Diyarname
Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya Farqînê derdora Pira Malabadî paqij kir.
Pira Malabadî pireke dîrokî ye û her gav mirov diçin serdanê, li der û dorê digerin. Loma jî li derdorê tiştin têne avêtin, qirêjî, belawelayî çêdibe. Şaredariya Farqînê îro dest avêt derdorê û ew der paqij kir. Şaredarî bi ser hesaba xwe ya X'ê re got, "Ji bo parastina avahiyên dîrokî, ev xebatên paqijkirinê dê bi awayekî rêk û pêk berdewam bikin."



