Amed
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê yekem car di kovara xwe de cih da nivîsên bi kurdî.
Bultenên ÎHD'ê heta niha bi tirkî hatine weşandin. ÎHD'ya Amedê vê carê nivîsên bi kurdî di weşana xwe ya du mehî de bi cih kir. Bultena ku hejmara wê ya sermawez û berfanbarê derket de bi kurdî xebatên ÎHD'ê hatin nivîsandin.
Komeleyê digel xebatên xwe, li ser lêkolînên ku kirine jî nivîsên xwe bi kurdî di bultenê de bi cih kir û pêşkêşî amediyan kir.
Ev gava ÎHD'ê wekî gaveke girîng hate hesibandin û hêvî ew e ku di hejmarên bê de û di şaxên din ên ÎHD'ê de jî ev nêzîktêdayîn bê pêşxistin.


