Diyarname
24 nivîskar, akademîsyenên jin ku di bin navê "Ji Bo Aştiyê Koma Piştgiriya Jinan" de hatine ba hev ji bo aştî û piştgiriya Cizîrê diçin Cizîrê. Jin dê li Cizîra ku 21 sivîl lê hatin kuştin lêkolînê bikin û piştgiriya xwe pêşkêş bikin.
Li gor nûçeya DÎHA'yê heyeta jinan li Cizîrê dê banga aştiyê bike û dûre dê ligel rêxistinên jinan ên li herêmê û hevşaredaran re bên ba hev.
Ev kes di nav heyetê de cih digirin: Gulseren Onanç, Ayşe Kulin, Perihan Magden, Oya Baydar, Nesrin Nas, Zeynep Oral, Nurcan Baysal, Yasemin Bektaş, Ozlem Dalkiran, Ebru Baybora Demir, Ayşe Erzan, Nevin İl, Hande Karakulluk, Ayşe Koroglu, Çigdem Mater, Maya Arakon, Nil Mutluer, Filiz Şahin, Mebuse Tekay, Melek Ulagay, Melek Ufuk, Reyhan Yalçındağ, Yaprak Yapsan, Meryem Yavuz.
FOTO: AFP
***
Li ser Cizîrê hin nivîsên di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Azad Zal: Li Cizîrê me xwe dît; lê bi çi awayî?
- Îsmaîl Dîndar: Peyama Cizîra Botan
- Medenî Ferho: Birca Belek û Cizîra Botan
- Xelîl Dalkiliç: Çîroka nû ya Kurdan; Cizîra Botan


