logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Kî bi ser ket?

Ew rojhelatê navîn ewê hindî mirov bişêt hijmêrît hind navêt mezin û ji dwîrî rastî a xwe heyn bo mînak jî bajêrrê Qodsê

  • Dîrok: 22/01/2009
  • Beş: Serbest

 

Ebdulhemîdê Bamerrnî

Ew rojhelatê navîn ewê hindî mirov bişêt hijmêrît hind navêt mezin û ji dwîrî rastî a xwe heyn bo mînak jî bajêrrê Qodsê ku ji (xweda perêsyê, xweda parêzyê û pîrozyê) re bikartêt, eve navê vî bajêrrî piştî Bisurmana destê xwe liser danî, berî wê jî navê wî (Urşelîm), an jî (darusselam) mala tenahyê bû. Ev bajêrrê nuke dinya hemi înaye îşte îştê û her ji destpêka bikirrûbikêşa oldaryê evî cihî berovajî nuqrîskeka tenahyê û aştîyê bixweve ne dîye. Şwîna ev bajêrre bibîte binyatê pêkve jiyanê yê bûye eger ku bi hizara sala hevrrikîyeka mezin û bê dîmahî û çare di nav mirovanyêda akincî bibît. Ev çwîvkêşka liser vêrê hey demêt hatîn ku çi nemaye bibîte bizotê agirekê mezin ku terr û hişk pêkve têda bisojin. Desteka hevsozya Warşo ya hevpişkî bi serokînya sovyeta herrifyay û desteka hevsozya NATO yê bi serokînya USA gelek xirrepişanê ya kirî û sîngêt lêkdayn, mirov dişêt bi bistehîve bibêjît ku êk ji egerêt ketina sovyetê û desteka hevpişkî, Felestîn û arêşa wê bû, nuke jî serê Emrîka yê pêve gêj bûy û gololka dendkê wê wesa ya aloze çi ser jê na derkevin. Dema em dibêjîn Emrîka û Sovîyet hindek tişt ê dibin van navave heyn, bo mînak; giranya wan a siyasî û senta wan a Aydiyulojî û pêvehatinêt wan yên Aburî û nuke Ewropa jî bi hemi giranya xweve hateser û hêj ti tiştek berçav na kevît.
   Hejî gutinêye bêjim (zerê ji mehfîrî kêm) jî hateser, ew jî komara Bisurmanî a Îranêye û tevnê wê li deverê raçandî her ji partîya a xwedê û zirrtekê wê Hesen Nesrullay, Kuma Sedrî li Îraqê û bizava berhingarî (miqawemet) a Bisurmanyê ya navdar bi (Hemas) li Xezzayê û çeq û pêvenwîskêt wan û helişkaftineve ya hevbaskîya Şî`e û Sinne û ji sedsala bîstûêkê bo sedsala mirna Pêxemberî (s.x.l.bin) paşda zivrrîve û nuke agirê wê yê li Xezzayê şaryay û Ereb jî yên firqekirîn ên wekî mirê Qeterê ku ji Îranê û ji Cwîya jî ditirsin di vêt sêrana rwîbarî û daweta kelê herduka pêkve biken û du serên berana bikene di qazanka xweda û ên mina hêjayê Qezzafî jî çunkî Siudîyê nevêt  û dojminêt wêne ho biteqqekê xwe dihelpîvn û dadipîvin û bêşermî ya Misir û Si`udyê bire derokê Diza ( Eve ciheke li Bamerrnê ê binav û denge û pêşamete, hemi kes li her cihekê gondî dibînin). Herwekî diyar jî Erebêt hevbaskêt Îranê bo   xwe Rêkeka bisanahîtir ya dîtî ku pê bersîngê Îranê bigrin û weneken nexşê rojhelatê nwî yê Îranê serbigrît û bigehîteêk. Îranê li dîv kawdanêt Etnogirafî a Şî`î  û belavbuna wan, nexşêt xwe êt darrêtîn da bişêt dest biser deverêda bigrît û Împeratoryetek a Şî`î çêket û herwesa jî seruberêt bizava felestînya êt ji xwerre kirîne keys. Hindîke Cwîne ji tirsa gefên Ehmedînejad û bo parastina milletê Cwîya û dewleta wan dicengin û husa jî bêy destî xwe ên buyne polîsêt Erebêt Sinne û bersîngê Îranê digirin. Hemas jî çav şikestî ya 120 milyonêt Dolaraye ewên Îsma`îl Henîyey digel xwe ji Îranê înayn.  Îranê xwe li Libnanê digel cwîya cerriband çend hizar rakêtek têwerkirin û çend kesek koştin û birîndarkirin û bersiva wan herrifandina bahra pêtirê ji jêrya Beyrotê û jêrya Libnanê bû û bi hizara koştî û bi deha hizara birîndar jî dan û her digot berê xwe bidenê me çi biserê Cwîya îna û em biserketîn. Nuke her ew tevn û teşî yê li Xezzayê dihêterrêstin û Îran li wêrê ya şerrê Si`udyê û Misrê diket û divêt van herduya bişkênît, çunkî vê gavê ew bihêztirîn dewletêt Erebîne û jiber pêvehatinêt wan yêt Aburî û ciyosiyasî Îran ji kênca wan ditirsît. Tiştê ji hemya fertir (giringtir) ku mirov diyarket ewe duhî Erebêt Şî`e ên Libnanê û xelkê wan bûne bizotêt agirê şerrê Îranê û nuke jî kerê (kert= qatî`i) Xezze yêt buyne koçkê agirê Îranê bizotên wî agirî jî xelkê kerê Xezzene û wan çend Cwîyek koştin û birîndarkirin û bi hizara Kuştî û birîndar jî dan û bi seda hizara mirov veteqyan û ketine ber dilovanya sirr û sermayê û nîveka rendekêt bajêrra û erdê çandinê hatetêkdan û hêj dibêjin Cwî şikestin û em biserketîne. Serketinê jî li vêrê çend rwîyek yêt heyn, ew jî li dîv dîtna min bi van rengêt xarêye:
1- Serketin wekî hinavzanî (saykolojî) ku tiştekê ji mirovî kêm bît û mirov jê bitirsît, wekî mirovêt berê bo mînak ji rojê ditirsîyan îna rabun perast û kire xodê xwe.
2- Serketin wekî alavek bo pêtir danekoştin ya wan mirovêt ku xondkar jê ditirsin vêca hindî bişên wana bixwe bi destêt wan bidenekoştin, an jî jêk bidenepaş û jêkveken, eve serketine bo wan û dêşên  pêtir mana xwe parêzin. Li vêrê Hesen Nesrullay ji binê pîya dikire hewar em biserketîn belê pa dema li Xezzaya helketî wî berrik bi gohêt xwe dadan û xwe kirrkir û mit bû. Heke serketin ew bît ku gondê mirovî kavil bibît û gelek mirovêt mirovî bihênekoştin û bimirin û kêmtirîn ziyan vi dojminê mirovî bikevin, eve şikestin bît, bi bawerya min sirîntirîn şikestin eveye û serketina wekî zerendê jî dê ji toxmê ya seydayê Hesenê Nesrullay bît, çunkî; a_ Libnanî bune pêtirrankêt deverê û kerker bûn û her êk bi serekîve çû û yên duhî pêkve li cadda ( hemre) dipeyîsîn û dibişkurrîn evroke serêt kelexêt êk û du jê dibirrin.
b- Hêjayê Nesrullah ne wêrya lêv li lêvê bidet dema vê dîmahyê çend rakêtek ji jêrya Libnanê vi joryê Îsra`îlê ketîn û her zwî zwî gutî em nînîn.
c- Ji dewlet serê rakêtêt Cwîya hêşta Hesen Nesrullah li nav kavlêt jêrya Beyrutê bo xwe dipeyîsît û neşêt jî wekî kêvjaley dest û pêya bo mirov ên kal û kirome buy çêket. Ez bawerdikem dema ku Hêjayê navbirî digut; em biserketîn ewî kaxezka Îranê dixwend, ewa Nejadî bo xwe nivîsî û bi wî dayexandin. Bi rastî jî Îran biserket û Nesrullah û Libnan şikestin
3- Serketin wekî karekê siyasî, pêdvîye têkelyêt mirovî digel milletê deverê şirîntir lê bihên û eve liser Hemasê xelkê kerê Xezzayê ya berovajye, çunkî li dwîv rapirsîyeka kenalê El-Arabîyet ji sedê şêstê xezzaya ev şerre bi dilî ne bû û gazyêt Um Alî di kenalê navbirîda vê çendê serrastdiken.
   Heke di vî cengîda serketîyek hebît, ji Îranê û Tirkî na derkevît, çunkî vêgavê ev herdu dewlete yê pêkuleka mezin diken da serkêşya kiryara siyasî ya deverê bêxne bin destê xwe û ew bitinê deverê bi şirepînin û bitirepîni, dema mirov behsê serketinê biket, mirov dişêt suryê jî di nav bêxît, jiber: Hindîke Îrane ewê nexşê rojhelatê navîn yê Şî`e yê çêkirî û bo wê rojhelatê wê yê codaye  ji yê Kondolîza Rays, nuke Îranê divêt Emrîka ji Îraqê biketederê û ew sentêt siyasî yêt rêya armanca wê digirin jî pêkolê diket jiber singê xwe radefînît, wekî Kurda û Fîdralya wan û herwesa Erebêt Sinne û serdagirtina wan ya kursîka Bexda.
1- Îran şiya heyamekê baş Emrîka mijwîlket û di binve pirogiramê xwe yê çekê navkî  pêşbêxît û rijêma nwî ya li Îraqê têteçêkirin weneket ji bin kênca wê derkevît û kirasê xomeynîzmê biketeber (Wîlayet elfeqîh), mirov dibînît dê Hikumeta hêja kumbît, biryara det û paşî dêçin bêjne Ayetullahî me direwkir û em di bê rêzîn, kanê liser van birryarêt me day tu çi dibêjî? Ayetullah ne wêrin bixwe destedaryê bêxne destê xwe, ne wêrin bibine serokwezîr û serkomar çunkî ev mirove liser şaşyêt diken dihênegonehbarkirin û wan divêt wekî firroka Reşe pêllêt tîrêjêt (ray = eşî`et) radara milletî jê ne girin. Ew hemi gava dipêçayne û diveşartîne li bin kiras wê bê gonehyê û hêza xondkarya xwe jî husa diparêzin.
 2- Îran biserket û Ehmedî Nejad tiblêt serketinê li Komcivîna Ereba li Dewhe bi başî û aşkira dirêjkirne nav çavêt hemi Ereba û paşî V ê vekêşa û sernişîv jî kir.
3- Îran biserket çunkî bi dilê xwe şiya hebuna xwe li Libnanê biparêzît û berpêrrihê xwe mikomket û zirrtekê xwe Nerullah kire sitrî di binê pê hemi Ereba ra û piştî heyamekê dî yê kêm Beşşar Esed jî dê hêtexilolekirn û pêvenahêt jî xwe biparêzît.
4- Îran biserket çunkî binekuka doza Ereba kerkir (qete`e) û Cwî jî liser guhêt Ereba baxorrkirin û xwe bidarê kotekyê kêşa nav dilê Ereba û V êya xwe li êk ji dewletên kendavê bilindkir û êdî Ereb wê nikaribin bibêjin; Kendava Ereban. Vêca divya Ereb lwîlya tivenga Farisa ji kêleka xwe bîninederê. Dewleteka Kurdistanî dêpêvehêt harîkarya Ereba di vî delîveyda biket.
5- Îran biserket, çunkî Îranê ji du rexave xwe gehande ser toxîbê Îsra`îlê û gote wan heke hwîn min husa bê biha wergirin ez dişêm gelek sergêjya li deverê peydakem û min jî divêt pişka xwe ji bazarrê rojhelatê navîn. Herwesa jî Îran şiya baweryê bo Tirka çêket ku têkelyêt xwe digel Cwîya sisttir lêket, belê mirov dişêt vê xorkumanê jî berhizirket, ew jî ewe erê ma heke mirovî berê xwe da hêzê û zevleka ma hevalê mirovî jî ji mirovî na tirsît û pêkulê na ket da mirovî bînîte rasta xwe û mirovî wekî xwe sitêreket û xwe ji mirovî biparêzît? Nexasime heke em baş bizanîn ku Tirk û Faris ji kevinda hevbaskêt êkin di deverêda û gelek şaxrren ya digel êkudu kirî jêja berdewame û bi dîmahî ne hatîye.

Ya may

       

zanabamarni@hotmail.de
  
***

Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Barak Obama
- Dengên demê zwî (2)
- Dilbera Min
- Hîvyadera, xwelya sera
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweşketin qedexeye!

- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)

- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?

-

 

Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye zimanê nivîskêr û awayê nivîsandina wî ya bi zaravayê Behdînî.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mîhrî Belliyê dostê kurdan jiyana xwe ji dest da

ad

Tam serêke verî eyro dest pa kerd

ad

Serokên rêxistinên DTP'ê li hev civiyan

ad

Reqîbên Diyarbekirspor û Wansporê diyar bûn

ad

Ji çavên Reşê dostaniya Musa Anter û Safiye Ayla

ad

Rojnameger hatin berdan (hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname