rusyayê, beşek alîgirê Ûkraynayê nîşan dide. Karaktera sereke ku jin e û ducanî ye dijî şer e û naxwaze ji gundê xwe derkeve. Fîlmê ku li festîvalê di nav Pêşbaziya Neteweyî de yek ji fîlmên serketî bû, juriyê ev yek dît û bi Xelata Fîlmê Herî Serketî Laleya Zêrîn xelat kir. Fîlm, ligel peykerek bi 200 hezar TL pereyê hat xelatkirin. Derhênera fîlm Maryna Er Gorbach di peyama ku ji bo festîvalê şand de wisa got, “Ez vê xelatê diyarî dayikên ûkraynayî yên ku di şer de zarokên xwe diparêzin dikim.”

Ji xelatên mezin Xelata Derhêrhêrê/a Herî Serketî dan derhêner Tayfun Pîrselîmoglu. Xelata Lîstikvanê Herî Serketî jî dan du kesan, Ahmet Rifat Şungar û Bariş Gonenen ku di fîlmê “Çilingir Sofrasi” de lîstibûn. Lîstikvan Bariş Gonenen ku hat xelat girt wisa got, “Ez vê xelatê diyarî wan kesên dikim ên ku di vê serdema nefretê xwe tenê hîs dikin. Bila bizanibin, ew ne bi tenê ne.”

"BILA HÊ ZÊDETIR KARAKTERÊN XWEŞIK ÊN JINAN BÊN NIVÎSÎN" 

Lîstikvan Ece Yuksel ku bi rola di fîlmê “Ela ile Hilmi ve Ali” de Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt jî wisa got, “Ji bo ev karaktera xweşik a jinan nivîsandiye ez sipas dikim. Bila hê zêdetir karakterên xweşik ên jinan bên nivîsandin, em jî wan bilîzin.”

Derhêner Gaspar Noe bi fîlmê xwe "Votex" li festîvalê bû. Fîlm çîroka du extiyarên nexweş ku yek nivîskarê sînemayê, ya din doktor e dikir. Çîroka extiyarên di asta êdî dikevin li ber destan baş anîbû ziman. Ji aliyê teknîka sînemayê ve jî ji serî heta dawî ekran kiribû du parçe û li her du parçeyan carinan heman dîmen, carinan du dîmenên cuda, wekî du fîlm bêne nîşandayîn bikar anî bû. Ev aliyên fîlm balkêş bûn û juriyê jî ev balkêşî bi Xelata Fîlmê Herî Serketî ew rûmetdar kir.

HEMÛ XELATÊN HATIN BELAVKIRIN

Ji bilî van di beşên kurtefîlm, belgefîlm, muzîk, vesazkirin û hwd, dor 20 waran de xelat hatin belavkirin. 

Va ne hemû xelatên ku hatin belavkirin:

PÊŞBAZIYA NETEWEYÎ:

- Fîlmê Herî Serketî Laleya Zêrîn: Klondike (Derhêner Maryna Er Gorbach)

- Xelata Taybet a Juriyê ya Onat Kutlar: Çilingir Sofrası (Derhêner Ali Kemal Guven)

- Mansiyon: Denizhan Akbaba (Ela ile Hilmi ve Ali)

- Derhênerê Herî Serketî: Tayfun Pirselimoglu (Kerr)

- Senaryoya Herî Serketî: Nazlı Elif Durlu, Ziya Demirel (Zuhal & Ela ile Hilmi ve Ali)

- Lîstikvana Herî Serketî: Ece Yuksel (Bi rola di “Ela ile Hilmi ve Ali”)

- Lîstikvanê Herî Serketî: Ahmet Rıfat Şungar, Bariş Gonenen (Bi rola di “Çilingir Sofrasi”)

- Derhênerê/a Dîmenê ya/ê Herî Serketî: Sviatoslav Bulakovskyi (Klondike)

- Vesazkirina Herî Serketî: Bugra Dedeoglu, Selda Taşkin (Zuhal)

- Derêherê/a Hunerî yê/a Herî Serketî: Natali Yeres (Kerr)

- Muzîka Herî Serketî: Taner Yucel (Bana Karanligini Anlat)

PÊŞBAZIYA BELGEFÎLMAN

- Belgefîlmê Herî Serketî: Eat Your Catfish (Derhêner Senem Tuzen, Adam Isenberg, Noah Amir Arjomand)

- Mansiyon: Her Şey Dahil (Derhêner Volkan Uce)

XELATA SEYFÎ TEOMAN A FÎLMÊ PÊŞÎ

- Fîlmê Pêşî yê Herî Serketî: Zuhal (Derhêner Nazli Elif Durlu)

PÊŞBAZIYA KURTEFÎLMAN

- Kurtefîlmê Herî Serketî: Our Ark (Derhêner Deniz Tortum, Kathryn Hamilton)

- Mansiyon: Gece Kuşagi (Derhêner Yasemin Demirci)

XELATÊNFIPRESCI

- Di warê pêşbaziya navneteweyî de fîlmê serketî: Vortex (Derhêner Gaspar Noe)

- Di warê pêşbaziya neteweyî de fîlmê serketî: Ela ile Hilmi ve Ali  (Derhêner Ziya Demirel)

- Di warê kurtefîlman de kurtefîlmê serketî: Gol Kenari (derhêner Aziz Alaca)

PÊŞBAZIYA HOSTEYÊN CIWAN

- Xelata Hosteyê Cihan a Fîlmê Serketî: Oyun Alanı (Derhêner Laura Wandel)

PÊŞBAZIYA NAVNETEWEYÎ:

- Xelata Laleya Zêrîn a Fîlmê Herî Serketî: Vortex (Derhêner Gaspar Noe)

- Xelata Taybet a Juriyê: Daglarin Denizcisi / O marinheiro das montanhas / Mariner of the Mountains (Derhêner Karim Ainouz)

 

 ***


Nûçeyên Eleqedar:

- Li festîvalê fîlmên derhênerên kurdan li benda temaşevan in 

- Ji bo du hefteyan fîlmên ji dinyayê li Stenbolê ne 

- Hin panel û gotûbêjên li ser sînemayê 

- Festîvala Stenbolê, fîlmên 5 derhênerên kurd têne nîşandayîn 

- Serokê Juriya Pêşbaziya Navneteweyî diyar bû 

- Festîvalê fîlmê ku dê restore bike diyar kir 

- Endamên Juriyê yên Festîvalê diyar bûn 

- Xelatê Rûmete ê Sînema hamey eşkerakerdin 

- Serokê Juriyê Festîvaley Stenbolê eşkera bî 

- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e

     

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Merasimên destpêkirina Kûpaya Cîhanê ji wê têne pirsîn

ad

Arjantîn ber bi pêş, Fransa ber bi paş ve diçe

ad

Nobela Fîzîkê dan sê kesan

ad

Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye

ad

Ji bo 'Dêrsim'ê serî li Serokatiya Meclisê dan

ad

Efkan Ala çû, Suleyman Soylu hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname