Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê biryar girt ku di 1'ê sermawezê de li taxên Cudî, Nûr û Sûr sindoq neyên danîn û ji dêvla van taxan sindoq li taxên Cizîdê Dîcle, Şah û Yavesê bêne danîn. Ev biryar çawa hat girtin?
Di Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê de nûnerên AKP, CHP, MHP û HDP'ê hene. Pirsgirêk çi dibe bila bibe gere endamên lijneyê bi hev re biryarê bigirin. Lê di vê biryarê de mesele wisa çênebûye. Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê Eray Temizkan bi tena serê xwe ev biryar girtiye.
CHP: Rast e kes nikare bikeve van taxan
Endamê Lijneyê yê ji CHP'ê Kemal Cingu dibêje dadger ev beryar girtiye û wisa dibêje: "Dema biryar girtine ez ne li wir bûm. Bi me neşêwirîne. Lê bişêwiriyana min dê piştgiriya biryarê bikira. Ji ber ku kes nikare bikeve wan taxan."
Nûnerê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) yê ji CHP'ê Mehmed Hadimi dibêje serokatiya lijneya hilbijartinê ya navnçeyê nikare li ser tiştek wisa biryarê bigire û wias dibêje: "Ger biryar tê girtin ku sindoqan bikin yek divê ji YSK'ê fikir bipirsin. Di dema hilbijartinê de gere her tişt bi biryara lijneyê bê kirin, bi tena serê xwe biryargirtin nabe. Ev biryar nayê cih."
HDP: Berê YSK'ê biryarên wisa red kiribûn
Nûnerê HDP'ê yê YSK'ê parêzer Mehmet Tiryaki dibêje tenê dadgerek ev biryar girtiye û wisa didomîne: "Li holê biryara lijneyê nîn e. Di hilbjartina 7'ê pûşperê de jî ji hin navçeyan bi sedema ewlehiyê daxwaza yekirina sindoqan hat lê YSK'ê ev daxwaz red kir. YSK'ê gotibû bi sedema ewlehiyê biryara yekirina sindoqan nabe. Li gor biryarên berê gere vê carê jî vê biryarê red bike."
Nûnerê MHP'ê yê YSK'ê Kurşat Turker Ercan jî balê dikişîne ser heman biryarên redkirî yên YSK'ê û wisa dibêje: "Li hin cihan ji ber terorê ewlehiya hilbijartinê heye. Birina sindoqan a li taxek din ne çare ye. Li gor me ger ewlehiya hilbijartinê nîn e divê hilbijartin çênebe."
Biryar ji bo 3 tax û 23 gundan e
Li Cizîrê ligel 3 taxan, biryar hatiye girtin li 23 gundan û gomek jî sindoq neyê danîn. Niha gere ev biryar ragihînin Qeyqeqamiya Cizîrê, Şaredariya Cizîrê, partiyên siyasî yên li herêmê kar dikin û Serokatiya Lijneya Bilind a Hilbijartinê û muxtarên gund.
HDP'ê gotibû dema biryar bigihîje ber destên me em dê îtîraza xwe bikin. Ev îtîraza HDP'ê pêşî dê li Lijneya Hilbijartinê ya Şirnexê bê nirxandin, encam neyê girtin biryara dawî dê YSK'ê bide.
YSK: Pişti cejnê emê binirxînin
Di vê navberê de Serokê YSK'ê Sadi Guven got ku piştî cejna Qurbanê dê vê biryarê binirxînin.


