logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
  5. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
news-details

FAZ: Êdî divê YE û Almanya şerê Erdogan bidin rawestandin

Rojanameya almanî Frankfurter Allgemeine ku nêzî Serokwezîra Almanayayê Merkel e li ser kurdan nivîsek balkêş nivîsî

  • Dîrok: 05/01/2016
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê

Rojanameya almanî Frankfurter Allgemeine şîroveyeke tund derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bajarên kurdan û bêdengiya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) weşand. Di şîroveya rojnamê ya bi îmzeya Karen Kruger a bi sernivîsa "Tenê rêya revê hiştine: Erdogan li hemberî kurdan e"* de bêdengiya YE wekî dirûtî tê destnîşankirin. 

Nivîs wiha destpêdike: "Hêzên ewlekariyê yên tirk di hefteyên derbasbûyî de derdora sed kurdi kuştin: Mêr, jin, zarok. Armanc jitaqetxistina herêma kurdan e. Êdî divê YE şerê Erdogan bide raswestandin."

Eger polîsê Fransa heman tişt li Parîsê bikira

Rojnameya Frankfurter Allgemeine ku wekî dengê konservatîfên Almanyayê tê nasîn û ji hêla xeta xwe ya siyasî ve nêzîkî partiya Serokwezîra Almanyayê Merkel tê zanîn, ji bo êrîşên li ser bajarên kurdan werin fêmkirin, vê danînberhevê dike: "Gelo eger operasyonên antîterorê li Almanyayê û welatekî din yê YE‘yê hemû welatiyan bike armanca xwe, mirov û malbatên gumanbaran bikuje, dê dengdayîneke çawa derkeve? Wê çi biqewimiya eger polîs dema li kujerên Parîsê digeriyan ne tenê di ser çend malan de bigirta, lê hemû taxên ku bi piranî biyanî lê dijîn dorpêç bikira û bi hefteyan ji cîhanê qut bikira? Dê dengvedaneke gelekî mezin derketiba. Lê niha ev tişt bi xwe li rojhilatê Tirkiyeyê diqewime û bêdengiyeke mezin heye. Li gor dixuye YE û hikumeta Almanyayê derbarê bêguneh û mafên mirovan de xwedî pîvanên xwe yên li gora dilê xwe ne. Derbarê Tirkiyeyê de ya ji wan re balkêş sînorê vî welatî yê bi YE‘yê re ye. Ya girîng ji bo wan ew e ku Tirkiye nehêla penaber derbasî Ewropayê bibin. Lê çi ji welatiyên xwe bike ne xema wan e. Enqere li welatê xwe şerekî bêpîvan li dijî terorê dike û her kes vê yekê baş dizane. Lê pssst, ji Erdogan re nebêjin, ji ber Erdogan wê aciz bibe û dê rê bide ku penaberên ji Sûriyê di ser welatê wî re derbasî Ewropayê bibin."

Kî ji malê derkeve jiyana xwe dike di talûkeyê de 

Frankfurter Allgemeine rewşa li bajarên kurdan ên qedexeya derketina derve li wan heye, wiha radixe ber çavan: "Di şerê hêzên ewlekariyê yên tirk ê li dijî PKK’ê de di hefteyên derbasbûyî de derdora sed mirovî kuştin. Mêr, jin û zarok. Li bajaran bi hefteyan qedexeyên derketina derve têne îlankirin. Ev tê wateya: nebûna avê, nebûna elektrîkê, nebûna xwarinê, nebûna tedawiya nexweşan, rêgirtina çapemeniyê û çavdêran. Kî ji malê derkeve, jiyana xwe dike di talûkeyê de, qet ferq nîn e ka ew kes piştgiriya PKK’ê dike yan jî nake. Armanca hêzên ewlekariyê yên tirk êdî ne nêçîra takekesan an jî komên bi çek in. Armanc bêtaqetkirina herêma kurdan e. Ew bi çekên giran û panzêran êrîş dikin, ku ev yek jî tê wateya kuştina kesên tu elaqeya wan bi rûdanan re nîn e. Êdî segvanên artêşa Tirkiyeyê jî cudahiyê naxin navbera xelkê: Li Cizîrê Maşallah Edin ê 35 salî û Zeynep Edin a 17 salî dema xwestin ji malê ji bo demeke kurt derkevin, yekser hatin kuştin. Tifala wan a şeş mehî bi awayekî giran birîndar li ber li nav pîrekên hatine kuştin de hat dîtin. Rêxistina mafên mirovan HRW diyar dike ku ev tenê bûyereke ji gelek bûyerên bi vî rengî ye."

Divê YE û Almanya demildest mirinan bidin rawestandin

Rojname wiha didomîne: "Bêdengiya YE û hikumeta Almanyayê ya li ser tişta li herêma kurdan diqewime dibe sedem ku baweriya ku dema mesele kurd be herkes çavê xwe ji zagon û mafên mirovan re digire, dide piştrastkirin. Ev yek wê nifşekî wisa biafirîne ku qet nizanibe tirs çi ye. Tê xuyakirin ku Tirkiyeya berendama YE nizane bi aqilane meseleya kurdan çareser bike. Erdogan dixwaze Zagona Bingehîn biguherîne. Dê babetek jî destnîşankirina wê yekê be ka li gor Zagona Bingehîn kî tirk e. Divê YE ji bo Enqere ber bi daxwazên kurdan ve were, bêhtir maf ji wan re werin dayîn, azadî û pejirandina nasnameya wan were erêkirin, zextan li Tirkiyeyê bike. Berî her tiştî jî divê demildest bi awayekî vekirî daxwaza ku bûyerên rawestandina mirina xelkê bêguneh li rojavayê Tirkiyeyê were kirin."

Bêdengî dê bibe sedem ku kurd penaberî Ewropayê bibin

Di dawiya şîroveyê de behsa wê yekê tê kirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bi eşkereyî gotiye divê HDP û hevserokê wê Demirtaş werin dersdayin û ev tespît tê kirin: "PKK û gel ji mêj ve di heman keştiyê de ne. Ev tê wê wateyê ku Erdogan dê ji bo bêhtir mirov werin kuştin xebata xwe berdewam bike. Hê ji niha ve zêdeyî 300 hezar kurd ji bajar û gundên xwe derketin. Eger Tirkiye neyê nermkirin, dê bi îhtîmaleke mezin gelek hemwelatiyên Tirkiyeyê di demeke kurt de di rêya qaçax a Balkanan re ber bi Ewropayê ve werin û serî li mafê penaberiyê bidin." 

Wergera ji almanî: Zekî Ozmen


*Lînka nûçeyê:

Erdogan gegen die Kurden

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Di 7 saetan de hemû bilêt hatin firotin

ad

Hunermend Hesen Dilsoz wefat kir

ad

Oscar hatin belavkirin

ad

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû

ad

Ji bo bîranîna Xelef Zêbarî fermo 'Nesrîn

ad

‘Folklora Kurdan’ gihîşt ber destên xwendevanên xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname