logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Çîroka reşkirinê, hinek wijdan divê

Hew li bîra min e di kîjan mehê, ji sala 1989'an de bû, ku bi serdan dîsa çûbûm Almanya. Min bihîst ku birêz Hemreş Reşo

  • Dîrok: 18/08/2015
  • Beş: Serbest

Heznî Haco

Hew li bîra min e di kîjan mehê, ji sala 1989'an de bû, ku bi serdan dîsa çûbûm Almanya. Min bihîst ku birêz Hemreş Reşo, serokê PDK-T, nexweş e. Li ser masa wî komek ji hejmarên govara TEVGER hebûn.  Di wan hejmaran tevan de li ser tevgera başûr hatibû nivîsandin, tevî ku piştî Enfalan û Helebce yek rêxistinek başûrî li wê qadê nemabû, berevajî, li bakur tofan bû, dewleta tirk roj bi roj – wekî niha – aqil avêtibû û digot: "Ez şer ranawestînim heta ku koka terorîstan neynim." Ez û rehmetî ketin gengeşeyek dûr û dirêj. TEVGER ku ji PDK-T û 7 rêxistinên kurd pêkhatibû û armanca wê a sereke reşkirina PKK'e bû, îro bi mikroskopê jî, TEVGER, ne li bakurê welêt, ne jî li Ewropa, nayê xuyakirin.

Her di wê serdanê de, min Selah Bedredîn, ê ku wî ew take rêxistina kurdên Sûrî di sala 1965'an de kire 2 beş û xwe kire berdevkê çepê Rojhilata Navîn, ji min re got ku PKK roj bi roj lawaz dibe, ne li bakur, ne jî li Ewropa tu giraniya wê nema ye. Çi gotinên reşkirinê yên di ferhenga wî de neman ku pêve nekir. Ev serkêşê çep, piştî demekê ji parçekirinê, bi dehan daxuyaniyên reşkirinê li ser "Barzaniyê paşverû" derxistin û belavkirin. Xwîn û goştê hevpeymanên wî yên wekî Corc Hebeş û hinên din ji çepgirên Filistînê ji cem Seddam bûn; ma dibû ku Serok Barzanî ji van ve, ne wekî peyayê cihûyan were binavkirin? Rêxistina wî jî niha bi mîkroskopê nayê xuyakirin, lê ew niha xwe dike şêwermendê birêz Mesûdê Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, û ji bilî wê xwe kiriye xwediyê rêbaza "Barzanîzm"ê. Hinin ji îfara wî ya çepîtiyê –kêm bin jî- mane û niha endamên paya bilind in di PDK-S de.

Serkêşê dijberîtiya tevgera azadîxwaz, Kemal Burkay bû. Hîn jî ji hophopa xwe nayê xwar tevî ku partiya wî di 2 hilbijartinanên şaredarî û yên parlementoyên de xala sifir derbas nekir. 

Niha nifşekî nû ji derwêşên ku li ber erbana yên wekî Erdoxan, Corc Sebra û berevajiyên wî wekî Erûr û İxwanil muslimîn, bi sera dikevin, peyda bûne. Di serê govênda derwêşên nû de, çend "têkoşerên" reviyayî ji Şerêla Pêşeroj (beşa Ewropa), xwe li ba dikin, bê ku toz ji ber lingên wan rabe. Nimûne xwepêşanda wan a li Berlîn bû, ku bi navê wan û ENKS'ê jî bû.  

Piştî Cenga Cîhanî ya Yekemîn çend derfetên hêja ji me kurdan re hatin. 1991, 2003 û van salên dawî, bi taybetî dema hovên tundrew, kurd ji xwe re kirin armanca sereke. Giraniya dewleta tirk li ba DYA, Ewropa û NATO, di pileya yekem de, hişt ku berhemên hewldanên kurdan heta niha, nîvco bimînin. Goman nîn e ku dijminên kurdan ji faris û ereban jî, di vê babetê de, kêm û kurî nekirine.

Çîroka vê reşkirinê dirêj e, lê mirov matmayî dimîne ku kes û dezgihên kurd li ser berdewamiya wê rijd bin. Rast e ku kêm û kuriyên tevgera azadîxwaz û rêxistinên nêzîkî wê hene û dibe ku hinin ji wan ne piçûk bin, lê divê mirov di pîvana xwe de dadyane (adil) be. Ez dê wekî nimûne pêvajoya rojavayê Kurdistanê dabaş bikim. 

Di xewnan de jî dihat ber çavê me ku desthilatdariyek kurd li vî beşî, û bi vê lezê,  ava bibe? Di seranserê Sûrî de -deverên di bin deste rêjîmê jî  di nav de– deverek ji Dêrika Hemko, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê heta Serê Kaniyê, hêwir û aramtir heye? Yan Efrîn û Kobanî piştî bobelata dawî? Ma Qamişlo ji Şam, Bexda, Qahîre û Eden û Sena Yemenê, ne aramtir e? Ma rast e ku rêvebiriyên Kantonên Cizîrê, Efrîn û Kobanî bi yên Polpot û Koriya Bakur re bên hemberhevkirin? Ma serokên tevahiya rêxistinên kurd –ji bilî mamoste Hemîdê Hecî Derwêş pêve – ne bi azadî li Qamişlo digerin? Ma baregehên tevan ne vekirî ne? Ma her dem kor û simîneran li dar naxin û bi dilê xwe rexneyên xwe nakin? Ma her dema ku dixwazin,  belavokên xwe belav nakin? Ma bi dilê xwe her serê çend heftiyan naçin Başûr, Bakur û Ewropa? Rast e ku ev tev mafin xwezayî ne, lê çima li ser  wan bi zanebûn tevlîheviyê tê kirin? 

Ne tenê binçavkirina siyasetmedaran, lê ya her  hemwelatiyekî ji ber sedemên siyasî, cihê rexnegirtin û nepejirandinê ne. 

Ser li mirov digere gava dibine ragihandina cîhanî û pirraniya desthilatdarên welatan dilxweşiya xwe  ji rewşa li her sê kantonan der dibirin, berevajî  hejmarek ji rewşenbîr û siyasetmedarên kurd. Ew  rêvebirê hikumeta Sûrî ya li koçberiyê To’mê (ku bostek ji xaka Sûrî di bin deste wî de nîn e) liberal dibinin û birêz Ekrem Hiso li Kantona Cizîrê, Enwer Mislim li Kobanî û Hêvî Mistefa li  Efrînê, wekî Kastro, Polpot û Kim Yong-Un,  dinirxînin. Erê giyayê hewşê tal e, lê hinek wijdan tê xwestin.

Sandviken, 18.08.2015

**

 

Nivîsa Heznî Haco ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Nameyek ji bo Mesûd Barzanî

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kûpaya Zîraatî Konya girote

ad

Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag serî li DDME'yê dan

ad

Li her derê çalakî hebû

ad

Zagona Rêvebirina Herêmên Bakurê Sûriyeyê hat ragihandin

ad

Vê carê bi ser Cumruhiyetê de girtin

ad

Bi kayûmê dest danîn ser Şaredariya Cizîrê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname