Diyarname
Li welatekî Afrîkayê, li Tanzanyayê ji bo mişteriyên xwe yên jin bankeyeke taybet hate vekirin.
Bankeya ku li Darulselamê bi navê "Women's Bank" (Bankeya Jinan) vebû, jinên li welat dijîn bi nasnameya xwe serî lêdin û tenê 2 dolarên wan hebin bes e ji bo hesabê lê vekin. Di bankayên din de ji bo vekirina hesabekê divê belgeyên tapûyê yan jî belgeyên ku hebûna wan nîşan dide û bi ser de jî ji 2 dolarî zêdetir pere didin û bi vî awayî hesab vedikin.
Bankeya ku dixwaze jinan bikişîne xwe mêr jî dikarin lê hesabê vekin. Lê rêveberiya bankeyê agahiyeke da û da zanîn ku di warê razemenî alîkariya bi pisporî û di warê pêşniyaran de ewê piştgirî bidin jinan.
Di roja yekem a bankeyê de heta nîvrokî 110 kesî li bankeyê hesab vekir û rêveber dibêjin ku hêviya wan ew e her roj 200 kes bên bankeyê hesabê lê vekin. Niha tenê li Daruselamê şaxa bankeyê hatiye vekirin û ew dê li bajarên din jî şaxên bankeyê vekin.


