Amed
Di 3'yemîn salvegera wefata helbestvanê kurd Arjan Arî de malbat û hevalên wî li ser gora wî ew bibîr anî. Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd li ser gora wî merasimek li dar xist. Ji bilî endamên Komeyeyê, malbata Arî, endamên KURDÎ-DER, Cîgerê Serokê Giştî yê EMEP'ê Îlhan Elbay û rêveberên kovara Evrencelê jî beşdarî merasîmê bûn. Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Omer Dilsoz di bîranînê de axivî û got ku Arî wekî helbestê jiyaye got: "Ew ji bo kurdî têkoşiya û di helbestên xwe de kurdî da jiyandin."
Di merasimê de hevalê Arjen Arî ê bi salan û helbestvan Berken Bereh jî axivî û wisa got. "Arjen Arî, bi helbesta xwe rastiya civaka xwe û têkoşîn û berxwedêriya gelê xwe vegot. Ew dema kurd dihatin nefikirin, dema xortên me li zindanan li ber xwe didan, dema gundên me dihatin şewitandin, dema şêrgeleyên kurdan ala azadiyê dimilmilandin li gel wan bû. Ew vijdana gelê xwe û dengê berxwedana wan bû."
Xwişka wî Necla Arî spasiyên xwe li beşdaran kir û diyar kir ku jiyandina helbestên birayê wê êşên wan hinekî kêm dike.
Di bîranîna ku helbest jî hatin xwendin de, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Arî û xatir jê xwestin.


