logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Li Cizîrê me xwe dît; lê bi çi awayî?

Wekî nivîskar û rewşenbîr ên endamên Komeleya Nivîskarên Kurd û PEN’a Kurd, em çûn Cizîrê...

  • Dîrok: 15/09/2015
  • Beş: Serbest

Azad ZAL

Roja 12’yê rezbera 2015’an, wekî nivîskar û rewşenbîr ên endamên Komeleya Nivîskarên Kurd û PEN’a Kurd, em 15 kes (1) çûn Cizîrê. 

Em çûn Cizîra ku heşt rojan di bin dagirkerî û dorpêçkirina hêzên kujer ên tarî û taybet de bû. 

Bi daketina Cizîrê re bêhneke bi her awayî bindestî, mirin û kaviliyê li ser çavê me xist. Em ketin nava bajarekî mirî… Belê bajar miribû. Lê dema ku em ber bi çar-riya Cizîrê ve çûn; kom bi kom, ref bi ref mirov li hev digeriyan û ber bi qadê ve dimeşiyan. Ew bajarê kavilkirî yek caran di çavên wan kesên ku dimeşiyan de vedijiya ji nû ve. 

Bajar kavilkirî û mirî, mirovên wî bajarî bi hêrs û hêza berxwedêriyê bûn. Em piştî wê, daketin nava kolanên Cizîrê. Taxên Cizîrê tevekî xirab bûbûn, kavil bûbûn. 

Em li taxa “Nûr”ê geriyan. 

Hemû mal wêran bûbûn, hemû xanî birîndar bûbûn. Hemû kolan rabûbûn raperînê û serî hildabûn. 

Lê…

Lê çavên wan zarok û jinên cizîrî bi awayekî din diqîriyan, gazinc û hêrs li nava hev ketibûn û bi ser me de bariyan. Me di çavên wan de tiştek xwend; 

Aştî di hemêza Cizîrê de fetisî... Bila kes li Cizîra Botan qala aştiyê neke... Li Cizîrê peyva tazî; 

“Ev deh roj in hûn li ku ne? 

Piştî ku wan em kuştin, hûn hatin çi?”

Piştî van peyvên veşarî, lê li ser rûyê me ketin û eşkera bûn diviya bû ku em li xwe vegeriyana. 

Bi rastî jî divê ku em li xwe vegerin. Cizîra ku me li me vegerand û divê ku em li xwe mikur werin, ji me re gelek tiştan gotin…

Belê em çi ne? Em kî ne? Em çawa ne? Em li ku ne? 

Bi riya cizîriyên çav-hêrs û berxwedêr me berê xwe da xwe û em li xwe mikur hatin;

Em nivîskar in… Em rewşenbîr in… Em li pêş gel in… 

Lê niha em li ku ne?

Çima em li paş gel mane?

Çima em dûr mane?

Em dûr û li ku mane?

***

Em siyasetmedar in...

Em parlamenter in...

Em hevserok û hevşaredar in...

Em “emanetgirên dengê 6 mîlyon dengdaran”, “îradeya 30 mîlyon însan” in...

Em 80 parlamenter, 100+100 hev-şaredar, çend hezar berpirsên şaredariyan, midur û hev-serokên daîreyan... Em nîv-xwediyên dewletê ne...

Em em in, û em gazinan ji kesê nekin... Hela qet û qet em gazinan ji neyar û kujerên xwe nekin...

Em piştî mirinê çûn hewariyê...

Em gazina ji kesê din nekin; em ji xwe bikin... Piştî 10 rojan Cizîra kavilkirî û xirabe... Em ji xwe bipirsin; 

Dema li Cizîrê mirin dibariya em li ku bûn?

Dema li Cizîrê zarok di dema lîstikê de hatin qurmiçandin em li ku bûn?

Dema li Cizîrê berikên bi jehrî li kezeb û dilê me yê berxwedêr diket em li ku bûn?

Dema li Cizîrê tariya mirinê ket erdê em li ku bûn, em li ku bûn, em li ku bûn?...

Erê em li derekî bûn ku me xwe ji bîr ve kiribû... Erê em li Enqerê û riya Enqerê bi lîstikên zarokên Cizîrê dilîstin...

***

Dema ku li Gimgimê gule bera canê me dan, hevala me, jiyana me, namûs û şerefa me ya bi navê Ekîn Wan xistin bin lingan em di xew de bûn....

Dema ku li Farqînê agir bera mala me dan û ji me re û ji dê û xuşkên me re, dan dijûn û çêran em di berika germ ya pereweriyê de bûn...

Dema ku li Geverê dest dirêjî me û namûsa me kirin em li benda dawiya mehê bûn da ku em destê xwe û berîka xwe germ bikin...

Dema li Sûra Amedê ji me re gotin; “Em ê we di keviya Dîcleyê de li nava Bexçeyên Hewselê bifitisînin” em ji xwe re li qulik û kozikên ku em ê bikaribin xwe veşêrin geriyan... Em li hincetên êrîtî bêrîtiyê geriyan... Me got; “Haya me ji azadî û serxwebûnê tune ye, em êrî ne...”

Em 80 parlamenter, 100+100 hev-şaredar, çend hezar berpirsên şaredariyan, midur û hev-serokên daîreyan... Em nîv-xwediyên dewletê em li ku ne... 

Em li ku ne...

Ên ku ji me re digotin; “Em ê dengê xwe bidin xwe...” ka “EM” li ku ne...

“Em” ku bûn “em” me xwe winda kir... De ka îcarê em li xwe bigerin... Li Cizîra Botan, li Farqîn û Licê û Sûra Amedê, li Gimgima Mûşê, li Gevera Culemergê, li her deverên Kurdistanê em li xwe bigerin... Em ê xwe û kakilê xwe li van deveran, li nava giyana Kurdistanê bibînin...

Divê ku em li xwe bigerin…

Em dikarin xwe di berxwedêriya Cizîrê, di serhildêriya Gimgimê, di raperîna Geverê, di serîrakirina Farqînê, di rabûna ser piyan a Sûrê, di vejîniya Licê, di serbilindiya Kurdistanê de bibinin û ji xwe re bibêjin em hene…

Gava ku me xwe li van deran dît, em dikarin ji xwe re bibêjin; “Êm em in!”

***

azadzal@hotmail.com 

1- Roja 11’ rezberê ji bo piştgiriya Cizîrê Komeleya Nivîskarên Kurd û PEN’a Kurd biryar da ku herin Cizîrê. Daxuyanî jî hat dayîn… Roja 12’yê rezberê nivîskar û rewşenbîr û aktîvîstên ku çûn Cizîrê ev bûn: Aydin ALP, Azad ZAL, Hesîp YANLIÇ, Îrfan BABAOGLU, Îsmaîl DÎNDAR, Mem MÎRXAN, Mihdî PERÎNÇEK, Muslum ASLAN, Bircan DEGÎRMENCÎ, Osman OZÇELÎK, Remziye ARSLAN, Sînan OGUZ, Şêxmûs SEFER, Vedat ÇETÎN, Yildiz ÇAKAR

***

 

Li ser Cizîrê çend nivîsên din ên di Diyarnameyê de hatine weşandin: 

 

- Îsmaîl Dîndar: Peyama Cizîra Botan

- Medenî Ferho: Birca Belek û Cizîra Botan

- Xelîl Dalkiliç: Çîroka nû ya Kurdan; Cizîra Botan

- Cizîr di medyaya alman de

FOTO: AFP 

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di doza Narîn Guranê de 8 kes hatin girtin

ad

'Kurdistan' 114 salî ye

ad

2019: Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin

ad

Li vê stasyonê maçkirin qedexe ye!

ad

Firsend û xetereyên li ber kurdan

ad

Lîderê PYD'ê Muslim li Îranê hevdîtin pêk anî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname