Diyarname
Li Ekvatorê komek çekdar bi ser kanala televîzyonê de girtin û xebatkarên kanalê bi zorê li erdê dirêj kirin.
Li Ekvatorê kanala ib navê TC dema ku di weşana zindî de bû komek çekdaran bi ser wir de girtin. Çekdaran tehde li xebatkarên kanalê kirin.
Serokê çeteyê tilyakfiroşiyê Adolfo Macias Villamar ji girtîgehê reviya. Ew di sala 2011'an de ji ber kuştin û tilyakfiroşiyê hatibû girtin û 34 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn. Ew ji girtîgehê reviya, loma jî li welat ji bo 60 rojan Rewşa Awarte hat ragihandin. Bi ser de girtina kanala televîzyonê jî piştî vê kêliyê hat.


