Merdan Newayî
Dilê zarokekî sê-çar salî hêjayî çend welatan e gelo?
Welatekî ku li ser dilên şikestî yên zarokan ava bibe çend pereyên qul dike?
Mafê kî heye ji kîsê zarokan ji xwe re dinyayekê ava bike?
Dîlê min zêde tijî bûye, ditirsim gotinên gelek giran bibêjim.
Bêhenek ez xwe ne baş hîs dikim.
Berî du rojan min zarokekî ku navê wî Mûnzûr bû nas kir. Dikim nakim ji bîra min naçe.
Ez dixwazim çîroka wî ji we re bêjim, lê ji nifrîn û dijmînan pêve tiştek nayê dilê min.
Diya Mûnzûr dêrsimî ye, bavê wî serhedî.
Pîştî gerîlatiya bi salan dev ji têkoşîna azadiyê ber didin, di dema terqa Osman de ji nav refê hevan direvin Başûr.
Berî ku jiyana xwe bixin nav ewlehiyê dizewicin.
Dê xazî ye, pêdiviya wê bi tedawiyê heye, îmkanên Başûr têr nakin.
Jixwe jiyana Başûr a ji bo kesên wekî wan ku di îş û karên rûmetşikênî de dixebitin dike ku li riyeke çareseriyê bigerin.
Dikevin lepê çeteyên ku taciriya mirovan/gerîlayan dikin.
Karê vê çeteyê anîn û teslîmkirina gerîlayan ji bo dewletê ye.
Helbet li hember her anîna gerîlayan pere kar dikin.
Ev çete bi serleşkeran re dixebite.
Berî anîna gerîlayan li dosyayên wan dinêrin ku der barê wan de sûcdariyên cidî tunebin hêja wan teslîm dikin qaşo.
Lê diyar e pereyekî baş werdigirin loma êdî serê xwe zêde bi dosyayan re naêşînin, li pey pereyên xwe û pêkanîna daxwaza dewletê ne.
Welhasil ji dê û bavê Mûnzûr re dibêjin dosyaya we paqij e, wan tînin teslîmî dewletê dikin.
Dema wan tînin Mûnzûr şeş mehî ye.
Lê hesabê malê û yê sûkê li hev dernayê, meh û sal diborin darizandina wan didome.
Sûcdar tên dîtin; xwedêgiravî îtîrafkaran li ser wan îfade dane.
Ceza li wan dibirin, li dayikê 26 sal, li bav muebed.
Niha li hêviya dadgeha bilind (yargitayê) in, lê çi hêviya xelasiyê nîn e.
Em li Mûnzûr vegerin.
Mûnzûr niha li cem xaltîka xwe dimîne.
Min du roj çavdêriya wî kir, tenê carek jî min nedît ku keniya. Mûnzûr bêkêf e, ne li hemdê xwe dijî, bi ya xwe dike, xeyidî ye, bêariyan dike, wekî ku di nava şerekî de be tevdigere, mîna kulîlkeke çekirî ye, bi giyanewer û bûneweran re heman muameleyê dike, derdora xwe tune dihesibîne, mirov dibêje qey ev sed sal in li ser rûyê dinyayê dijî ew çend bi serê xwe û xemsar dijî…
Ka em hinek li ser rewşê bifikirin.
Sûc ê kê ye?
Tewanbar kî ne?
Kê hişt ku diya Mûnzûr û bavê wî dev ji tekoşîna azadiyê berdin?
Du mirovên ku bi salan ji bo welatê xwe têkoşiyane, çima ji dêvla li ser erd û axa welatê xwe yê “azad” bi azadî bijîn tercîha teslîmbûna destê “neyar” dikin?
Ev çeteyên ku li ser xwîn û jiyana gerîlayên “welatê xwe” pereyan qezenc dikin –heke hebe- dil û wijdana xwe bi kîjan behaneya kambax dişon?
Em, ew kesên ku nikarin sê rojan li ser hev ji zarok û odeya xwe ya razanê dûr bikevin, bi dilekî rihet radibin nirxandin û şîroveyan li ser biryar û karvaniya wan kur/keç bavên bi salan jiyana xwe di vê riyê de berze kirine galgalê dikin, gelo em zanin ku bi vê helwestê em ciyê xwe yê cehenemê amade dikin?
Hema neyartî û şer û qirên be jî, pîştî mirina pêncî hezar mirovî, pîştî daketina ji daxwaza Kurdistana serbixwe ya demokratîk û yekgirtî ber bi Komara Demokratîk û xweseriya çandê ve, piştî wan şerawestandinên yekalî û ji bo lihevhatinê teslîmbûna du Komên aştiyê hê jî xwe li miarisî û gelaciyê asê kirin çi qeder wesfên rûmetî ne ji bo dewleteke kundirî be jî?
Ma sûc û gunehê dê û bavê Munzûr qet tune ku bêyî li hêviya aştî û lihevhatinekê bimînin dev ji hevalên xwe berdan, baweriya xwe bi xayîn û serleşkeran anîn hatin teslîm bûn. Û ya girîngtir li hember nefsa xwe têk çûn Munzûr anîn dinyayê!
Em dikarin van pirsan hetanî sibehê dirêj bikin, lê ne hewce ye.
Ji kerama xwe hûn pirsên xwe ji xwe bikin, bila wijdana we dadger û Mûnzûr jî dozger be, hûn/em/mirovahî jî bersûc…ka dê dawiya vê darizandinê bi çi awayî were ji we re dihêlim…


